Ji sala 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye îlankirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pîroz dikin. Komele, saziyên sivîl û partiyên siyasî li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê deklerasyona ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî aşkera kirin. Saziyan bi hişyariya “Her der kurdî, her dem kurdî” dest bi pîrozbahiyê kirin. Têkildarî mijarê Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar pirsên Xwebûnê bersivand.
Girîngî û wateya 15’ê Gulanê ji bo kurdan çi ye?
Di dîrokê de ji bo kom, gel û neteweyan hinek roj û bûyer hene ku li ser dema wan a ku tê de dijîn û pêşeroja wan ji gelek milan ve bandoreke mezin dikin, dibin destpêka rewşeke nû. Heta hind ji wan roj û bûyer mohra xwe li rêgeh û rûgeha qedera wan didin, herikîna rûbarê wan diguherînin; resenbûn û xweserbûnên wan diparêzin û li ser reh û gehên wan berê wan didin asoyeke nû. Bi vî awayî ji wan re dibin remz û rojên sereke yên dîrokî.
15’ê Gulanê jî ji bo neteweya kurd xwedî wate û girîngiyeke wiha ye. Di 15’ê Gulana 1932’yan de têkoşerê pêşeng ê zimanê kurdî û rewşenbîrê kurd Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê dest bi weşana kovara Hawarê kirine. Gelek taybetmenidiyên resen û xweser ên Hawarê hebûn. Taybetmendiyeke sereke ya Hawarê ew bû ku cara yekê bû kovareke kurdî bi alfabeya latînî dihat weşandin. Bêguman ev xal çend girîng be jî ya ji wê girîngtir ew e ku di wan şert û mercên qiyametî û dojehî ya ku neteweya kurd di nava pencên dorpêçê de diperpitî û nalîna wê dil û hinavên dîrokê dihelandin de, li dijî tunehesibandin, tunekirin, pişaftin, helandin û tevkujiya li ser kurdan, Hawarê bi stratejî, xet û politikaya xwe ya ku li ser xîmên parastin û pêşvebirina hemû nasname, ziman û nirxên neteweya kurd hatibû danîn xwe gihande hawara kurdan.
Belê; Hawar ji kovarekê gelek zêdetir û wêdetir bû. Hawarê li dijî dagirkerî, mêtingerî û tevkujiya li ser kurdan xwe gihandibû hawara neteweya kurd û hem ji bo roja tê de hem jî ji bo pêşerojê tovê şoreşeke xweser ê ziman, çand, wêje û zanînê li nava cerg û dilê dîroka kurdan reşandibû ku dê di demên pêş de wisa şîn bûbûya ku neteweya kurd dê ew ji bo têkoşîna hebûn û xwebûna xwe ya azad bikira çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê, 15’ê Gulanê ji bo zimanê kurdî û neteweya kurd rojeke dîrokî ye.
Hawar ne tenê bû dengê zanîn, xwenasîn û xwezanînê, di heman demê de ji bo diyarkirina rê û rêgeheke rizgarî û azadiya neteweya kurd bû çavkaniyeke bingehîn; ku wek Celadet Elî Bedirxan diyar kiribû hêmana sereke ya vê rê û rêgehê jî zimanê kurdî bû. Lewre, ew jî baş pêhesiyabû ku ji bo mirov, kom, gel û neteweyan ziman şertê hebûn û xwebûnê yê pêşîn e. Ji ber van sedeman salvegara kovara Hawarê 15’ê Gulanê ji bo me hemû kurdan rojeke watedar û dîrokî ye. Ji wê ye ku ev roj di encama têkoşîna bêhempa ya Tevgera Rizgarî û Azadiya Kurdistanê de, di sala 2006’an de, bi pêşengiya TZPKurdî û saziya neteweyî de wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ji wê rojê heta niha, 15’ê Gulanê ne tenê rojekê bi hefteyan, bi bername û çalakiyên cur bi cur, bi giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Bandora 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser pêşketin û parastina zimanê kurdî çi ye?
Her cejnek bi rengekî li ser civakê bandorê dike. Helbet hinek rewş û sedemên civakî girîngiya hinek cejnan zêdetir dike; wateyên ji cejnê wêdetir li wan bar dike û ew cejn jî li gor wê wateyê tên pîrozkirin. Ji ber rastiya hewldanên hovane yên li ser neteweya kurd û bi taybetî jî li ser zimanê kurdî ya van sedsala dawiyê Cejna Zimanê Kurdî jî di nava xwe de rastiyeke wiha dihewîne; ji cejnên tên zanîn gelek wêdetir e. Berî her tiştî di nava xwe de dil, hiş, giyan û zanebûneke berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîna zimanê kurdî dihewîne. Çawa ku Newroz cejna kurdan a neteweyî ya berxwedan, serhildan, azadî û rizgariyê ye, 15’ê Gulanê jî ji bo zimanê kurdî wisa ye.
