Îro dixwazim di vê nivîsa xwe de bahsa lehengiya gerîlayên li ser çiyayên Kurdistanê bikim. Ev lehengiyek wisa ye ku mînaka wê li cîhanê nîne. Ev qehremeniyek wisa ye, ku heya niha mirovan qet nedîtiye. Lehengiyek bêhempa ye!!!
Berî ku em vê lehengiyê fêm bikin, divê em bala xwe bidin çiyayên Kurdistanê, em berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dibe ku hinek kes nizanibin, bes ev sê sal zêdetir li ser çiyayên Kurdistanê şerekî gelekî dijwar heye. Bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê – ku Qendîl jî dikeve nav – şerekî pir dijwar heye – di van sê salên borî de. Di vî şerî de gerîlayên azadiya Kurdistan li hember artêşa mezin a 2’yemîn a NATO’yê şer dike. Ev artêşe ku qet nirxên mirovahiyê pêr nîne û nas nake. Her cûre tank, top, balafirên bê mirov, sîleh û çek bi kar tîne. Ev jî ne bese di ser de çekên qedexekirî bi kar tîne. Çekên kîmyewî ku hemû cîhanê bi kar anîna wan qedexekiriye. Herwiha çekên taktîk nukleer û termobarîk ku bi kar anîna wan ji bo hemû mirovahî, cîhan û xwezayê xeteriyek gelek mezine bi kar tîne dewleta tirk. Cîhê ku bi kar tîne jî çiyayên Kurdistanê ye.
Li gel ewqas şer, êrîş, çekên qedexe, talankirina xwezayê, kuştin û mirin, dîsa jî dewleta dagirker ya tirk li hember gerîlayên azadiyê nikarîbû serkeftinek daîmî bi dest bixe. Sê sal zêdetir bê rawestan şer didome. Sê sal zêdetir gerîlayên Kurdistanê bê navber di rewşek awarte de ye û berxwedanek dîrokî nîşan didin. Ji ber ku dewleta tirk heya niha tiştek bi dest nexistiye, di van 6 mehên borî de hinekî taktîka xwe guhert. Çi kir? Xwest vî şerî berfireh bike û aktorên nû texe nav şer. PDK a ku heya niha alîkariya îstixbaratî û lojîstik didayê êdî bi awayekî fermî û vekirî dixwaze xwe têx nav şer. Em bala xwe didinê herî dawî di axaftinek berpirsyarê “Parastin” (Parastin navê îstixbarata PDK’ê ye) de hate îtirafkirin bê PDK heya niha çawa alîkarî daye dewleta tirk, çawa zext li ser YNK’ê kiriye, çawa navbênçîtî kiriye ji bo Iraq jî têkeve nav şer. Min di gelek nivîsên xwe yên borî de jî anîbû ziman – ji bo wê naxwazim niha li vir berfireh li ser rawestim – bes tenê dixwazim destnîşan bikim ku KDP ji bo hemû Kurdistanê bûye xeteriyek gelek mezin. Wekî din çi kirin? Xwestin YNK’ê jî tevlî vî şerê qirêj bike. Dema YNK’ê ev qebul nekir, bi rêya PDK’ê zext li ser YNK’ê kir. Dema ev jî nebû êdî rasterast li hin cîhan dewleta tirk êrîşî qadên YNK’ê kir. Xuyaye ku heya niha YNK’ê ji sekna xwe tawîz nedaye û naxwaze têkeve nav vî şerê qirêj. Ev jî heger wisa berdewam bike – seknek pîroz e. Her wiha dewleta tirk bi dehan hevdîtin û heyetan çûn Iraqê û bi rêveberên Iraqê re hevdîtin kirin, ji bo ku Iraqê tevlî vî şerê li himber gerîlayên azadiya Kurdistanê bike. Hevdîtina Erdogan ya çend meh berê bi Serokê Iraqê re vê hevkariyê piştrast dike. Em dema bala xwe didinê, dibînin ku dewleta Iraqê bi qismî tevlî vî şerî bûye – ji ber ku Hêzên Iraqê yên parastina sînor êdî bi awayekî xeter nêzî qadên gerîlayan dibin. Ev jî ne bes e dewleta tirk li qurbaniyên nû digerin û dixwazin cerdevanan tevlî vî şerî bike. Herî dawî rêzdar Murat Karayilan jî bahsa vê xeteriyê kir û hemû cerdevan hişyar kir, ji bo ku nebin qurbaniyê desthilatdariya faşîst ya tirk.
Wek min anî ziman – îro dîsa şerekî gelekî dijwar heye – bi taybet li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ev şer diqewime. Gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava berxwedanek gelek mezin de ne. Hem di dîroka Kurdistanê de û him jî di dîroka cîhanê de – mirov dikare bêje ku şerek ewqas dijwar nehatiye dîtin. Li hin cîhan di nava 2 rojan de 67 caran êrîş dikin, bombeyan davêjin, çekên qedexekirî bi kar tîne. Hema bêje 24 seetan şer qet ranaweste. Herî dawî jî malper û kovara bi nave “greenreport”ê jî bahsa bi kar anîna şerên kîmyewî dike û dibêje li hemû cîhanê bêdengiyek mezin heye li hember dewleta tirk. Malper/kovar dibêje: “Artêşa tirk bi çekên qedexekirî û bombeyên qirêj bombe li gerîlayên Kurd dibarîne. Mîna li Ûkrayna û Xezayê, lê cîhan berê xwe dide aliyek din.”
Hemû cîhan berê xwe dide aliyekî û li Kurdistanê temaşe nake. Ya esas divê gelê kurd vê rastiyê bibîne û li gora wê tevbigere. Berpirsyarî dikeve ser milên hemû Kurdistanê – ji ber ku çiyayên Kurdistanê ne tenê dil herwiha mejiyê Kurdistanê ye. Ev di dîrokê de jî bi dehan caran rastiya wê hatiye tescîlkirin. Ji bo wê jî gelek girînge encamên vê berxwedanê.
Ev berxwedan bi ruhê fedayî tê nivîsandin. Keç û xortên Kurdistanê li ser çiyayên azad destana lehengiyê dinivîsin. Destanên ku teqez rojekê bibe mijara romanan…ev lehengiyek wisa bêhempa ye!