12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşî hîndekarî, paşê perwerdehî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Bêguman qada ku rêgez û rêbazên takekesî û civakî pêk tîne, perwerdehî ye û ji bona birêvebirina pergala perwerdehiyê divê herî pêşî bernameya hîndekariyê were avakirin.

Qada ku rêgez û rêbazên takekesî û civakî pêk tîne, perwerdehî ye. Civakên ku bernameya hîndekariya xwe ya birêkûpêk ava dikin tenê dikarin pergala xwe ya perwerdehiyê bi rê ve bibin.

Tiştê ku mirov ber bi şerdebûn şarezahiyê ve dike perwerdehî ye. Belê pêlika sereke taybetmendiya pewrerdehiyê hîndekarî ye. Hîndekarî berî perwerdehiyê tê. Hîndekarî doktrîna/bîrdoza perwerdehiyê; perwerdehî pratîka/kardariya hîndekariyê ye. Tiştê ku dike mirov di qada hîndekariyê serketî û serfiraz bibe, nîyet e. Niyeta mirov a ku di qada hîndekariyê de pêk tê mirov ber bi helwesteke nû ve dike.

Nîyeta mirov li gor armancekê pêk tê. Ew armanc mirov ber bi helwesteke hevgirtî ve dike. Kesên ku bi aramanca serketinê tev nagerin helwesteke wan a hevgirtî jî tune ye. Ev helwest û pêşnûmayên hevgirtî jî bi saya perwerdehî û hîndekariyeke tekûz bi dest dikevin. jimareya agahdariya ku hewcedariya takakes û civakê pê heye.

Mirovahî ji do heta îro rastî guherîn û veguherînên girseyî yên cihêreng hatiye. Timtêl û hijmetkariya mirov a ku bi hezaran sal e didome û hê jî bi dawî nebûye, mirov ber hest û hizrên bêserûber, kûr û bêdawî ve dike.

Ji van veguhertinên girseyî ya yekem derbasbûna ber bi erd û jiyana niştecihbûyî ve, ya duyemîn derbasbûna ber bi civaka pîşesaziyê ve, ya sêyemîn jî derbasbûna ber bi civaka agahdariyê ve ye.

Pêşketinên di teknolojiyên agahdarî û ragihandinê de bûne sedema guherîna civakan û hêmanên tund ên wekî tevgerên azadî û serweriyê seferber kirine. Di vê pêvajoyê de têgînên nû ên wek “serdema agahiyê” û  “civaka agahiyê” hatine pêşxistin. Ev têgîn di gelek warê aborî, bazirganî û perwerdehiyê de hatine qebûlkirin. Di salên borî de, teknolojî li deverên cûda ji bo armancên cûda hatine bikaranîn. Ji van qadan yek jê jî beşa perwerdehiyê ye. Bi pêşketina teknolojiyê re, di rêveçûna perwerdehiyê de jî guhertin çêbûne û ramana fêrbûna takekesî derketiye holê.

Çendaniya hînbûnê ya bingehîn û çawaniya peydakirinê li gor çand, kelepûr û kevneşopiyên civakê û hewcedariyên demê diguhere. Her kes; zarok, ciwan, mezin,  kal û pîr, jin û mêr divê bikaribin ji derfetên perwerdehiyê yên ku ji bo peydakirina hewcedariyên xwe yên bingehîn ên fêrbûnê hatine çêkirin, sûd wergirin. Hewcedariya perwerdehî û hîndekariyê bi amûrên bingehîn ên wekî xwendin, nivîsandin, vegotina devkî û nivîskî heye. Çareserkirina pirsgirêkan û herwiha parastina hebûna mirovan, pêşxistina kapasîteyên wan bi tevahî li gor van amûran dişêwin.

Jiyana rojane, xebat, hewldan, beşdarbûna pêşveçûnê ya bi her awayî, bilindkirina standardên jiyanê, girtina biryarên agahdariyê û naveroka fêrbûna bingehîn (wek zanîn, jêhatîbûn, nirx û helwest) hewce ne ku sereqet û bênavber bidomin.

Hînkirin û hînbûn şertên perwerdehiyê û tevaya xwendinê ne bi armanca peydakirina destûrname, sertîfîka, xelat û formasyon dikarin nîşaneyên asta perwerdehiya kesekî/ê bin. Belê nîşaneya asta perwerdehiya takekes liv, tevger û têkiliyên wî/wê yên civakî ne.

Bêşik her mirov dikare neyiniya gelek tiştên zirardar vebêje û li hemberî wan bertekeke tund nîşan bide. Herkes dikare rêzikên trafîkê ji ber bike. Lê eger ferd fêr bibe û vê yekê neke, ev tê wê maneyê ku ew tenê hîn bûye lê perwerde nebûye. Perwerdehî ne tenê hînkirin e, guhertin û vegihertin e jî.

