Ne eceb e û ne jî xerîb e! Serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, hevdîtina bi serokkomar Erdogan û Dewlet Bahçelî re weke destanekî nû vedibêje. Ji xwe, O. O. ji roja destpêkê û heta îro, dema diaxive, weke dîko elo elo sînga xwe dinepixîne û weke cengawerekî sosyo- polîtîk tevdigere. Lê ew tîpekî tîpîk ê nijadperestiya CHP ye. Protîpê CHP’e jî, parçeyek esasî ya Îttîhat û Terakkî ye. Ev tîp, nikarin guhertinên civakî bikin. Wajî vê, bi serxweşiya serketinê haraket dikin, lingê wan erdê nagirin û bingeha esasî ya avakirina Komara (!) Tirkiyê, ya yektîpî diparêzin.
CHP’ê her dem rola xwe ya “mesiyenîk” lîstiye. dîroka CHP’ê jî bi macerayên wisa dagirtî ye. Min gotina “mesiyenîk”, di wateya “rêxistiniya kult”, (belkî çete, belkî kontra) û roja biryarê û darbeyê bikaranî. Esasê gotinê, di wateya hatina cenabê Isa de ye. Yan jî roja qiyametê de ye. Ji xwe CHP’ê jî parçeyekî esasî ya qiyameta gelê Kurd e.
Ittîhat û Terakkî, navê terora dewletê ye. Sîstema dewşirme û çetetiyê ye. Erdogan jî, di her firsetê de komên çete yên girêdayî xwe, li Suriye û dewletên cûda weke “kuwayî milliye” yanî hêzên neteweyî bi nav dike. Ne xerîb e û ne jî ecêb e; tîpolojiya “mesîtîk” herî baş di Turk-î Îslam de, di rêxistina Fetullah Gulen û AKP de xuya dike.
Tîpolojiya mesîtîk a Turkeş û Bahçelî cûda ye, bi kehaneta “delî dumrul” ku ji çîroka Elî Dîno hatiye girtin û bi çîrokên dêlegura asêna ku ji dîroka Rona girtine, bi Turk-î Turan dewam dike.
Mirov di gotina Ocalan a “Tirkên kesk û Tirkên spî” de, dikare van tîpolojiyan bibîne. Her du basik jî bi kehanetên despotîzmê hatine xwedî kirin. Kesên bi rola tîpolojiya mesiyetîk radibin, balkêş in û xwe weke pêlewanên di xewnan de dibînin û nikarin xwe ji van xeyalan rizgar bikin. Ev tîp, gelek caran xwe weke xwedî hêza kehanetan jî dibînin, zu dikevina psîkolojiya “ezî” de. O. O. jî di rojên dawî de, xwe weke “MEHDΔ nîşan dide û ji bo şaredariyên bidestxistine got; “Rûşweta ji bo xizman û pismaman çênabe û ez qebûl nakim.” Ya benî adem û zewatê bermayiyê dewşîrmeyan; hemû rant, dizî, talan, ruşwet, bertîl, kuştin û hwd. berhemê şerê taybet in. Li dijî wê dervê derkev ku mirov bêjin, her bijî! Li dora pirsgirêka bingehîn çûn û hatin çareseriyê nine!
O.O. weke parêzvanekî karker û kedkaran jî diaxive. Lê rastiyek heye, gotin têra “zikdagirtin” û “Rizgariya ji birçîbûnê nake. Bi gotinake Kurdî, “Ev derewên çilp tazî ne” û gotinên “sêwertalî” ne, kesî jî nadin bawerkirin. Bi van gotinan jî O. O. nabê liderekî karîzmetîk. Zimanê bedena wî ku di axaftinan de bikar tine jî, têra lîdertiya karîzmatîk nake. Di her halûkarî de, weke fîguranekî nû yê Koalîsyona Mezin ya li dijî Kurdan, li dijî Tevgera Azadiya Kurd derdikevê pêş.
Lîderê ku li Tirkiyê, behsa tecrîdê, şerê taybet, çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya dîlên azadiyê û Ocalan her wiha behsa dozen kumpasê neke, nikare bibe pêşengekî ideal û pêkanîna şoreşa sosyo-polîtîk.
Serokê gişt yê CHPê Ozgur Ozel jî, balkeş ku, piştî têkçûna desthilatdariya AKP/MHP di hilbijartina 31’ê Adarê de kete nava tevgerê û hem dewlet, hem desthilatdariya şerê taybet ji têkçûn û demoralîzebûnê rizgar kirin.
