12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê vexwendina çalakiyên cejna zimanê kurdî

Li Amedê bi pêşengiya (MED-DER)’ê partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo cejna zimanê kurdî xwestin ku belavokan belav bikin lê polîsan asteng kirin girseyê bi devikî gel vexwendin çalakiyan

Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Amedê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê hatin cem hev û xwestin bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî  belavokan belav bikin. Girseya ku bi wê armancê li Qada Şex Seîd xwestibûn dest bi belavkirina belavokên vexwendina çalakiyên cejna zimanê kurdî bikin lê polîsan ew asteng kiribûn.

MED-DER, Komeleya Wêjeya Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara DESTAR, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û pêkhateya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê beşdar bûn. Polîsan nehişt ku girseya di nava dorpêça polîsan de belavokan belav bike. Polîsan sedema astengkirina belavkirina belavokê jî ew bû ku di belavokan de behsa tecrîda li Imraliyê tê kirin.

Girseyê bertek nîşanî rewşê da û bi dirûşmeyan astengî protesto kirin. Girseya ku astengiya polîsan şikand, şêniyên bajêr vexwend çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglu jî got, “îro li Komeleya Çandê ya Dîcleyê wê bernameya me hebe. Çalakiyên me wê bidomin.”

Hevseroka Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya DEM’ê Cemîle Turhalli, astengî weke “bêtehemmulî” nirxand. Turhallı got, “Çalakiya me qedexe dikin. Ger zimanê me qedexe be, gelê me jî qedexe ye. Armanca me azadiya zimanê gelê me ye. Bila her kes her derê bike kurdî.”

Piştî daxuyaniyê girse li nava kolanên Sûrê meşiya û welatî bi devkî vexwendin çalakiyê. Di meşa ku stranên Kurdî hatin gotin de, dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.