12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîvala Wêjeya Kurdî ya Sirgûnê dest pê dike

Wêjegeh Berlin (Literaturhaus Berlin) di navbera 29’ê Gulanê û 2’yê Hezîranê de ji bo pênc rojan festîvala wêjeya kurdî ya “Dengê min tê te?/Hörst du mich?“ li dar dixe.

Festîvala li ser wêjeya kurdî ya sirgûnê, wê di 29’ê Gulanê de mêvanên xwe yên di qada navnetewî de naskirî, li hev bicivînê. Di mihrîcanê de dê pirsgirêkên kurdan yên li Almanya û seranserê Ewropayê, wêjeya kurdî û jiyana nivîskarên kurd li diyasporayê nîqaş bikin. Nivîskar ê berhemên xwe bixwînin. Ji bilî vê bernameyek li ser helbestê jî ê hebe. Dengbêjî, nîsandana fîlman, muzîka rap û elekronîk, pêsengeh, bernameyên zarokan û fuara wêjeya kurdî ê li benda mêvanên xwe bin.

Xwendevan dê di mihrîcanê de derfeta kirîna pirtûkan û sohbeta bi nivîskaran re jî peyde bikin. Ev festival bi kuratoriya romannûsa Kurd-alman Beliban zu Stolberg û akademisyenê Kurd Dawid Yesilmen ve tê organîzekirin. Hauptstadt Kulturfond û Literaturhaus Berlin pistgiriya vê festîvalê dikin.

Di festîvala pênc rojan de gelek nivîskar û hunermendên hêja dê amade bibin. Di roja pêşî de bi sê panelan, dê guh bidine Burhan Sonmez, Ozlem Galip û Behrouz Boochani. Di dawiya rojê de jî Alî Tekbas ê klamên dengbêjiyê ji mêvanan re bisitire.

Roja duyemîn ê li ser rewsa jinên êzîdî û wêjeya ku bi destê wan hatî nivîsîn bê nîqaskirin.

Roja sêyemîn jî nivîskarên kurd Yildiz Cakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci û Gulges Deryaspî ê li ser berhemên xwe biaxivin. Di dawiya rojê de jî helbestvanên ji zimanên cuda ê helbestên xwe bixwînin.

Di dawiya hefteyê de du bernameyên ji bo zarokan hene. Yek, di roja semiyê de şanoger Ferhat Keskin ê cîrokên kurdî bi awayekî înteraktîf ji zarokan re vebêjê.

Roja yeksemê jî, nivîskara efrîqî Dayan Kodua ê li ser nivîsandin û capkirina pirtukê perwerdeyê bidî zarokan.

Herweha di herdu rojên dawiya hefteyê de gelek mijarên weke rewşa perwerdehiya kurdî li Almanyayê, wergêrî di navbera kurdî û almanî û kurdî û îngilîzî de jî bê nîqaskirin. Nivîskar Eskerê Boyik ê li ser sirgûniya navnifsî biaxive. Fatma Aydemir û Beliban zu Stolberg ê li ser berhemên xwe û di berhemên xwe de li ser têgeha bavîtiyê biaxivin. Nivîskar Firat Cewerî û Helîm Yusiv ê li ser jiyan û berhemên xwe yên li diyasporayê biaxivin.

Di dawiya bernamyê de jî akademisyen û romannus Ibrahîm Seydo Aydogan jî ê li ser perspektîfên pêserojê yên wêjeya kurdî biaxive.

Herweha divê em bêjin ku festîvala wêjeya kurdî ya sirgûnê ciyekî taybet dide jinê. Festîvala ku ji mêvanan %65 jin in, herweha gelek mijarên curbecûr li ser rewsa jinê ya diyasporayê jî derdixê pês. Jin ê stranên xwe bêjin, berhemên xwe bixwînin, fotografên xwe pêskês bikin, rexne bikin û pirsan bikin. Di vê carcoveyê de akademisyen Ozlem Galip ê bi moderatoriya Deniz Yonucu, li ser lêkolîna xwe ya li ser jinên kurd yên diyasporayê ku hunerê dikin biaxive. Herweha Leyla Ferman, Ronya Othmann, Duzen Tekkal, Jiyan Alomar ê li ser pirsgirêk û rewsa jinên êzîdî û edebiyata li ser vê mijarê biaxivin. Di rojên din de jî nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, fîlman cêdikin, lêkolînan dikin jî ê tevlî festîvalê bibin. Fatma Savci, Yildiz Cakar, Gulges Deryaspî, Soleen Yousef, Meral Simsek, Ayse Polat, Munevver Azizoglu Bazan, Ayse Polat, Fatma Aydemir cend navên sereke ne. Herweha EBOW û Aties jî weke du jinên muzîkjen stranên xwe ji me re bêjin.