19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundên Minbicê topebaran dike

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî di van seatan de artêşa tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 2 gundên kantona Minbicê topbaran dikin

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta tirk di van kêliyan de gundên Toxar û Catê yên dikevin bakurê rojhilatê kantona Minbicê topbaran dike.

Di daxuyaniya meclisê de hate ragihandin heta niha 20  hawan li gundên navborî ketine.

Li gorî heman çavkaniyê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî topbaranê dewam dikir û balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Gundên Şehbayê jî topebaran dikin

Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Til Mediq, Semûqa, Til Cican û Sedayê yên Kantona Şehbayê topbaran kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişê de zarokên bi navên F.X.Î.(13) û M.F.Î. (14) birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa F.X.Î giran e.