Bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amed, Wan, Êlih, Riha, Şirnex, Mêrsîn, Stenbol, Enqere û gelek bajarên din bi sedan kes daketin qadan û xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Amed
Baroya Amedê, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan xwest her kes bi hev re xwedî li zimanê kurdî derkeve û kurdî bê parastin.
Riha
Şaxa OHD’a Rihayê û Baroya Rihayê jî li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Sedat Gul, bal kişand ser êrişên li dijî kurdî û wiha got: “Kurdî li her derê qedexe ye. Kurdî hêj nebûye zimanê perwerdehiyê yê fermî. Li gelek welatan ji zimanekî zêdetir ziman weke zimanê fermî tên qebûlkirin. Em weke parêzer dixwazin ku polîtîkayên bişaftinê bên bidawîkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”
Wêranşar
Rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşarê li ber avahiya xwe ya navçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarê Wêranşarê Serhat Dîcle Înan, encamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Endamê DEM Partiyê Rûmet Riha Aydin xwest êrişên li ser kurdî demildest bên bidawîkirin.
Stenbol
Şaxa OHD’a Stenbolê, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” vekirin. Endamê OHD’ê Îhsan Aytûç dîroka Cejna Zimanê Kurdî vegot û destnîşan kir ku bi ruhê wê demê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin.
Êlih
Şaxa OHD’a Êlihê û Baroya Êlihê jî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber edliyeyê daxuyanî dan. Gelek parêzer amade bûn. Endamê OHD’ê Med Rizgar Akman, da zanîn ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û xwest kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.
Li Êlihê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, di pêşengtiya Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî însanî ye” û “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” vekirin û dowîzên “Her netew bi zimanê xew heye” , “Ziman şitila avakirina civakî ye” û “Em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin” hilgirtin. Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha, diyar kir ku zimanê kurdî zimanekî binirx, qedîm û dewlemend e û got: “Azadiya zimanê kurdî, azadiya gelê kurd e. Em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ ji bo tecrîda li ser ziman a ku parçeyeke tecrîda li ser birêz Ocalan e rakin hin cure aktîvîteyan li dar bixin.”
Mêrsîn
Li Mêrsînê jî Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÇHD) ên Mêrsînê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li ber Edliyeya Mêrsînê hate dayîn bûn. Endama OHD’ê Şîlat Turk diyar kir ku zimanê üfı hebûn, nasname û rûmeta wan e û got: “Lewre, divê em hemû bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin û wî biparêzin. Ev kar li ser milê me hemûyan e.”
Enqere
Şaxa OHD’a Enqereyê jî li ber edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Li qadê pankarta “Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî mirovî ye” daliqandin. Endama OHD’ê Dîlan Denîzhan diyar kir ku mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye.” Piştî daxuyaniyê endama OHD’ê Şevîn Kaya, anî ziman ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî weke parêzeran kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin.
Wan
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), ÎHD, TJA, Kovara Destarê, HDP, DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê, daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniya li ber ARSÎSA’yê dan. Di daxuyaniyê de dowîzên “Kurdî hebûna me ye” , “Kurdî nasnameya me ye” , “Bê ziman jiyan nabe” , “Kurdî bextê kurdan e” û “Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” vekirin. Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbahar ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke îro ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê em hêj bang bikin ev rûreşiya vî welatî ye. Lidarxistina aktîvîteyên me jî tên qedexekirin. Em vê faşîzmê şermezar dikin û ji têkoşîna ziman paş ve gavê naavêjin.”
Yek ji rêveberên ARSÎSA’yê Şevket Acar jî bi boneya cejna ziman daxuyaniya hevpar a hate amadekirin xwend.
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Şaxa OHD’a Wanê jî li ber edliyeyê daxuyanî da. Endamê Şaxa OHD’a Wanê Mûstafa Ozoral ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê hem mafekî kolektîf e hem jî mafekî kesayetî ye. An ku her gel û kes xwediyê ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bigire ye. Ev maf di hiqûqa navnetewî de weke mafekî însanî tê qebûlkirin û bi gelek deklarasyon û peymanên navnetewî hatiye ewlekirin.
Erzirom
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş di daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de zimanê kurdî, divê astengiyên li ser hemû zimanan bên rakirin. Ji ber ku ziman, hebûna mirovan e, nasname û dîrok e. Lewma her tiştek bi ziman tê pênasekirin.”
Mûş
Li navenda Mûşê û navçeyên wê jî bi boneya 15’ê Gulanê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Endamên gelek sazî û dezgehan li navenda Mûşê hatin gel hev û meş li dar xistin. Girse heta pêşiya şaredariyê meşiya û li vir endamên PM’a DEM Partiyê Selamettîn Yilmaz axivî. Li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê jî daxuyanî hatin dayîn.
Colemêrg
Li Colemêrg û navçeyên wê jî bi heman armancê daxuşanî dan. Gelek kes li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Zimanê kurdî, yek ji nirxekî sereke, qedîm û dewlemend ê gelê kurd û mirovahiyê ye. Zimanê kurdî hebûna gelê kurd e, nasname, namûs û nasnameya neteweyî ye.”
Gever
Li kolana avahiya DEM Partiyê ya navçeya Geverê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hilgirtin. Welatiyan dovîzên “Her dem li her derê kurdî”, “Ji bo zimanê kurdî li her derê û li her qadê têkoşîn” û “Bila kurdî bibe zimanê perwerdeyê” hilgirtin.
Şemzînan
Li navçeya Şemzînanê jî bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Agît Tekîn xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.
Şirnex
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Komeleya Ziman, Çand û Hûnere têkîldarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Cejna zimanê kurdî pîroz be her dem kurdî, her der kurdî” , “Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” vekirin û dowîzên “Em zimanê dayikê perwerdehiyê dixwazin” ,” Ez kurdim perwerdehiya bi ziman dixwazim” rakirin.
Daxuyanî bi klam û dirûşmeyên “ Bijî berxwedana ziman” ,” Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.