Em hinekî vekin: Bingeha avakirina Komara (!) Tirkiyê nijadperestî-yekperestî ye. Ev nijadperestî jî, berhemê Îttîhat û Terakî ye. Bingeha wê di sala 1919’an de li Selanîkê di Kongreya Ittihat û Terakî de hate avêtin. Ev mijar êdî ji aliyê her kesî tê zanîn. Lê tiştê ku nayê zanîn, yek; faşîzma paşayên Îttîhat Terakkî ye, du, îşkdan û dewama vê faşîzmê, bi destê “romî” yan e!… Romî kî ne, cendirme, eskerên reş û polîs in! Vê dawiyê (Paşkê) çete û cerdevan jî tevlî wan bûn. Sîstemek ku “sakit”e û xwedî ruhekî xebîs e!
Faşîzm ji bilî van gotinan, bi tu gotinên din wateya xwe nabîne. Me gelek caran behsa vê mijarê kiriye. Lewma em derbasî dabaşa xwe ya îro dibin: Nijadperstî, înkar, qirkirin, populizm, zor, zilm, şer, bikaranîna çekên kimyewî encama hawar û qêrîna komên xelkê ye! Tecrîd jî tê wateya mirina reş, bêedalatî, kuştina demokrasiyê. Sed sal in li Tirkiyê ev pergal serdest e û mixabin Franz Fanon jî li Tirkiyê derneketine hole. Yên hene kêm in. An di zindanan de ne, yan jî reviyan e derveyî welat.
Diyojen hene û roj li nîvrojê, bi fanosan li edaletê, demokrasî, li vijdan, li ehlak digerin, lê tiştekî nabînin. Mînak Dayika Emîne Şenyaşar û dayikên girtiyên di zindanên Tirkiyê Bakurê Kurdistanê de ne. Dayikên şemiyê ne, malbata Ocalan, malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş in.
Mînak rêveberên IHD’ê ne. Mînakên ku mirov rêz bike, mixabin ji temenê dîroka komarê zêdetir in!
Bi têkoşîna Nelson Mandêla faşîzma Aparthaid hate mahkûmkirin, lê tunekirina neo-nijadperestî dewam dike.
Bi têkoşîna Gandhî, faşîzma dagirkeriyê hate mahkûmkirin, lê neo- kolonuyalîzm dewam dike.
Bi têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd, faşîzma Îttîhat û Terakî hate deşîfrekirin û li hin cihan hate mahkûmkirin, lê polîtîk-mîlîtarîzm dewam dike. Milîtarîzm jî faşîzm e. Di talana harmonic a sosyo kulturel û sosyo-polîtîk de, tunekirin a biyolojîk e û sînoran nas nake.
Dijminatiya tolhildanê bûye ola serdemê. Hiquqa nehiquq, edaleta needalet bi gewde bûye. Ev gewde, bûye teba û mirina reş. Tecrîd jî mirina reş e, jiyanê dikuje û sucê herî giran e! Di sedesala navîn de, li Ewropa mirina reş hebû. Ji ber vî sucê mezin, gelek kes çûne ber giyotînê.
Temenê dîroka dewleta Tirk 100 sal e, sed komkujî û dused qirkirinên bideng hene.
Qirkina bêdeng ji Mustafa Suphî û hevalên wî li Derya Reş dest pê dike. (28ê Çile 1921). Îro jî mirina reş bi destê dewlet û desthilatdariya AKP/MHPê, li zindanan dewam dike. Qirkirinên bideng û bêdeng tevan, bi plane dewletê û destên desthilardaran têne kirin. Di van qirkirinan de tixub nine.
Aliyekî din yê mirina reş ew e ku; di lîtetura siyasî ya Îttîhat û Terakî de kuştina bi deng heye û piştre di kefenê bêdengkirine de têne bêdangkirin, heye. Mînak, Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û gelek kesên ku bi şawşaw û dengê mehteran hatin dardekirin, lê gorên wan hatin winda kirin e. Ev tunekirina bideng û di çarçoveya mirina reş de windakirin e. Ev rengê terora taybet a dewleta yekperest e û menendê wê li cîhanê nine.
Di salên 1990î de çalên aside hebûn, avêtina ji helikopteran, windakirina dibin çavan de hebûn. Nifşek çû, dayikên kesên hatin windakirin jî, temenê wan têrê nekir, jiyana xwe ji dest dan, niha zarokên wan li qada Galatasaray li aqubeta windayan dipirsin. Ev kuştin tevan têne wateya rakirina sinorên jiyanê û sazkirina çerxa mirinê. Yanî giyotina Îtîthat û Terakkî! Dewleta Tirk, kuştin û tunekirinê mafê xwe dibîne. Lê peymanên ku mafê jiyanê pîroz dibînin û diparêzin jî îmze kirine, lê nake pratîkê û ew bi xwe terorê dike. Haveyn û xerca bedena dewletê xerabe ye, mêjî jî genî ye!