Li ser bingeha vê rastiyê, Cejna Zimanê Kurdî ji destpêkê heta roja me, bi bername û çalakiyên cur bi cur ên her sal di nava gelê kurd de hişmendî, zanebûn û motîvasyoneke parastin û pêşvebirina zimanê kurdî belav kir. 15’ê gulanê ne tenê rojekê wek cejneke ji rêzê tê pîrozkirin; berovajî çend hefteyan û bi daxuyaniyên girseyî, meş, mîhrîcan, panel, mîtîng di nava civaka kurd de giyan, hişmendî zanebûneke neteweyî belav dike.
Helbet dema em têkoşîna 50 salan a lehengane tînin ber çavên xwe diviyabû ev hişmendiya zimanê kurdî li gel encamên xwe yên şênber li her derê ku kurdek lê dijî belav bibaya, lê sed mixabin vê yekê xwe negihandiye wê radeyê. Ji ber vê divê em kurd bi giyanê seferberiya têkoşîna zimanê kurdî ya ji her milî ve, her rojê bikin 15’ê gulanê û 15’ê Gulanê bikin her roj û demê bikin roj û dema raperîna zimanê kurdî.
Ji 2006’an heta niha 15’ê Gulanê tê pîrozkirin. Kurd çiqas li vê rojê xwedî derdikevin?
Di têkoşînên rizgarî û azadiyê de gel çiqas têkoşer, leheng û xwebeş be jî bi gelemperî li gor hêz û saziyên xwe yên pêşeng teşe digire û li gor wê tev digere. Ev yek ji bo gelê kurd jî wisa ye. Ji ber wê ji mijara pêhesîn, hayjêhebûn, zanebûn û xwedîlêderketina gel wêdetir divê rewşa pêhesîn, hayjêhebûn, zanebûn û xwedîlêderketina hêz û saziyên kurdan ên pêşeng bê pirsîn û vepirsîn û bibe mijara nîqaşê. Ku em pirseke “Ji bilî sazî û dezgehên kurdî û derdorên kurdîparêz, rewşa hêz, sazî dezgeh û derdorên din ên kurd çi ye?” bipirsin û bersiva wê bi awayê rasterast û herî zelal û şênber bi yek hevokê bidin divê em wiha bibêjin: Sed heyf, şerm û mixabin ku gelemperiya hêz, sazî û dezgehên kurd ên pêşeng di vê mijarê de hay ji kûrahiya XWE, zimanê xwe û 15’ê Gulanê nîn in, di helwest û kiryarê de ji rastiya pêkanîna pêwistiyên mijara zimanê kurdî û nirxên neteweya kurd gelek dûr in ku ev xizmeta mêtingeran dike.
Ji xeynî sazî û dezgehên kurdî û derdorên ku bi zimanê kurdî re eleqeder dibin, sazî û dezgehên din ên kurdan çiqas li 15’ê Gulanê xwedî derdikevin û di zanebûna girîngiya wê de ne?
Tevger, saz, derdor û kesên ku pêşengiya têkoşîna rizgarî û azadiya neteweyî dikin qasî ku li dijî dagirker, mêtinger û desthilatdaran wêrek in, her tiştên wan ên hovane tînin zimên û li dijî wê têdikoşin divê herî kêm qasî wê li dijî kêmasî, nebesî û xeletiyên xwe jî bi awayekî wêrek di nava têkoşîneke şênber û encamgir de bin. Dema ku em wiha binihêrin em ê bi rengekî zelal bibînin ku gelemperiya partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd, li gelê têkoşîneke 50 salan a bêhempa ji rastiya têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî gelek dûr in û niyet çi be bila bibe sekn, nêzîkatî û kiryarên wan xizmeta pişaftin û helandina zimanê kurdî dikin. Sed mixabin di vê mijarê de dişibin celadên xwe û bi awayên cuda bandora wan bi rengekî gelek neyî li ser pişaftina bi milyonan kurdan heye. Heke ku ew hêz, derdor û kesayetên kurd bi awayekê bêtirs û fikar mudaxeleyeke gelek radîkal û şoreşger li wê rewşa xwe ya kambax, rizî û dilsotîner nekin, li xwe, li zimanê xwe û nirxên xwe yên xwebûnî/neteweyî venegerin, bi jiyan û kiryarên xwe nebin têkoşer û pêşengên rast û dilsoz ên zimanê kurdî, dê bibin hevparên kujer û celadên xwe, ku di rewşeke wisa de dîrok dê tu car vê rûreşiya wan ji bîr neke û wan bi neletî bi bîr bîne. Bêguman divê gele kurd jî vê rewşê bi tu awayî qebûl neke û li dijî vê yekê helwesta xwe ya herî şoreşger nişan bide; di serî de jî li dijî siyasetmedar, derdor û kesên ku xwe wek pêşeng dibînin û li kîjan qadê be bila bibe yên li ser navê kurdan tev digerin û diaxivin.