Armanca sereke ya perwerdehiyê ew e ku tiştên ku têne fêr kirin, derbasî kardariya jiyanê bibin. Ji aliyê din ve hin sîstemên perwerdehiyê bernameyên xwe yên taybet li gor şert û mercên civaka xwe amade dikin û li gor vê bernameyê jî hemû hemwelatiyên xwe perwerde dikin.

Perwerdehî, mafê herî xwezayî û bingehîn ê hemû mirovan e. Domana perwerdehî, domaneke sereqet, domdar û dûvdirêj e. Perwerdehiya bêpere mafekî mirovî ye. Belê mixabin hê li tu deverê cîhanê jî ev maf bo her kesî nehatiye dayîn. Berdewamiya perwerdehiyê jî bi hebûna beşên ku bi hevdû re di nava têkilî û ahengekê de ne tê famkirin. Dema ku di navbera perwerdehî û hîndekariyê de aheng û hevgirtin tune be,  herdu hêman jî nikarin erka xwe baş pêk bînin. Neliheviya navbera perwerdehî û hîndekariyê, hem pergala cîhanê serûbin dike û hem hevahengiya xwezayê xira dıke.

Gava ku mirov di ser xwe re li asîmanê bêstûn dinihêre, ewrengiya gerdûnê ya biserûber û bihişmet mirov hijmetkar dihêle.  Erdgilora ku em li ser dijîn, di nava pergala rojê de gerstêrkeke biçûk a ku fezayê de ji misqalî zer jî biçûktir xuya dike. Bêguman jiyana mirov a kurt û demdemî ya li ser rûerdeke biçûk tu car têra naskirin û famkirina gerdûneke abadîn û bêdawî nake. Meraq û hijmetkariya mirov a ku wekî mirateyekî bênavber didome, ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Di navbera mirovên civaka seretayî û civaka îro de gelek pêşketin guherîn û veguherîn pêk hatine. Ev guherîn û veguherîn bi saya perwerdejiyê pêk tê.

Temenê mirov çiqas dibe bila bibe çawa ku pêdiviya mirov bi xwarin vexwarin, debar,  vehewîn û parastina jiyanê heye,  bi qasî wê jî pêdivî zanîn, agahî, perwerdehî û hîndekariyê jî heye. Divê mirov derbarê taybetî û xweseriyên civata/civaka xwe xwedî zanîn û agahî bin. Her mirovek cîhaneke resen û xweser e. Divê mirov hay ji xislet, çawanî û çendaniya civaka xwe hebin û li gor wê bi mirovan re têkiliyê daynin. Divê her mirov ji hêla xislet û çawaniyên mirovên din xwe nedin ber hev û behreyên xwe û mirovên din rûberî hevdû nekin.  Lewre her mirovek cîhaneke taybet û xweser e. Her mirov bi vê xweseriya xwe ji gelek aliyan ve ji mirovên din vediqete. Belê têkilî û danûstandina wî/wê ya bi mirovên din re her gav û bi her awayî berdewam dike.

Beguman gelek pirsgirêkên mirov ên civakî hene. Ew pirsgirêk jî li gor rêgeza sedem û encamê pêk tên. Wekî din jî meriv nikare vê yekê tenê bi sedemekê an du sedeman ve girê bide. Ji bilî wê; dibe ku gelek sedemên diyarker ên ku mirov bi ser ve nebûbe jî hebin. Lewre derûniya her mirov an jî civakê li gor rewşa wî/wê ya aborî û çandî teşe digire. Hest û hizr, bîr û bawerî, gerdîş û kevneşopî, dab û nerît jî li gor pergala perwerdehiyê diyar dibin û diedilin.  Ji bo wê divê pergala perwerdehiyê jî li gor şert û mercên civakê were amadekirin.

Bi rastî her ku jiyan berdewam dike, her tişt li gor wê ji nû ve diguhere. Di jiyanê de hevahengî û rêzik hene. Ev hevahengî û rêzik dike ku her mirov karê xwe yê yekta bi awayekî herî baş bi cih bîne. Her mirov neçar e ku di karê xwe de serketî be. Ji bo ku di karê xwe de serketî be jî pêdiviya wî/wê pêşî bi hîndekarî û perwerdehiyeke pîşeyî heye. Mirovên herî feydedar û ew in ku di karê xwe de pispor bin. Belê tenê pisporî jî ne bes e; divê berî wê şaremend û şareza bin. Heta ku civakek perwerde nebe, nikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn û derveyî çareser bike.

Ji paradoksên ku li jor hatine diyarkirin jî tê famkirin ku perwerdehî mijareke pir krîtîk e. Dîsa diyar e ku îro gelek mirovên ciwan ji ber sedemên aborî ji perwerdehiyê bêpar dimînin.