Ez û barana sibehê bi hev re meşiyan, kulîlkên berbaranê li me mêze kirin. Qedîfeyên rengîn in ew; sor, zer, belek û kengê û li ku bin ên dapîra min a mûşî ne, berikên xwe yên şîrîn dihejînin ji bîranînên min ên dûr û zarok. Ez û barana dawiya salê bi hev re meşiyan, hûrik hûrik, bêdeng û bi hevalî. Hat bîra min ku di serê vê salê de jî ez û baranê bi tenê bûn. Me bi hev re dest bi salê kiribû û ew destpêk bi vê sernivîsê bûbû nivîsek li rojnameya me; “Otopsiya sedsalekê.” Gelo ew kehanet bû çi bû? Lew sala 2020’an ji laboratuar, nexweşxane û dermanxaneyan derneket! Salek nexweş; bi korona bi maske, lepik, metirsî û şikdarî bû, baskên xwe gihandiye sala hatî jî. Ji niha ve ew sal (2020) jî bi rûpoş, lepik û derman û laboratuwaran (laboratuar; ji van zimanan tê, ne ji tirkî! Spanyolî, îtalî; laboratorîn, înglîzî laboratory û binyata wê jî ji peyva “labar” a bi van zimanên navborî yên latînî tê xwedî wateya “kar, xebat, karê giran.”
Yanî her kes li her derê dîsa hinek hepsî ye lê em ji bîr nekin ku berê jî em ji rûpoş, lepik, laboratuar û karantînayan azad nebûn. Belam ew “berê” niha ji me re çiqas ronî, dilşad û bextewar tê! Hişmendiya mirov wiha ye, tişta bi qusûr û kulek, piştî ji dest diçe, “bêqusûr” û dilkêş dibe! Belkî em bêjin çawa nebe! Rewş xirabtir bûye. Rast e rewş xirabtir bûye lê em jî ji berê zanatir, paktir û jîrtir bûne. (Herhal tê fêmkirin ku min latînî di wateya zimanên dayika wan (Romanî) ye de bi kar aniye) Em êdî tiştên bi çavên xwe yên (waye em baş pê hesiyan) bi rastî jî nîvkorî ne, nayên dîtin jî, DIBÎNIN!
Dîtina me ji çavan derbas bû. Êdî bi zanînê jî dibînin em, bi texmînê, bi fikirînê. Rûpoşên li rûyê me, rûyek zana nîşanê me dide. Rûyek ku ne tu kes e û her kes e. Ger bê bîra me, wextekê yên birûpoş Zapatîstên meksîkî yên çeleng bûn û ji xwe re digotin “Em ên rûyê wan nîn in.” Bi vî awayî hiyerarşiyê tarûmar dikirin! Şervan û fermandar, pispor û nezan ji holê radikirin. Wan tenê rûyek hebû, ew jî “bêrû” bû! Tu tiştek li ser nedihat nivîsandin. Tu tişt jê nedihat xwendin. Îja niha her kes wekî Zapatîstan “bêrû” ye, yekrû ye, ne durû û sêrû ye. Em hemû wekî kirdeyên vê filma birûpoş li paş camekanên “bêrû” li xwe, li hev li jiyan û pêşerojê mêze dikin.
Way me salekê wiha qedand jî. Bêguman di nav vî filîmê ku her kesê kiriye xwediyê yekrû de jî faşîzan nesekinî û îspat kir ku ew tu carî, di nav rewşên wiha herî yekçarenûsî de jî nabin wekî me! Bi hezar rûyên xwe yên qirêj û zexel faşîst in ew! Maske rûpoş jî nikarin rûyê wan ê pîs bigirin an jî pak bikin. Ew ê her û her durû û rûkirêt bin û di vî filîmê awarte de jî diz, kujer û talanker bin. Bila bibin, ev ceza besî wan e lê em rûveşartiyên li paş maskeyên spî hew maye xewnereşkan bibînin, ji bîr nekin ku jiyan û zeman li gorî watedayîna me ye. Em dikarin ji van demên koronayê jî keşfên nû, çîrokên nû, gihîştinên nû, hembêzkirinên nû derxînin.
Sala nû li derî dide. Ez û baran dimeşin bi hev re kulîlkên şilbûyî qala havînên geş dikin. Ez, baran û kulîlkê ji we pir hez dikin û vê helbesta xwe ya teze bo sala nû diyarî we dikin!
Xewn;
“Xewndîtina te bû/dema ku kulîlkên naylon li eywanek zarokatiyê diçilmisîn/çavên te yên vekirî bûn xewn/gemî derbas dibûn ji mijangên te/tu qet nedihatî/xewn bûm ez/li çavên vekirî/te qet nedidît/perperok derbas dibûn/di sibehek şox û şeng de/min bibîne/bibim xewn ji te re/bila berbangek kevn hilbê/li çavên te yên girtî/fistanê min bi gulbeyanan re bifire/min bibîne bi çavên vekirî/bila xewn bi xewn/perên xwe biweşînin çûk/di êvarsorkê de/dîtina te xewn bû/di şevên bêheyv de/stêrk diçirisîn di çavên min de/te qet nedidît/ewr derbas dibûn ji mijangên te.”
(Rûpoşan me ji kenên sexte, zexel û makyajwarî jî xilas kirine ne?) Gelo Make-up/meykap) a înglîzî, di ser tirkî re çawa ketiye zimanê me bûye makyaj.