Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 39 meh in tu agahî jê nayên girtin re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Hevdîtinan asteng dikin
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta “cezayên disiplînê” asteng dike
Bênavber qedexe dikin
Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte hate îlankirin û qedexeyên hevdîtinê heya sibata 2018’an dom kirin. Piştî vê dirokê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran 6 mehan carekî hatin qedexekirin.
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3’yê gulana 2024’an de derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê Ocalan de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.