Ma ferheng zayendperest in? Ji bo bersiva van sualan, di ferhengan de tenê peyvên “Mê”, “Nêr”, “Jin” “Mêr” “Keç”, “Qîz” “Xort”, “Kur” bimêzînin, dê fêm bibe ku ferheng xizmeta dijberiya jinê dike û xizmeta serdestiya mêr dike.
Ma ferheng bedkarîkirina (suîstîmal) peyvan e? An jî ma erka ferhengê mayîndekirina zayendperestiyê ye?
Wekî tê zanîn bedkarîkirina peyvan mijareke sereke ya ku tê nîqaşkirin. Hişmendiya baviksalarî nijadperest, olperest, zayendperest, artêşperest, sermayedariyê li ser serê gel, civak, bawerî, jin, xwezayê li gorî berjewendiyên xwe dikin amûrê fikra azad mafên mirovan bi rastî û demokrasiya civakê dixapînin.
Têgehê jî ji koka wateyê qut dikin. Ji bo berjewendiyên xwe dişixulînin. Zimanê serdestan demokrasiyê ji destê civakê digirin û civakê parçe dikin. Didarizînin. Bi gotina polîtîkayê derewan rast û kujeriyê jî bi rûmet nîşan didin. Bi nerîna baviksalarî û ferhengnasî ji peyva “mê” û “nêr” ji koka wan qut dikin û zayendperestiyê “bi rûmet” dikin; bi qestî xefilandinê pêk tînin. Bi rêya ferhengan jinê didarizînin. Kategorîze dikin, wekî baş /nebaş ji hev vediqetînin. Li gorî kî-kê baş nebaş kişandiye. Baviksalarî biryarê dide.
Çawa ku nijadperest ji bo îkna bikin dibêjin “Em civaka xwe ji biyaniyan biparêzin” gotinek masûm didin xuyakirin, lê di bin de nijadperestiyê dihûnin; dewleta neteweya mêr rewa dikin, red înkarê kûr dikin. Komkujiyan meşrû dikin.
Lê ku em bi hişmendiya; civakê yek rengî nepejirînin û hemû rengên civakê hembêz bikin, wê demê em nayên xapandin. Em li ferhengan dimêzînin, bi biyolojiya jin, mêr, ajal, nebatan, bi peyva “Mê” û “Nêr” tev li hev dikin. Zayendperestiyê diafirînin. Ne tenê înkar dikin. Wekî tê zanîn bingeha newekheviyê li ser “Mê” an “Jin” diafire. Bi salan e em jî bi tevgêrên jinên cîhanî re li dijî zayendperestî, nijadperestî, olperestî, artêşperestî, serdestî, sermayedarî (kedmijî, dagirkerî) posîtîvîst oryantalîst re têdikoşin. Ev peyvên bi hev re rûxandina xwezayê û jiyana zindiyan dikin (mêr jî tê de).
Bi giştî projeya me ya jinên kurd, Kurdistanî û gerdûnî, ev bi kapîtalîzmê re li kesayetê hîçîtiyê, li jinê bêrûmetiyê, li gelan bênasnametiyê, li jiyanê bêwatebûnê, li xwezayê bê ax-av-hewabûnê, ferz dike. Ruxmê ku lêkolînvan, rêzimanzan, ferhengnasên mêr jî dibînin, vê zilmê, hîçitî, bênasname, bêwatebûnê, dijîn. Dîsa jî berdewama peyv, hevok, nivîsên zayendperest, serdestiyê ji nû ve diafirînin. Bi hezaran dubare dikin.
Hewce ye em li ser vê mijarê rawestin. Loma em jî wekî jin, jinên dîlgirtî, li ser mijarê radiwestin ku mêrên bindest, dema di peyv, hevok, çîrok û nivîsan de jinê qels û bêrûmet pênase dikin, di heman demê de bindestbûna xwe, dipejirînin û xizmeta hegemonayê dikin. Ev li dijî hevjiyana azad e.
Bi taybet di ferhengan de zayendperestî, serdestî, nijadperestî, mîlîtarîzm pir berbiçav e. Ruxmê ku ev mijar her dem di rojevê de ye, sererastkirin pir kêm e. Me wekî TJA, (Tevgera Jinên Azad û Demokratîk –DOKH) ê di sala 2006’an de li ser gelek weşanên kurdî ev mijar wekî dosya di Azadiya
Welat de weşand, (Ruxmê ku zinhiyeta baviksalarî xwest asteng bike jî) bû rojev. Lê mixabin weşanên piştî 2006’an çap bûne, hîn jî heman zayendperestiyê didomînin. (Ji bo ferhengan ji Azadiya Welat sûd hatiye girtin. Lê ji dosyên ku jinan amade kiriye ji ajansa jinan sûd wergirtine.)
Ruxmê ku zimanê kurdî “Mê” û “Nêr” e ferheng û rêziman wêje “mêr” tê sazkirin. Peyv, hevok, mînakên ku peyvê pênase dike di van weşanan de asta sincê derbas dike.
