Di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê, dewletê rûyê xwe yê hovane û qetilker, careke din nîşanî kurdan da. Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di vê şevê de bombe li 34 welatiyên kurd barandin û hemû qetil kirin.
Dema ku ev komkujî pêk hat, weke bûyerên bi vî rengî yên demên berê, dewletê bi saetan veşart û nexwest bê bihîstin. Li gel ku dîmenê wehşata ku pêk hatibû, ji aliyê çapameniya azad ve dihatin parvekirin jî çapameniya tirk xwe li kerbûn û laltiyê danibû û bi tu awayî bûyer ji raya giştî re ranedigihand.
Bi kurdekî hovîtî ragihandin
Piştî ku wehşet di çapameniya cîhanê de weke nûçeyên lezgîn derbas bû, dewlet neçar ma ku hovîtiya xwe ya li hemberî welatiyên kurdan qebûl bike û bi siyasetmedarekî AKP’î yê kurd der barê mijarê de daxuyanî bide. Ev kes Huseyîn Çelîk bû ku niha ji AKP’ê hatiye dûrxistin û destûr nayê dayîn ku bi awayî dengê wî bê bihîstin. Bi gotineke din rola ku jê re hatibû diyarkirin îro bi dawî bûye.
Xwestin ser komkujiyê bigirin
Piştî ku komkujî hat qebûlkirin û qaşo ji bo kujeran sozên cezakirinê hatin dayîn jî heta niha tu kujer nehatiye darizandin û cezakirin. Berovajiyê cezakirinê kesên ku destê wan di vê komkujiyê de hebûn ji aliyê serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve bi payeyên bilind hatine xelatkirin.
Pêvajoya hiqûqî ya hesabpirsîna vê komkujiyê ji aliyê AKP’ê ve hat xwestin bi pereyan bê bidawîkirin. Ji bo vê yekê AKP’ê mîqdarekî pere pêşniyarî malbatan kir û ji wan xwest ku bi vî mîqdarî qanih bibin û li dijî dewletê doz venekin. Malbatên kezebşewitî yên qurbaniyên komujiyê li dijî vê teklîfa AKP’ê derketin û doz li dewletê vekirin.
Kujer li ser peywira xwe ne
Piştî vê jî pêvajoya hiqûqî bi zanebûn hat dirêjkirin û gelek astengiyên burokratîk jê re hatin derxistin. Herî dawî jî di sala 2016’an de Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, bi hinceta ewraqên kêm serlêdana ku ji bo komkujiyê hatibû kirin, red kir. Li gel ku ev biryar gelek hat rexnekirin jî dadgehê ji bo qebûlkirina serlêdanê û darizandina kujeran tu gav neavêt. Piştî redkirina dadgeha destûra bingehîn, parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Vê carê jî sala 2018’an DMME’yê bi hinceta parêzeran belgeyê ji wan hatiye xwestin du roj dereng şandine, serlêdan red kir.
Di ser hovîtiya dewletê re 9 sal derbas bûn. Hê jî di pêvajoya hiqûqî ya komkujiyê de tu pêşveçûn tune ye. Kujerên ku ji aliyê serokomar Erdogan ve hatine xelatkirin, li ser peywira xwe ne û ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan di nav amedekariyan de ne. Hem beriya salvegera komkujiyê hem jî piştî salvegera komkujiyê ji aliyê gelek sazî û dezgehên kurdan ve têkildarî Komkujiya Roboskiyê daxuyanî hatin dayîn û komkujî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de qurbaniyên kokujiyê hatin bibîranîn.
Bernameya girseyî ya bîranînê ji aliyê HDP’ê ve li gundê Roboskî cihê ku komkujî lê çêbûbû, pêk hat. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û gelek parlamenterên partiya xwe tev li bernameyê bûn û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Pervîn Bûldan, li vir der barê komkujiyê de axivî û diyar kir ku dewlet û hikûmetê bi zanebûn û bi xwestin bombe bi ser qurbaniyan de barandine.
Ji aliyê desthilata AKP’ê ve têkildarî komkujiyê tu daxuyanî nehat dayîn û çapameniya wê jî bi tu awayî cih neda komkujiyê û bernameyên bîranîna qurbaniyên wê.