12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji ber stranan doz vekir

Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê hunermendên ku li Sêrtê di çarçoveya 8'ê Adarê de stran gotin û Dayika Aştiyê doz vekir.

Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, der barê hunermend Fatma Dayan, Gulistan Dayan, Kader Kiliç, Nalîn Gokçen û Servet Ervan ên di çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan de stran gotin û Dayika Aştiyê Ayşe Taşiyê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz vekir.

Piştî dozger angaştname amade kir, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê angaştname qebûl kir. Angaştname ji 5 rûpelan pêk tê. 2 rûpelên wê ji bo PKK’ê hatiye veqetandin. Dozger angaşt ku Dayika Aştiyê Ayşe Taşçiyê ku xîtabî kesên li qadê kir propagandaya rêxistinê kiriye û hunermendan jî stranên pesindayina rêxistinê gotine.

Dozger xwest ku li her 6 kesan ji salekê heya 5 salan ceza bê birîn.