4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SÎHA li Kobanê êrîş kir: 2 kes birîndar bûn

Balafira bi çek a bêmirov (SÎHA) li Kobanê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku SÎHA li Kobanê êrîşî wesayitekê kiriye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn anî ziman kudewleta Tirk bi balafireke bêmirov a bi çek (SÎHA) wesayîteke girêdayî hêzên Ewlehiya Hundirîn kiriye hedef û wiha got: “Di berdewama êrîşên sîstematîk a li ser herêmên me de, îro saet 12.55’an, artêşa tirk a dagirker a faşîst li bajarê Kobanê bi balafirek bê mirov wesayîtek hêzên me kir hedef. Di encamê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê. Ev êrîşên li ser hêzên me peyameke zelal e, ku dixwaze hêzên me ji pêkanîna erkên xwe dûr bixin di vê demê ku wê hilbijartina şaredariyan çêbibin. Her wiha êrîş yek rê li ber çete û sûcdaran vedike da ku ewlehî û aramiya herêmên me xirab bikin.

Ev êrîş biryardarî û îradeya me xurt dike ku em ji her demê bêtir ji bo domandina civakek ewledar û aram bixebitin.”