Dema mirov di aliyê pîskolojîk de li vê rewşê dinêre; mirov dibîne ku, xwîna bedena paşayên Îttîhat û Terakkî bi têkçûna li Balkanan “avşolkî” bûye; mêjiya paşayên Îttîhat û Terakî bi lêgerîna welatekî nû de hem westiyayî ye, hem “deşoyî” bûye. Vê jî ruhekî xebîs (bedcan) derxistiye holê û vî ruhê xebîs gelên li Anatolya û Kurdistanê qirkirin.
Dema ku kimya bedena dewletê xerabe be û ava mêjiyê dewletê genî be, dijminan diafirîne. Pergela dewşîrmetiyê bêyî dijmin nikare bijî. Ji ber ku dewşîrmetî, pêşî dijminê hebûna xwe ye. Dewşîrmetî li ser tunebûna cewherê mirovbûnê tê avakirin, ev avabûna xebîs e-bedcan e û ji kesayeta ahlakî û nirxên civakî dûr e. Nebûn e; tiştekî ku nebe, tunebûna herkesî dixwaze.
Dewleta Tirk, bi gotineke din mîratzadeyên Îttîhat û Terakî, îro jî, sîstema dewşîrmetiyê, bi riya komên paramilîter didomîne. Hem artêşa xwe bikartîne, hem van komên çete bikartîne û êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk, komên çete li gelek welatên cûda jî bikar tîne. Gelek kes vî şerî weke şerê “taşaron” binav dikin û gotina “neakro-polîtîka” bikartînin. Naaa, ev sîstem ne nû ye, di dema Osmaniyan de jî “akinci” hebûn, çete bûn, êrîşî gundên ser sînoran û cîran dikirin, talan dikirin, wêran dikirin, dikuştin, zarok û jinên wan direvandin. Ew hêza belakirina tirsê bûn. Îro jî ev hêz bi navên cûda hatine avakirin û weke hêzên paramîlîter yên belakiri tisê têne bikaranîn.
Artêşe “yenîçerî” ji zarokên revandî yên gelên cûda, harêmên siltanên Osmanî jî, ji keç û jinên revandî yên gelên cûda bûn. Îro jî desthilatdariya AKP/MHPe artêşek ji lejyoner-paramîlîterên bi pere avakiriye..
Îttîhat û Terakî, di sala 1923an de dewletek bi koalisyona mezin ya şer avakir. Ev koalisyon, bi komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, global bû.
Hevparên koalisyona mezin a şer, yên li hundir; artêş e, desthilatdarî ye, muxalafet e, tarîqat in, partiyên siyasî ne , ergenekon-dewleta kûr e, MÎT e, bazirganên çekan û hevparên ku artêşên paramîlîter avadikin in. Ev Koalisyona mezin, bi mirinê, çek û xwînê re alaqadar in.
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de, ev koalisyon hem têkçû, hem demorîlîze bû. Lê serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, bi hawara wan giha û ew ji demoralîzebûnê rizgar kirin.
Em parantêzekê vekin; Di hevdîtinên Ozgur Ozel a bi Erdogan re, ne kumpasa Kobanê, ne doza girtina HDP, ne girtina rojnamevanên Kurd, ne girtiyên ji doza Gezî, ne girtina parlamenter Can Atalay, ne şaredarên Kurd, Gulten Kişanak, Sabahat Tuncel, ne Fîgen Yuksekdag, ne Selahattin Demirtaş, ne girtiyên nexweş nehatin axaftin. Ya herî giring, berdana girtiyên ku 30-35 sal in di girtîgehande ne û nayên berdan, “tecrîd”a li Imralî û girtîgehan ku binpêkirina kanunên neteweyî û navneteweyî ye, binpêkirina peymana mafên mirovan û biryara DMME, qet ne hatin axaftin.
Ev mijar teva, xalên “îstikşafi”- xalên diyar û hessas ên civakên Tirkiyê ne.Vekirî di çarçoveya û kiryarên faşîzan de dikine pratîkê ne.
Ev buyer û kiryar, diranên çerxa mekanîzmeya sedsalî ne û bi koalisyona mezin a li dijî gelê kurd dewam dikin. Nîşaneyên guhertina van kiryaran jî, me di axaftinên Ozgur Ozel de, ne di axaftinên Erodgan de xuya nekirin. Wajî wê, gurê pîr Dewleta Bahçelî, bi gotina “dem û dembûnê” qirkirina gelê Kurd îşaret dike, Erdogan jî mesajên Koalîsyona Mezin a hundir û derve dide û tunekirina gelê Kurd wek ferz û sala desthilatdairya xwe dibîne.
