7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sedan kesan gotin ‘Deng bide azadiyê’

Bi pêşengtiya xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi sedan kes tev li çalakiya “Deng bide azadiyê” bûn û azadiya girtiyan xwestin.

Xizmên girtiyan ên li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Bi sedan kesên bi çepik û tililiyan meşiyayîn pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hilgirtin û pêşmalkên “Tecrîs sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Maf, hiqûq, edalet” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, em li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin.”