Sernavê nîvîsê dibe ku ji bo hinekan tiştekî sosret bê dîtin. Wateya peyva DIJMIN her mirovekên asayî, rewşenbîr, xwendevan, oldar, siyasetvan jî bêyî ku çep-rast, virde-wirde bikişîne, wê yekser bibêje ku dijmin ew ê ku êrîşî nirxên mirov ên maddî û ruhî-ramanî dike, yê ku destdirêjiya av û nanê mirov dike, axa mirov dagir û wêran dike, mala mirov talan dike. Yê ku nemerdiyê û xwefiroşiyê li civakê, an jî kesan ferz dike, wan bê ûmet dike, yekitiya civakê parçe dike da ku bibe desthilatdar.
Şênber, dagirkerî li seranserê welatê me, Kurdistanê di her warî da heye. Tevahiya cîhanê jî dizane ku Kurdistan mêtingeheke cîhanê ya navneteweyî ye. Û ev mêtingerî di her warê jiyana welatê me de serwer e. Û ev serwerî ne bes e, mîlîtarîzma vê mêtingeriyê gihîştiye asteke wisa ku xortên kurdan bi zorê dibin leşkeriyê û li dijî gel didin şerkirin. Ango, ev mêtingeriyeke wisa ye ku mînakek wisa li cîhanê nehatiye jiyîn.
Binerin, di cîhanê de mînakên mêtingeriyê hebûn û hene. Sererd, binerd û hemû dewlemendiyên wan welatên mêtingeh, wan gelan talan dikin, lê armanca mêtingeran ne tunekirina gelan e. Lê armanca mêtingeriya tirk hebûna gelê kurd e. Sed sal in, li bakurê Kurdistanê armanca bernameyên tirkan ên di ware aborî, perwerdehî, çandî, civakî, dîrokî, mîmariyê û hwd. de bişavtin-tirkkirin û tunekirina gelê kurd e. Û van kiryarên xwe yên dijmirovî û kirêt li ber çavê tevahiya cîhanê û kurdan vekirî pêk tîne.
Tiştê herî malkanbax û sosret ew e ku kurdên li ber xetereya tunekirinê ye. Mîna qurbanê serî li ber kêrê ye, hê jî bawer nake ku ew rojan e, kelî bi kelî tê kuştin. Ma, em ê li vir çi loman li dijmin bikin? Ew dijmin e û erka wî dijminatî ye. Karê xwe dike.
Piştî Komara Kurdistanê (K.K) ya Mahabadê li başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya rewşenbîrên wek Hamza Abdullah, Îbrahîm Ehmed û Mam Celal sala1946’an bi navê kurdîtiyê rêxistinek (PDK) çêdibe. Di despêkê de ji bo wê bername û rêzikname tên pejirandin. Ji bo Kurdistanê têkoşînek dest pê dike. Serokê rêxistinê yê fermî û despêkê Hamza Abdullah bûye. Lê di kongreya duyem de Îbrahîm Ehmed tê hilbijartin. Karên wan heya 1958’an, çendî kêmî-kurtî jî hebûne, di qada başûrê welêt de pêşketin pêk anîne û sengerên têkoşînê berfireh kirine.
Di 1958’an de bi banga serokê Iraqê yê wê demê Abdul Kerîm Qasim, Mele Mistefa Barzanî (M.M. Barzanî) ji Sovyetê vedigere welêt. M.M. Barzanî dema K.K. ya Mahabatê da wezîrê parastinê bû. Dema komarê li hember êrîşên dagirkerê Îranê de bû. Ew bêyî ku li berxwe bide, komarê biparêze tevî hêzên xwe yên leşkerî berê xwe dide Sovyetê. Li wir jî tu karekî bîrdozî û polîtîkî pêk nayne. M. Mistefa bi xwe di nava tu rêxistînekê da cîh negirtiye, çanda ku partî çawa çêdibin û çawa tên meşandin jî ne di bala wî de ye. Serpêhatiya wî û ezmûna wî şer û siyaseta malbatî û herêmî bûye. Nav û dengê wî wê demê bi komara Mahabadê derket, dema Qazî Muhammed pileya genaraliyê da wî, wê demê tu perwerdeya wî ya leşkerî nînbûye. Herî dawî wî ji bo hin projeyên xwe yên li dijî Iraqê wî li Sovyetê di perwerdeya akadîmiya leşkerî re derbas dikin.
Di encamê de piştî hatina M. Mistefa di nava PDK ê de dubendîtiyê destpêkir, M. Mistefa, bêyî ku kongrekê pêk bînin, defakto xwe serokê rêxistinê îlan dike û Îbrahîm Ehmed û komîta navendî ya partiyê bêbandor dike. Ji bo M.M. Barzanî bername û peywirên rêxistinê ne girîng bûn.
A girîng ew bûye ku ew çi difikire û çi dibêje. Ev jî wek bername û peywira rêxistinê tên dîtin. Di fereseta Barzanî de şêwra hevalbendan tune bû.
