12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êdî bes e û tecrîdê rakin’

Partiyên siyasî û rexistinên civakî yên sivîl li Edenê ji bo piştevaniya berxwedana girtiyên siyasî daxuyanî dan û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin.

Li Edeneyê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya malbatên girtiyan. Nûnerên rêxistinên civakî li Qada Beşocakê çalakî pêk anîn. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA, endam û rêveberên DBP, DEM Partî, AYKAY-DER jî tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de girseyê pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin û pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku ji bo tecrîd bê rakirin û aştî bê welêt, 5 heftenin çalakiyan li dar dixin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Refîka Akin jî xwest ku tecrîd bi dawî bebe û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Refîka Akin da zanîn ku ew ji ber rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan bifikar in û wiha got: “Dayikên Aştiyê êdî şer, barandina hêsiran û mirinê naxwazin. Tecrîda li ser Rêbertiya me rakin da ku zarokên me ji vê tecrîdê xelas bibin.”

Refîka, bal kişand ser helwesta Wezareta Dadê û CPT’yê ya têkildarî tecrîdê û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî bes e, tecrîdê rakin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.