Di şertên vir de gelek çavkanî kêm in. Lê ez li ser;
Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Enstîtuya Kurdî ku Zana Farqînî bi çapa berfirehkirî di 2022’yan de çap kiriye,
erhenga Îngîlîzî-Kurdî Mûsa Altûn, weşanên SÎTAV di sala 2020’an de çap bûye,
Rêzimanê Kurmancî Samî Tan di sala 2015’an de weşanên Enstîtuya Kurdî,
Ferhenga Îngîlîzî-Tirkî, Tirkî-Îngîlîzî, weşanên FONO di sala 2014’an de çap bûye,
Ferhenga Biwêjan Mehmet Oncu di sala 2015’an de Kurdî-Kurdî di weşanên SÎTAV’ê de çap bûye,
Ferhenga Tirkî-Tirkî TDK di sala 1988’an de çap bûye,
Ferhenga Biwêjan a Mezin Kurdî-Kurdî Dîlawer Zeraq di sala 2016’an de Weşanên LÎS’ê çap bûye,
Kürtçe Açiklamali kürtçe, kirmancca/Zazaca dil dersleri Deniz Gunduz 2013’yan de weşanên Wateyê.
Di destpêkê de dixwazim bêjim ev çavkanî bi kedeke girîng hatine amadekirin. Lê ji dilê min nayê ku ji bo hemûyan bêjim “Kedxweş”, peyv, hevok, çîrok û hwd pîvanên etîk neparastinê di asta sixêfan de li dijî jinê hatine sazkirin û tundiya baviksalarî li ser jinê rewa kirine. Em wekî jinên kurd her berhemek ji bo zimanê kurdî bi kelecan pêşwazî dikin. Lê bi hişmendiya zayendperest re ev kelecan jî bi hişmendiya baviksalarî re diçe.
Ji bo mijar (fêm bibe) bê fêmkirin ku nivîskarê ferhengan li dijî gotinên xwe tevgeriya en ez ê ji nivîsên pêşek û pêşgotinên wan hin beşan bidim (pêşniyar dikim ku tevahî jî were xwendin).
Nexwe ziman çiye? Mirov dikare bi sê awayên cuda bersîva vê pirsê bide ku hemû jî têkildarî hev in û hev teman dikin.
1 – Ziman navgîna ragihandinê ye. Mirov bi rêya dengan hest û ramanên xwe radigînin hev. 2- Ziman dergûşa hemû afirandinên mirovan e. 3-Ziman nîşaneya nasnameya hevpar e.
Ji ber van sedeman têkiliyek xurt di navbera ziman, çand û nasnameyê de heye. Taybetiya sereke ya ku netewan pêk tîne ziman e. Dîroka hevpar ji ziman werdigirin. Êdî kesên ku bi heman zimanî dipeyîvin çiqas dûrî hev bin jî dîkarin bi hêsanî bi hev re danûstendinê bikin û bêyî rakirina sînoran ji aliyê hest, ramanê ve yekîtiya xwe pêk bînin… (Samî Tan û Zimanê kurdî)
(…Loma em dikarin bibêjin ku peyv bîr û riwengeha miletekî ne… Ziman ne tiştekî sekan, lê diyardeyeke guherbar e ku tim di nava guherîn û livînê de ye. Loma ji ber vê taybetmendiya xwe tê gotin ku ew organîzmayek zindî û dînamîk e. Qewam, rewş û pêşketinên cuda yên ku di hemû warên jiyana mirov de çêdibin. Yê dibêjin genciniya ziman bandorê lê dikin û ziman diguherînin çendî ku ji ber van yekan têgeh û termên nû yên aîdî gelek waren (ên mîna çand, huner, perwerdehî, aborî, civakî, siyaset, zanist, teknolojî û hwd) li ziman zêde bibin jî lê dibe ku hin bêje ji bo qonaxa demê re ji bo bikaranînê bikevin, hin bêje ji aliyê maneyê ve berteng an jî berfireh bibin ku ev jî dîsa ji ber rewşa dînamîkiya ziman diqewime… Di encama têkoşînên van salên (di 90’î de) dawî de ku di her warî de tên kirin piçek rê li ber kurdî ji vebû…) (Zana Farqînî, Pêşek- Pêşgotina Ferhengê)
“Deronê koyanê welatê mi re ke ber veçnayiş ra pey newe ra şax û gil donê”. (Ez vê pirtûkê diyarî derê çiyayê welatê xwe dikim ku piştî her şewata birik şax û dax didin.)
Rexneya sereke li gorî van çavkaniyan, ji zayendperestiyê rizgar nebûne. Hewceye em sualekê ji xwe bipirsin ma ferheng zayendperestî û serdestiyê diparêzin? An ji ma ferheng zayendperest in? Ji bo bersîva van sualan, di ferhengan de tenê peyvên “Mê”, “Nêr”, “Jin” “Mêr” “Keç”, “Qîz” “Xort”, “Kur” bimêzînin, dê fêm bibe ku ferheng xizmeta dijberiya jinê dike û xizmeta serdestiya mêr dike. (Dê bidome…)