12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên zimanê kurdî: Tu ceza nikare têkoşîna kurdan li paş bihêle

12 saziyên ziman û wêjeyê cezayê ku di doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd hatiye birîn şermezar kirin û gotin: “Tu biryar û ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire û têkoşîna kurdan li paş bihêle.

12 saziyên zimanê kurdî têkildarî  cezayê ku di doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd birîn daxuyanî dan. Saziyan diyar kirin ku kurd sed sal e ji bo ku mafên xwe yên bingehîn bistînin û azad bijîn, li ber xwe didin û tê dikoşin û wiha gotin: “Mafên zimanî, mafê xweîfadekirinê, mafê siyasetkirinê û mafê jiyaneke azad û di nav aştiyê de, ji bo bidestxistina van mafan kurd her di nava têkoşînê de bûne û berdelên giran dane. Gelê kurd ji berê de siyasetê ji bo pêkanîna van daxwazên xwe wek qadeke berxwedanê dibîne û hewl dide ku dengê xwe bide bihîstin û şert û mercên aştiyeke birûmet pêk bîne da ku bikare wekî xwe, bi maf û azadiyên xwe û bi zimanê xwe bijî, were nasîn û xwe bi rê ve bibe. Her wekî ji bo gelên din jî wisa ye, ji bo gelê kurd jî xwedîderketina li hevdu tiştekî herî rewa ye. Niha siyasetmedarên kurd, dostên wan û gelek mirovên ku di riya çareseriya pirsgirêka kurd de li ber xwe dane di doza bi navê ‘Doza Kobanêyê de piştî darizandineke nehiqûqî, bi cezayên neheq û gelekî giran re rû bi rû ne. Sedema wê jî ev e ku wan bang li gelê kurd kiriye ku mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne û ji bo piştevaniya Kobanêyê xwepêşandanê bike. Hemû kurd û raya demokratîk dizane ku ev yek bi tu awayî nikare bibe mijara darazê û tu carî nayê qebûlkirin.”

Saziyan anîn ziman ku ew careke din tînin ziman ku siyaset riyeke rewa ye ku mirov maf, azadî û daxwazên xwe yên kolektîf bîne ziman û mafê xwepêşandan, vexwendina gel a ji bo bikaranîna vî mafî ne suc e û wiha berdewam kirin: “Ev pêvajoya darizandinê û cezayên hatin dayin nehiqûqî û nemirovî ne. Ev ceza siyasî ye. Ew bi xwe sûcekî giran e ku bi hincetên ku ne tu hincet in ev mirov ji azadiya xwe bê par bên hiştin. Ev neheqî ye, sûc e û tunekirina hiqûqê ye! Weke saziyên zimanê kurdî yên ku ji bo bidestxistina mafên zimanî têdikoşin, em dibêjin ku em vê pêvajoya darazê û van biryarên dadgehan bi tundî şermezar dikin û banga hestyariyê li gelê kurd û li tevahiya raya demokratîk a xwedî wicdan dikin ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin û bi riyên demokratîk di asta herî bilind de li dijî van biryaran dengê xwe bilind bikin. Tu biryar an tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire yan jî têkoşîna kurdan li paş bihêle.

Herwiha, îro xebatkarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin. Di hefteya Cejna Zimanê Kurdî de binçavkirina van her du kedkarên ziman û çanda kurdî, em bi tundî şermezar dikin û bang li berpirsyarên vê kiryarê dikin ku hevalên me demildest berdin. Divê bê zanîn ku tu zext û zordariya li hemberî ziman û çanda kurdan dê neke ku em gavekê jî bi paş de biavêjin. Gotina dawî ya berxwedêran e, ew ê dîsa ya berxwedêran be.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Kovara Destar

Komeleya Wêjekarên Kurd

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî ( Arî Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê ( Med – Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta -Der)

Komeleya Lêkolîn Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka -Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat – Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê ( Botan – Der)

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê ( Arsîsa -Der)