12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar bûye hevîya gelan

Emîne Şenyaşar 119 roj in li pêş Wareta Dadê edaletê dixwaze. Lê wezîr careke din deriyê xwe li Emîne Şenyaşar girt. Endamên TMMOB’ê serdana Şenyaşar kirin û gotin têkoşîna wê bûye hêviya gelan.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê di roja 119’an berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku parlamenterê DEM Partiyê ye, di roja 119’an de carek din çûn pêş Wezareta Dadê. Lê wezîr carek din deriyê xwe girt. Endamên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ên Wan, Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê serdana malbatê kirin û piştevanî dan nobedê.

Hevserokê Odeya Endeyzarên Ceyranê (EMO) a Şaxa Amedê Ûfûk Bûlût axivî û destnîşan kir ku ew li cem têkoşîna Emîne Şenyaşar in û xwest daxwaza edaletê ya dayika Emîne were qebûlkirin.

Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz jî di serdanê de axivî û wiha got: “Ev 100 sal in li Kurdistanê kuştinên kiryar nediyar tên kirin û diqewimin. Em di şexsên cangoriyên xwe de dibêjin, bila ev kuştinên kiryar nediyar werin ronîkirin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”

‘Bûye hevîya gel’

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Şerefxan Aydin jî di serdanê de axivî û wiha got: “Dayika Emîne doz, berxewdan û têkoşînek bi heybet e. Tu mînakê vê têkoşînê tune ne. Helwestek û têkoşînek bêwestan dide. Ji bo hemû gelê me bûye hêvî. Em bejna xwe li ber vê sekn û heybetiya wê ditewînin. Em jî bi hêvî ne ku wê di demek nêz de daxwazên dayika Emîne werin bicihanîn.”

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bûn.