Navenda Lêkolînên Sehayê ya Sosyo Polîtîkê rapora xwe ya lêkolînê ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê asta bikaranîna zimanên derveyî zimanê tirkî û daxwaz û meylên ser zimanê dayikê” parve kir. Sosyo Polîtîkê xebatên lêkolînê di navbera 2-9’ê gulanê de pêk anî. Hezar û 276 kes beşdar bûn. Navendê lêkolîn li bajarên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Antalya, Dîlok, Çanakkale, Mêrsîn, Xarpêt, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Agiriyê pêk anî.
Di çarçoveya lêkolînê de ji beşdaran zimanê wan ê dayikê/ zarava hate pirsîn. Ji sedî 74’ê beşdara gotin “kurmancî”, ji sedî 11,9’an got “kirmanckî/zazakî” û ji sedî 5,3’yan jî gotin “kurmancî û kirmanckî.” Ji sedî 8,8’an got suryanikî, ermenkî, erebî, gurciyî, çerkezî, lazî, rîmî û osetî. Li gel ku tirkî zimanê wan ê dayikê nîne jî ji sedî 18,8’ê beşdaran gotin ku “Li malê/di nava malbatê de” bi tirkî diaxivin. Beşdarên li malê û di nava malbatê de tirkî û zimanê dayikê bi kar tînin ji sedî 46 e. Dema bersivên heyî tên hesabkirin, ji sedî 64,8’ê beşdaran li malên xwe bi tirkî diaxivin.
Ji sedî 42,2’yî beşdaran gotin
ku li malê/di nava malbatê de “her tim” bi tirkî diaxivin. Ji sedî 17,7’ê beşdaran gotin ku di li malê/di nava malbatê de zimanê xwe yê dayikê “kêm caran” bi kar tînin. Ji sedî 9,1’an jî gotin “tu caran” bi kar naynin. Têkildarî encama ankete Koordînatora Navenda Lêkolînên Sehayê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç nirxandin kir. Mîrateya pirçandî û pirzimanî Genç diyar kir ku bêtir kesên bi zaravayên kurmancî û kirmancî beşdarî xebatê bûn û wiha got: “Kesên bi zimanê ermenî, suryanî, erebî, çerkesî û wekî din jî tev li xebatê bûn. Tirkiyeyê jiyanek pir zimanî û pir çandî ji Osmanî dewir girtiye. Lê em dibînin ku çand û zimanên li Tirkiyeyê li gorî berê pêş neket. Vê anketê nîşan da ku ev mîrateya pir çandî û pir zimanî di talûkeyek mezin de ye. Mînak kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 70 bi zimanê zikmakî naaxivin. Dîsa gelek ji wan bi piranî li malê bi tirkî diaxivin.”
Jin bêtir bi tirkî diaxivin
Yeksel Genç destnîşan kir ku 4 sal in li ser ziman lêkolîn dikin û wiha axivî. “Li gorî daneyên lêkolînê mêr ji jinan kêmtir bi zimanê biyanî diaxivin. Li kolanê û qadên civakî jin li gorî mêranbêtir bi tirkî diaxivin. 4 sal in em xebatên li ser ziman dikin. Em dibînin ku jin kêmtir bi zimanê zikmakî diaxivin.”
Zarok bi zimanê xwe nizanin
Genç bal kişand ser temenê kesên bi zimanê zikmakî diaxivni û ev agahî dan: “Xalek din a balkêş temenê kesên bi zimanê zikmakî diaxivin. Her ku temen biçûk dibe kêmtir zimanê zikmakî diaxivin. Bi taybetî zarokên di navbera 0-5 salî de ji her 10 kesan 8 kes bi tirkî diaxivin. Zarok bi zimanê xwe nizanin. Berê zarokên ku zimanê zikmakî dizanîbûn bêtir bûn. Piştî zarok diçûn dibistanê rêjeya axaftina zimanê zikmakî kêm dibûn. Lê niha êdî zarokên biçûk kêmtir zimanê xwe diaxive. Ev jî nîşan dide ku hem jin kêm zimanê zikmakî diaxivin û hem jî li malê kêm tê axaftin. Ev rîskekî nîşanî me dide. Dîsa talûkeyek din êdî wekî berê li malan mezin ji bo zarokan çîrokan nabêjin. Çand, kevneşopî û serpêhatiyên xwe berê parve nakin.”
Dibistanên bi kurdî tune ne
Genç da zanîn ku di lêkolînê de ji sedî 40’î digotin yên çîrok û çanda berê vedibêjin tune ye û wiha lê zêde kir: “Ji xeynî tirkî, zimanê din bi nivîskî pêş neketine. Bi taybetî wêje, çand û zimanê kurdî heta niha bi devkî derbasî zarokan bûye. Ji ber ku dibistanên kurdî tune û çanda nivîskî heta niha pêş neketibû. Ji bo ku êdî wekî berê mirovên çand, dîrok û kevneşopiya berê derbasî zarokan bikin tune, ziman û çanda kurdî dikeve xetereyê. Em dibînin ku êdî li malan rêjeya ku zimanê zikmakî fêrî zarokan bikin kêm dibe.”
Ziman di talûkeyê de ye
Genç herî dawî anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêş zimanê zikmakî, nebûna perwerdehiya zimanê zikmakî ye û wiha bi dawî kir: “Zêdekirina polîtîkayên bişaftnê bandora neyînî li ser zimanê dayikê dike. Di lêkolînê de mirov ji bo çareseriyê pêşniyar dikin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî pêş bikeve, ziman bi zagonan bê parastin û fermîkirin, malbat bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxivin.”