12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uyar: Berpirsiyar girtîgeh e

Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar têkildarî girtî Rêber Soydan ku cenazeye wî ji girtîgehê derket anî ziman ku li girtîgehan tecrîd heye û wiha got: “Rayedar îdîa dikin ku întîhar kiriye. Lê çi dibe bila bibe berpirsiyar girtîgeh e.”

Di 12’ê Îlonê de girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê kuştî hat dîtin. Malbat û parêzer piştî bûyerê çûn Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û cenazeye kurê xwe wergirtin. Malbatê cenazeyê kurê xwe li navçeya Geverê bi girseyî spartin axê.

Têkildarî bûyerê û rawşa girtîgehan Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar nirxandin kir. Çetîn Uyar anî ziman ku rayedarên girtîgehê îdîa dikin ku Soydan întîhar kiriye, lê ew li benda rapora  otopsiye ne û wiha  got: “Rayedarên girtîgehê diyar dikin ku li pey xwe nîşe hiştiye û întîhar kiriye. Otopsiya cenaze kirine. Parêzer dê piştî rapora otopsiyê aşkere bûn bigirin û lêkolîn bikin. Hêj encama otopsiye nedane parêzeran.”

Girtiyên siyasî ne kesên ku întîhar bikin

Uyar bal kişand ser buyerên wekî întîharan nîşan didin û wiha axivî: “Malbatên girtiyan yek jî bawer nake ku zarokên wan întîhar dikin. Diyar dikin ku zarokên wan ne ew kesên ku întîhar bikin in.”

Berpirsiyar rayedarên girtîgehê nin

Uyar da zanîn ku li ser hemû girtîgehan zext û zor pir zêde ye û wiha got: “Çi dibe bila bibe berpirsiyarê mirina girtiyan girtîgeh, pergal û dewlet e. Bi her awayî ewlehiya can û ruhê wan ji rayedarên girtîgehê berpirsiyar in. Sedema mirina van kesan rayedarên girtîegeh e. Girtî di tecrîdê de û di yek hucreyê de tên girtin. Ev bandorek pir neyînî li ser derûniya wan dike. Bandora tecrîdê pir zêde ye.”

Tecrîdê rakin

Çetîn Uyar ji bo dawî li bûyerên bi vî rengî bê jî bang li rayedaran kir û wiha got: “Ez bang li hikûmeta AKP’ê, muxaletefa CHP’ê dikim. Li vî welatî 20 milyon kurd hene. Ew jî xwedî maf û hiqûq e. Em mafê xwe dixwazin. Em dibêjin vê zilmê û vê tecrîdê li ser gelê kurd rakin. Vê tecrîdê li ser birêz Ocalan rakin. Bila êdî ev tecrîda liser gelê me bi dawî bibe. Bi deh hezaran girtiyên me hene. Girtiyên me ketine grevê. Çima? Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Em azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan dixwazin. Eger ev daxwaz pêk bên, êdî dê  cenaze ji girtîgehan dernekevin û pirsgirêk çareser bibin.”