Lêkolînên femînîst (ên rojavayî) ên li ser aştî û pevçûnê li ser têkiliyên zayendî yên di şer, pevçûn an jî avakirina aştiyê de disekinin. Di vê çarçoveyê de perspektîfeke femînîst ji hêlekê de sedem û encamên newekheviya zayendî û cihêkariyê analîz dike, li hêla din bandora awayên şîdetê yên wekî zayendîparêzî û nijadperestiyê dinirxîne. Lêkolînên femînîst ên li ser aştî û pevçûnê rexnegiriya desthilatdariyê esas digirin û dengên bindest û gelên marjînalîzekirî dixin navenda analîza xwe. Ev yek pênase û divêtiya perspektîfên femînîst ên dema şer û pevçûnan nîşan dide. Lê dema ev yek dikeve meriyetê her tim wêneyekê di çarçoveya vê pênaseyê de dernekave pêşberî me. Bi taybetî jî girêdayî şer û pevçûnên dawî de perspektîfên femînîst sergêjî û tevlîheviyek jiyan dikin. Ev yek hem di şerê Ukrayna û Rûsyayê de, hem di desthilatdariya Talîbanê li Afganistanê de, hem di pevçûnên Îranê de û herî dawî jî di şerê Îsraîlê yê li hemberî gelê Fîlîstînê de xwe da der.
Tiştê ku aşkera ye û ne hewceyê analîzeke kûr e, ew e ku şer newekheviyê û şîdeta civakî rewa dike. Şer serdestiya mêran (hem ji hêla fîzîkî de hem jî wek hişmendî) a bikaranîna şîdetê zêde dike û dibe sedema zêdebûna şîdeta li dijî jin û zarokan. Di demên şer de kevneşopiyên paşverû û hiyerarşiyên zayendî ji nû ve tên avakirin, zayendperestî -mînak destdirêjî- wekî çeka şer tê bikaranîn. Lewma jî tişteke pir asayî ye ku jin ligel wekheviya zayendan mijarên şer û aşitiyê jî wekî mijarên xwe yên esasî bibînin.
Tê zanîn di şerên neteweyî û dijî mêtingeriyê de tevgerên jin û femînîst wekî parçeyekê eniya azadiyê tevgeriyane û ji bo pêşxistina aştiyê -her çiqas ew ji pêvajoyên pişt-şer bên dûrxistin jî tim xwedî li helwestekê bûne. Her wiha ev tevger di nîqaşên dij-kolonyal de, têkiliya şer, şîdet û zayenda civakî analîz kirine û ji perspektîfa jinan û gelan stratejiyên aştiyê pêş xistine. Ev analîz ji hêla hemû tevgerên femînîst de wek lihevhatinek bingehîn dihat dîtin û hem ji hêla femînîzmên bakurê cîhanê û hem jî hêla jin û femînîstên başûrê cîhanê dihat parve kirin. Lê bi taybetî ji salên 1990’î şûndetir dûrketina ji naveroka xwe ya polîtîk, hêzên femînîst ji qada tevgerên dij-pergalê bere bere dûr xist. Sedemên ve yekê gelek cuda ne, di çarçoveya vê nivîsê de ne sedem, lê encamên bêpolîtîkbûnê di bûyerên şer û pevçûnê de tên nirxandin. Bêpolîtîkbûn berî her tiştî bû sedem ku hin tevgerên femînîst helwestên xwe yên li hemberî şer û pevçûnan ne li gorî helwesta xwe ya bingehîn, lê li gorî ‘konjuktur’ û polîtîkayên hêzên serdest pêş xistin. Di şerê Ukrayna û Rûsyayê de femînîst ketin nav nîqaşa “Gelo divê çek ji Ukrayna re bên firotin an na”, an jî hin jê bi hinceta mexdûrê şer û dijberiya Rûsyayê aliyê Ukraynayê girtin, hin jê di bin navê lîstoka NATO’yê de aliyê Rûsyayê girtin. Di vê navberê de nirxên femînîst ên mijarên şer û pevçûnê de di bin lingên van çûn û hatinan de pelişîn. Dîsa dema li Afganistanê Talîban desthilatdariyê bi dest xist, analîzên femînîst ên “Di demên pevçûnê de rewşa jinan” bû qurbaniya oryantalîzmê û şirîkiya hêzên rojavayî. Li her derî femînîst ji rayedarên rojavayî hawara rizgarkirina jinên ku di bin xetereya Talîbanê de ne kirin. Ji kîngê ve welat û hikûmetên rojavayî ji bo jin û bindestan bibûn hêzên rizgariyê? Perspektîfên femînîst ên şer û pevçûnê bi berdevkiya şaristaniya rojavayî cih guherandin. Di serhildanên Îranê de dîsa fantaziya jinên başûrî ji zilamên başûrî rizgarkirin derket pêş. Wekî ku pirsgirêk tenê meleyên bi rû yên xwedî hêz bin û bi darê zorê sergirtin be, giraniya nêrînên xwe dan ser îslam û dijberiya wî ya li hemberî jinan. Ji her bûyerê ji perspektîf û nêrînên xwe re paye derxistin jî nedihat jibîrkirin. Herî dawî di şerê Îsraîlê li hemberî gelê fîlîstînî de perspektîfên femînîst ên derbarê şer û pevçûnê de têk çû. Bêpolîtîkbûn û li gorî hevsengiyên heyî tevgerîn, helwesteke aşitîxwaz li wir bihêle, hişt ku femînîzm sê meymûnan bilîze.
Ev hemî encamên dûrketina ji nîqaşên siyasî ne ku rojeva xwe bi bidestxistina wekheviya jin û mêran sînordar dike û bi vî rengî helwesteke femînîzma (neo) lîberal esas digire. Ev şêwaza femînîzmê, sedemên bingehîn ên newekheviyê, yên wekî dagirkeriyê, mêtingeriyê, nijadperestiyê nagire ber çavan. Perspektîfeke femînîst a şer û pevçûnê hewceyî analîzeke berfireh e ku tê de bandora kolonyalîzm, nijadperestî û dagirkerî yekser bi analîzên newekheviya zayendan ve divê bê nirxandin û aştiyê jî ji perspektîfa rizgarkirina ji serdestî, mêtingerî û zayendperestiyê şîrove bike.