Kurdistanî û dostên wan li bajarê Amsterdam, Hambûrg, Kopenhag, Berlîn û Freîbûrg ên Elmanyayê sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin.
Kopenhag
Kudistanî û dostên wan ên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mitîngekî protesto kirin.
Di daxuyaniya li ser navê girseyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku 3 sal in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda muteq de tê girtin, em ji jiyana wî fikar in. Em bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê dikin ku erkên xwe bi cih bînin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan yekane rêberê ku dikare pirsgirêka Kurd bi aştiyane û mayinde çareser bike û hate diyarkirin ku aramiya Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd dibe.
Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Piştevaniya navneteweyî hêz dide” û “Jiyana bêyî Rêberti nayê qebûlkirin” berzkirin.
Berlîn
Li paytexta Elmanya Berlînê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk çalakî lidarxistin.
Ciwanên ku di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi meşaleyên bi reng ji kolana Sudsternê heya Admîralsbruckê meşiyan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” “Zap, Avaşîn, Metîna Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ Berlînê de wiha hate gotin: “Em ciwanên Kurd divê bêdeng nemînin û di nava piştevaniyê de bin. 39 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji ber vê yekê em ciwanên Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin.”
Freibûrg
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Freîbûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî tevlî meşê bûn. Beriya destpêkirina meşê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre meş ji qada Alte Synegoge Platzê destpê kir.
Di meşê de posterên Abdullah Ocalan û pankarta “Ji Rêber Apo re azadî” hate hilgirtin.
Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana İmralı”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berzkirin.
Amsterdam
Kurdistanî û dostên wan ên li Amsterdamê li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amsterdam Dam Pleînê li hev civiyan.
Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûn de şert û mercên giran ên tecrîdê hatin protestokirin. Bi daxuyaniya li Dam Pleînê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û bang li CPT û raya giştî ya Ewropayê hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Hambûrg
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi girtiyên siyasî re di çarçoveya pêngava nû ku ji 1’ê Hezîranê ve hat destpêkirin, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê ve mitîng hat lidarxistin.
Mitînga li ber stasyona trenê ya navendî, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê DKTM’ê ya Hambûrgê Mazlûm Amed axivî û diyar kir ku ew ê weke gel tu carî neelimin tecrîdê û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber çalakiyên xwe bidomînin.
Amed anî ziman ku divê tecrîd demildest bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyanê were çareserkirin.
Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê û Berdevka Komê Cansû Ozdemîr jî wiha got: “Li Tirkiyeyê hê jî bi hezaran girtiyên siyasî û bi taybet Abdullah Ocalan ji ber fikrên xwe girtî ne. Piraniya kesên ku tên berdan jî piştî demek kurt jiyana xwe ji dest didin. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tê pêkanîn sûcê mirovahiyê ye. Em vê qebûl nakin û divê li ber vê yekê têbikoşin. Abdullah Ocalan ji aliyê milyonan kesan ve weke rêber hatiye qebûlkirin û muxatabê herî mezin ê çareseriya pirsgirêka Kurd e.
Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.