Ji bo hemû kurd û hemû saziyên kurdan li vê rojê xwedî derkevin û bikin destpêka merheleyeke nû ya têkoşîna parastin û pêşxistina ziman, divê saziyên zimên çi bikin?
Berî her tiştî divê hemû saziyên zimanê kurdî, li gor şert û mercên piralî yên rojane bi awayekî herî profesyonel, tevgir û nûjenkirî strateji û polîtîkayên xwe yên zimanê kurdî bi rengekî şênber û tevgir diyar bikin, sazûmankarî û rêxistinbûyîna xwe ya navxweyî ya ji aliyê hişmendî û perwerdehiyê ve tekûz û xurt bikin, plansazî û bernameyên xwe yên demdirêj, demnavîn û demkurt diyar bikin, ji bo pêkanîna wan bi sedan, bi hezaran qadro û xebatkaran bigihînin.
Li gel vê divê saziyên zimanê kurdî bi dirûşma ‘HER DEM KURDÎ, HER DER KURDÎ’, ‘EM HER DERÊ BIKIN KURDÎGEH’ berê xwe bidin nava gel, têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo zimanê kurdî li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurdek lê dijî belav bikin, hişmendî û rêxistinbûya têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê belav bikin, her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî.
Ji bo pêkanîna vê jî, divê her saziyeke zimanê kurdî wek tevgereke zimanê kurdî tev bigere. Bi armanca pêşxistin û berfirehkirina hişmendî, rêxistinbûyîn û hîndekariya zimanê kurdî ji ocaxên zimanê kurdî bigire heta komunên zimanê kurdî, ji meclîsên zimanê kurdî bigire heta kongreyên gel ên zimanê kurdî li her mezra, gund, kolan, tax, bajarok, navçe û bajaran ava bikin, sazîbûna xwe ji alî ve û li her derê pêk bîne.
Li gel vê yekê divê hemû polîtîkayên nûjen ên pişaftinê raxin ber çavan û li dijî tunehesibandin, dorpêçkirin, dortengkirin û hewldanên helandin û tunekirinê li gel têkoşîneke piralî têkoşîna statuya ji bo zimanê kurdî, fermîbûna kurdî û perwerdehiya bi kurdî li her qadê bilindtir û firehtir bike. Bêguman ev yek ne tenê erk, peywir û berpirsyariya saziyên zimanê kurdî ne; ji tevger, hêz, partî, sazî û platformên giştî bigire heta yên jin û ciwanan, ji şaredariyan bigire heta navendên çand, wêje, huner, çapemeniyê, ji sendika, ode, tîmên werzîşê bigire heta qada aborî û bi taybetî jî qada rewşenbîriyê erk, peywir û berpirsyariya me hemû kurdan e. Wek ku em her dem bi taybetî diyar dikin, ji heft salî heta heftê salî divê her kurdek erkdar, peywirdar û berpirsa/ê vê yekê ye.
Ji bo parastin û pêşxistina ziman risteke çawa dikeve ser siyaseta kurdan?
Em bersiva vê pirsê bi çend rûpelan jî bidin têrê nake. Bi serê xwe mijareke taybet e. Lê wek çarçove kurt û kurmancî em dikarin wiha bibêjin ku wek hemû mijaran di mijara têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî de jî erk, peywir û berpirsyariya civakî ya sereke û bingehîn, ji ber rist û pozisyona wan, a siyaseta kurdan û siyasetmedarên kurd e. Berî her tiştî û ya herî girîng, divê her partiyeke siyasî ya kurd jî teqez li gor diruşma ‘Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî’ strateji û politikaya xwe ya zimanê kurdî diyar bike, li gor wê plansazî, karname û bernameya xwe ya demdirêj, demnavîn û demkurt amade bike, bi neteweya kurd re parve bike, ji bo pêkanîna wan di asta herî jor kadro, derfet û budçeyê veqetîne û li her derê Kurdistanê û her cihekî ku kurdek lê dijî têkoşîna zimanê kurdî ya li dijî hêzên pişafker û di nava xwe de û di qada navneteweyî de bi riya xebatên dîplomatîk bimeşîne . Ji bo vê jî divê her siyasetmedareke/î kurd di heman demê de bibe têkoşer û şoreşgerekî zimanê kurdî.
Heval Dilbihar kî ye?
Helbestkar, nivîskar, edîtor û bernamesaz e. Heta niha di gelek sazî û dezgehên ziman, çapemenî, çandî, wêjeyî û polîtîk de xebat meşandine. Yek ji pêşeng û avakarê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ye. Ji ber kar û xebat û têkoşîna xwe gelek caran hatiye girtin û tevahî ji 15 salan zêdetir di zindanê de maye. Heta niha 4 berhemên wî yên wêjeyî çap bûne. Hevgerînde û nivîskarê kovara Destarî ye. Di heman demê de hevberdekê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê ye.