12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara Doza Kobanê hat aşkerekirin

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes jê tên darizandin de biryar hate aşkerekirin.

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, tê lidarxistin. Danişîna dozê li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Danişîn, piştî navbera nîvro dîsa berdewam kir.

Hin biryarên ku hatine aşkerekirin wiha ne:

Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê hate birîn.

Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê hefsê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.

Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Altan Tan: Ji CMK’ê 223’yan biryara beraetê hate dayîn.

Ayhan Bîlgen: Hem ji 302’yê û hem jî ji “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê hate dayîn.

Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn. Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn. Dema pêvajoya girtîmayînê dayîn berçav, biryara tehliyeyê hate dayîn.

Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Bi hinceta gumana revê, biryar hate dayîn ku rewşa wê ya girtî bidome.

Aysel Tugluk:  Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn.

Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara tehliyeyê hate dayîn.

Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan.

Dîlek Yagli: 16 ceza lê hate birîn. Bi îdiaya yıl ceza verildi. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal ceza hate birîn. Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Beyza Ustun: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.

Fîgen Yuksekdag: 19 sal cezayê hefsê hate birîn û ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Ji hêla “endamtiya rêxistinê û birêvebirina rêxistinê” ceza nehat dayîn. Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.

Gulfer Akkaya: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin.

 Gülser Yıldırım:Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin.

 Gültan Kışanak, ’12 sal cezayê girtîgehê’ aldı. Dema girtina Kışanak li ber çavan hate girtin bi şertê kontrola edli hate tehliyekirin.

Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê hefsê hate birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

İbrahim Bilici: biryara beraatê wergirt.

Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.

Nazmî Gur: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.

Pervîn Oduncu: Cezayê muebbeta giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn. Ceza derxistin 12 salan. Dema girtîmayînê hate destgirtin û biryara tehliyeyê hate dayîn.

Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê hefsê hate dayîn, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha ji ber axaftina di Newroza 21’ê Adara 2016’an de 2 sal û 6 meh cezayê hefsê, ji ber axaftina xwe ya di 29’ê sibata 2016’an de ya li Amedê bi îdiaya “Ji bo gel bi qanûnan neke sor kiriye” salek û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.

Sırrı Sureyya Onder: Beraat û rakirina kontrola edlî.

Sibel Akdeniz:  hate beraat kirin.

Zeki Çelik: 18 sal û 6 meh.

Zeynep Karahan: 18 sal cezayê girtîgehê.

Zeynep Olbeci:  ‘Ji propagandayê 3 sal û 9 meh ceza, ‘ji endamtiya rêxistinê 9 sal cezayê hebsê.