13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em bibin yek em ê bighêjin armanca xwe

Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Meryem Soylu têkildarî serdana malbatan a Wezîr Yilmaz Tunç anî ziman ku wan xwest daxwazên xwe bînin ziman, lê polîsan ew asteng kirin û got: “Divê em hemû malbat bibin yek. Ku em bibin yek em ê bigêjin armanca xwe.”

Xizmên girtiyan di çarçoveya kampanya “Deng bidin azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, li gel sazî û rêxistinên civakî, xwestin di 8’ê Gulanê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin bikin, lê polîsan destûr nedan ku dayik û xizmên girtiyan biçin bi Wezîr Tunç re hevdîtin bikin.

Têkildarî mijarê Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Meryem Soylu, bal kişand ser armanca serdana Wezareta Dadê û wiha got: “Em êdî qala tecrîdê nakin. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî bê berdan. Îro hemû zarokên me yên girtî ji bo azadiya Ocalan ketine çalakiyê. Îro girtî dernakevin hevdîtinan û axaftina telefonê. Ev tev ji bo azadiya Ocalan e. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, divê her kes destê xwe bide ser wîcdanê xwe û têkeve tevgerê. Divê ne tenê dayik, divê hemû kes ji berê bêtir liber xwe bidin. Em ê serî li hemû saziyên dewetê bidin. Çi wezareta Dadê dibe, çi meclis dibe, çi saziyên mafên mirovan dibe, em ê serî lih emû saziyan bidin û bixwazin Ocalan serbest bê berdan. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.

Meryem Soylu, da zanîn ku ew bi armanca bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin çûn Enqereyê û wiha axivî: “Me got em ê biçin bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Lê bi hezaran tîmên taybet û polîsên taybed em dorpêç kirin û nehiştin ku em biçin bi wezîr re hevdîtin bikin. Gotin ‘Hûn nikarin bi wezîr re hevdîtin bikin’. Em wekîl û parêzer bi hevre çûn. Lê em asteng kirin.”

Em bi xwe ketin tevgerê

Meryem Soylu, anî ziman ku bi hinceta ‘randevû ji wezîr negirtine” destûr neda û wiha lê zêde kir: “Gotin ji ber we randevu negirtiye hûn nikarin biçin. Dîsa gotin hûn bi serê xwe nehatine. Gotin wekîl û parêzeran hûn araste kirine. Lê tu kesî em araste nekirin. Me 5 mehan Nobeda Edaletê girt. Me daxwazên xwe anîn ziman. Zarokên me ketin greva birçîbûnê, lê daxwazên wan bê bersîve man. Wezîr li hemberî van daxwazên me ker, lal û kor ma. Loma me xwest em biçin Enqereyê û raste rast daxwazên xwe bi wezîr re parve bikin.”

Meryem Soylu, xwest hemû malbat û saziyên mafên mirovan destê xwe bidin hev û rêberê xwe azad bikin û wiha bi dawî kir: “Li tu welatên cîhanê û di dîrokê de rêberê tu gelan 25 salan di girtîgehan de nema ne û xwest êdî rêberê wan azad bibe.

Soylu li ser helwest û sekna wezîr jî rawestiya û wiha pêde çû: “Tu deman welatên dagirker, mafê ên din bi rehetî û li ser masê nedaye wan. Turkiye jî bi rehetî mafê kurdan qebûl nake. Divê tewez hemû kurd rabin ser piyan û bi yek dengî daxwazên xwe bînin ziman. Divê teqez kurd bi awayekî girseyî rabin ser piyan û daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo dewlet ji mirovahiyê fam bikin û bi wîcdan tev bigerin divê em bi girseyî derkevin pêşiya wan ku zanibin li girtîgehan zilm, îşkence û tecrîd heye. Divê zanibe ku em mafdar in û daxwazên me rewa ne. Ji bo vêyekê divê em hemû kurd destê xwe bidin hev. Divê hemû kurd bi bawerî, biryar û yekîtî destê xwe bidin hev û heta dawî daxwazên xwe bînin ziman.”