12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rojava bo azadiya Rêber Apo têdikoşe’

Hevseroka Sendîkaya Parêzerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Parêzer Beşîra Cemaledîn, diyar kir ku hemû pêkhate li ser şopa felsefeya Rêber Apo dimeşîn û felsefeya wî bandorek mezin li ser jiyana gelan dike.”

Pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê dostên kurdan ve hatiye destpêkirin bi eleqeyek mezin berdewam dike. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngavê de zêdetirî 3 milyon îmze hatin komkirin.

Hevseroka Sendîkaya Parêzerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Înîsiyatifa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, Parêzer Beşîra Cemaledîn têklidarî pêngava ku li rojava berdewam dike agahî dan. Beşira  Celaledîn anî ziman ku ji bo azadiya  Rêber Apo  eleqeyek mezin heye. Gelê Rojava li dijî komployê têkoşîneke mezin dide. Ji ber ku gelê Rojava bi xwe êşa komplo û tecrîdê hîs dike. Gel rojane eleqeyek mezin nîşanî vê hamleya gerdûnî ya azadiya Rêber Ocalan dide.”

Cemaledîn bal kişand ser encama kampanyayê ya li Rojava û wiha axivî: “Encamên vê kampanyayê li Rojava pir zêde ne. Em tenê di aliyê mafên mirovan û hiqûqî de tênakoşin. Gel jî li qadan di nava çalakî û têkoşînê de ye. Panel, civîn û konferans hatin lidarxistin.”

Beşîra Cemaledîn da zanîn ku Tevgera Parêzeran a Sûriyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan di nava têkoşîna hiqûqî û dîplomatîk de ne û wiha axivî: “Her yek xwe wekî parêzerê Ocalan dibîne û di her qadê fermî û civakî de ji bo parastina wî têdikoşin. Ji bo tawanbariyên li dijî Rêber Ocalan û gelê kurd bên cezakirin, parêzer têdikoşin. Parêzeran li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ji bo mafê Rêber Ocalan biparêzin daxuyanî dan.”

Parêzer Beşîra anî ziman ku bandora kampanyayê bi çalakiyekê û pêkhateyekê tenê bi sînor nema û wiha dirêj kir: “Pêkhateyên ereb, kurd, suryan, keldarî, tirkmen û hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Ji destpêka kampanyayê heta îro hemû pêkhate tev li çalakiyan bûn û dengê xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan bilind kirin. Ev pêkhate li ser şopa felsefeya Rêber Apo dimeşîn û felsefeya Rebêr Apo bandorek mezin li ser jiyana gelan dike.”

Beşîra anî ziman ku gelek çalakî tên lidarxistin û got: “Ji ber ku çalakî rojane tên kirin û her deverên Rojava dibe ne tenê li cihekî destnîşankirî. Piraniya çalakiyan bi daxwaz û xwesteka gel pêk tê û her tişt bi rengekî fermî pêk tê, çi ew çalakiyên bi dilsozî be û çi jî yên ji alî insiyatîfa Sûriye ya Azadiya Abdullah Ocalan be.”

Beşîra Cemaledîn bibîr xist ku çalakiyên wan ên pêşbînîkirî gelek in û wiha bi dawî kir: “Di nava wan çalakiyan de serdana hemû referansên qanûnî heye, her wiha serdanên me yên hiqûqî yên fermî û navneteweyî hene. Ji bo ku ew sûcên navnetewî yên dewleta tirk ên li dijî Rêber Ocalan û gelê kurd pêk tên di qada navnetewî de bên naskirin. Jibo daxyandina vî sûcê tecrîda girankirî yê dewleta tirk û sûcê veşartina bi darê zorê di 25’ê adara  sala 2021’ê de Konferansa mezin a Rojhilata Navîn pêk hat. Ew konferans jî bi armanca agahdarkirina rewşa tecrîdê bû ku em bikaribin bala sazî û dezgehên hiqûqî yên navneteweyî bikişînin ser vê mijarê. Bi armanca ku der barê rewşa Rêber Ocalan de agahî bi raya giştî re were parvekirin.”