Ev koalisyon, li ser bingeheke qirêj hatiye avakirin, di hilbijertina 31ê Adarê de hejiya. Lê Ozgûr Ozel bi hawara wan ve çû û car din serdest kir.
Hin nivîskar û rojnamevan dibêjin di koalisyona mezin a Tirkiyê de, valahiyek çêbûye. Yanî çi, yanî valahiya di desthilatdariyê de, yanî Erdogan êdî nema dikare bimeşe, dema diaxive zimanê wî giran dibe, hêza wî ya siyasî têkçûye. Yanî, ji bo li ser kursiyê desthilatdariyê rune lampa kesk ji O. O. re hatiye pêxistin. O. O. jî weke bergîlê ji xwarine “ce” şemûs bibe, ji serketina 31Adarê bitir bû û kete nava pîkolê û zîtirk dan.
Herî zêde jî, çeteyên li zaningehan, kesên xwedî erka prof. in O. O. destek dikin. Şaristaniyê, demokrasî di gotina terorê de, di ideolojiya fermî ya yekperestî de diparêzin. Ev jî tê wateya ku zanîngehên Tirkiyê, şîrazeya zanistê winda kirine û rastiyan înkar dikin. Rektor û dîrokzanên ku dîroka fermî diparêzin, weke marên ku çermê xwe (kalanê xwe) biguherin, ji germahiya rastiyê dûr in.
Eger tecrîd, şarê taybet, zindan, dadgeh, edalet, demokrasî, cinnet, perîşanî û xizaniya komên xelkê, wêraniya sosyopolîtk , sosyokulturel û krîza aborî hebin û rastiyên vî welatî bin; pêdivî bi gavên guhertinê nine gelo? Gelo çareseriya van pirsgirêkan ne mercên nebê nabe ye? Tê zanîn û teqez e ku ev pirsgirêk di pergala kevin û ya Erodgan de nayên çaserkirin. Pergala sedsalî, ji roja destpêkê û heta îro weke “mehuwa ku ha ha çêlikan bike û piştre çêlikên xwe bixwe,” ha ha pirsgirêkan diafirîne.
AKP/MHPê jî, ev mehû ye!…
Gelo pêwistî pê heye ku em bingeha dewleta yekperest li ser hatiye avakirin; ji Kongreya Erzirom, a Sêwasê, Mutabaqata Manîsa, destnîşankirina navê Tirkiyê, çetetiya Topal Osman û Sakallî Nureddîn Paşa, Destura Bingehîn a sala 1984 û Raporên Şarq Îslahatê û xayinên wekî Ziya Gokalp, Pirînçîzade Feyzî û hwd dubare dubare bînin ziman.
Gelo pêwistî pê heye, naa, êdî her kes her tiştî dizanin!
Lê dibêjin aqilê mirovên xeşîm, di çavên wan de ye; nexwe, dive em bêjin û bibelînin û di mêjiyê mirovan de neqîş bikin. Ji bo vê jî li Tirkiyê pêwistî bi mirovên aqîl heye û dive bêjin û her bêjin û bibelînin!
Divê em nebêjin, naa dîrok, kes û kiryar teva weke helbesta sedsalê hatine ezber kirin. Tiştên neyên gotin, neyên eşkere kirin, veşartî ne, di tariyê de ne, her veşartin û tarîtî bikêrî zalim û faşîstan tên!..
Ev nav û kiryar navên êş û azara sedsalî ne. Yekemîn car, di hilbijartinên 31’ê Adarê de hêviyek derkete hole û hêzên di Koalisyona Mezin ya li dîjî demokrasî, edalet û nasnameya gelan, bi taybetî li dijî gelê kurd hatiye avakirin û xwe bi goşt û xîwîna komên xelkê xwedî dike, hatibûn têkbirin. Yekemîn car, tevgera kollektîf bi rastî û realîteya xwe, nijadperestiya di radeya faşîzmê de û di sendoqan de mahkum kir, demoralize kir.
Mixabin serok CHP’ê Ozgur Ozel, li gorî nasnameya xwe ya di çarçoveya 6 tiran de tevgeriya , rê li ber serketina gelan a kollektîf girt, hêzên ceberrûd ji têkçûnê, Koalîsyona Mezin a li dijî gelê Kurd jî, ji demoralîzebûnê rizgar kirin.
Mizanseneke mezin heye û dive ev mîzansen bê dîtin.