12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya TAJÊ bi wezîra Koçberiyê re hevdîtin kir

Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabir re hevdîtin pêk anî.

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebatên kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabir re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de mijarên wekî girtina kampên Êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû dê heta meha tîrmehê hemû kampên Êzidî lê ne bêne girtin, vegera Êzidiyan a Şengalê û alîkariya malbatan, êrîşên dewlet a tirk ên li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin nîqaşkirin.

Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soza ku dê li ser mijarên ku niqaş kirine raweste, da.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.