Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10 Gulanê de kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Hesekê pêk anî. Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hevserokên Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên desteyên hundirîn ên kantonan, şandeyên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û hejmareke mezin a efserên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî kongreyê bûn.
Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî axaftina vekirinê kir. Mazlûm Ebdî kongrê pîroz kir û bal kişand ser serkeftinên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di heyama dawî de di têkoşîna hemberî her cureyên tawanan û madeyên hişbir û terorê de. Ebdî diyar kir ku gelemperiya herêmê di rewşeke heestiyar re derbas dibe û ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistina xebatê pêwîst e.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman jî rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di têkoşîna li dijî tevahî sûcan de vegot û pesnê destkeftiyên ku Hêzên Ewlekariyê di du salên dawîn de bi dest xistine kirin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman anî ziman ku ew bi saya keda şehîdan bi aramî dijîn û soza şopandina xeta şehîdan da. Di kongreyê de berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî bal kişand ser rola jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û got, rola pêşeng a jinan a di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nîşaneya rizgarbûna jinan û afirîneriya wan îsbat dike.
Piştî axaftinan rapora Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat xwendin
Di raporê de xebatên du salan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û astengiyên ku pêşiya wan derketin hatin destnîşankirin. Her wiha plansaziya dema bê hat diyarkirin. Li gorî plansaziyê; dê bi rêya perwerdeyên bîrdozî, qanûnî û pisporiyê asta endaman were pêşxistin, hejmara endamên Hêzên Taybet (HAT) were zêdekirin û piştevaniya bi beşa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir û Têkoşîna Li dijî Sûcan û Dezgeha Ewlehiya Giştî re were zêdekirin.
Pişte rêziknameya nû ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat xwendin. Li ser bendên wê nîqaş çêbûn û pêşniyar derketin pêş. Di dawiyê de rêzikname ji aliyê tevahî delegiyan ve hat erêkirin.
Kongrê bi axaftina endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif bi dawî bû. Foza Yûsif bal kişand ser ked û xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn û li dijî tevahî planên li ser herêmê banga piştgiriya bi hêzên ewlekariyê û pêşxistina hevgirtina civakî kir.