Vê duserîtiyê rêxistin di 1961’ê de kir dubeş. Beşek wek “alîgirên Meleyî” tê navkirin. Lê beşa din “mektep siyasî” an jî “Meleyî” û “Celalî” derketin. Ev dubendîtî di 1965’an de vegeriya şerê navxweyî û rêxistin parçe kir. Beşek bû bingeha YNK’ê.
Ji wê rojê şûnve PDK bi dorê şerê hemû hêzên Kurdistanê kir. Despêke dijî Mam Celal û Îbrahîm Ehmed, paşê Partî Komînist, qetilkirina Dr. Şivan û hevalên wî û di sala 1974’an nêzî sed hezar pêşmergeyên xew de bêçekkirin û xwe radestî Şahê Îranê kir. Ew î di nava xwe da kesayetiyek a wek Hamza Abdullah û dûre jî kurê xwe bi şêwazên tarî bi fîzîkî ji hole rakirin.
Li Rojava tasfiyekirina Nûredîn Zaza û rêxistina wî, PDK-Î serokên wê Silêman Muînî û Mele Aware girtin, serê wan jêkirin û da Îranê. Di 1978’an de çiyayê Cîlo bi MÎT’a tirk re 800 pêşmergeyên YNK’ê xist kemînê gelek ji wan qetil kir û yê mayî jî teslîmî rejîma Baasê kir. Di 1979’an de îslama Îranê re peyman girêda û êrîşî hêzên PDK-Î û Komaleya Îranê kir. Ji sala 1985’an û vir ve jî bênavber dijî PKK’ê li cem dijminê gelê kurd şer dike. Her wiha, ji sala 1961’î û vir ve dijî YNK’ê her tim di nava şer û dijberiyê de ye.
Baş e, em ji wan bipirsin: “PDK û Barzanî di tevahî dîroka xwe de li dijî Tirkiyeya dagerker û mêtinger, an jî li dijî Îranê û Sûriyeyê yek fîşek teqandiye?”Bêguman, na!
Û ev jî ne bes e, niha jî PDK bi rojane xortên kurd direvîne û winda dike. Ê, heman tiştî rejîma faşîst a Tirkiyeyê jî dike! Gelo çi ferqa wan heye? PDK çanda kurdî bi rêya şerê teybet pûç, xirap dike! Rejîma faşîst a Tirkiyeyê jî li dijî hebûna kurdan heman şerî dimeşîne! Ê, çi ferqa wan ma? Tirk derveyî PDK’ê hemû rêxistinên kurdan wek dûjinên xwe didin nasîn û bêrehm di ser wan de diçin û wan tune dikin!
Û pey van hemûyan re dîsa pirsek din rû dide: “Baş e PDK ji bilî Tirkiyeya faşîst bi tu hêzeke kurdî re dostaniyê dike gelo?”
Dewleta rejîma faşîst a Tirkiyeya dagirker ciwan û jinên kurd digire û êşkenceyê li wan dike! Bi heman şêweyî PDK jî di navçeyên bin kontrola xwe de li ser keç û xortên kurd êşkenceyê didomîne.
Dewleta tirk li ser keç û xortên kurd narkotîkê ferz dike, difroşe wan, di nava wan de fihûşê-fahîşetiyê belav dike û pêş dixe. Ger mirov rojekê li kolanên Hewlerê bigere, wê bi çavên tazî wan hemûya bibîne ka karên fahîşetî û narkotîkê çawa bi destê PDK’ê pêk tên.
Encam: Çawa dewleta tirk her roj êrîşî Rojava dike û li bakurê welêt tevkujiyê pêk tîne. PDK jî rasterast ji bo tevkujiya kurdan di êrîşan de cîh digire. Pirsa “Em ê rewşê çawa pênase bikin?”
Bi dîtina min, li via têgînên XAYÎN, XWEFIROŞ têrê nakin, dibe peyva DIJMIN têrê bike. PDK’ê êdî bi van kiryaran sînorê dijminatiyê jî derbas kirye! Vala-vala negotine “Karê te çi be, ew tu bi xwe yî.”
Gotinek heye dibêjin: “Pirtûka mêran piştî mêran tê xwendin!” Û pratîka PDK’ê ya 78 salan jî diyar e. Ew hêzeke tarî ye. Bi navê “kurdayetiyê” mil dide milê mêtingeran û karê dagirkirin û mêtingehkirina Kurdistanê pêk tîne.
Encam: Rêxistineke ku gotinên dijminê gelê xwe pêk tîne, bi navê “kurd” û “kurdayetiyê” hemû kiryarên dijmin vedişêre. Gelê kurd û cîhanê dixapîne. Êdî amûrek kirêt û bêrehm e. Divê helwesta li dijî malbata Barzanî bê diyarkirin.
Divê helwesta li dijî neyarên gelê kurd di her warî da rû bide. Divê civak vê nexweşiya dijminatiyê tehmûl neke û cih nede dijminatiya dijî gel û welatê xwe. Wekî din rê nîne.