12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rabîaya nûjen: Olperestî, zayendperestî, nijadperestî û zanistperestî

Nûman Amed

Rabîa dewletê çar tiştin. Zayendperestî, dînperestî, nijadperestî û zanistperestî ye. Dewlet her demê perest e.

Pêwendiya têgîna pîrozbûnê ya bi jiyan û hênase girtin û berdanê re heyî pir balkêş e. Faktora hênase ango nefesgirtinê dibe ku problemek kevnar a felsefîk ku mirov yekem car bûbe şahîdê wê. Çawa ku nefes girtin û berdan navberkara di navbera mirov û gerdûna kozmîk de ye, di heman demê de pirsgirêka cudahiya di navbera jiyan û mirinê de ye jî. Mêzekirina li hebûnê ku ji cihekî cangirte û pir balkêş çêbûye, dibe ji bona mirovên seretayî pir ne zor be. Ev rewşa ku mêzekirin hêsan, lê bersiv pir zore hîn jî me mijûl dike. Dubendiya rûhanî û made bi vegotinek din diyalektîka enerjî û madeyê hîn jî mijarek li hêviya pirsên xwe yên nehatine bersivdayîn. Mirov nekare bêje ku mirovatî di vê xalê de pir gavên li ber çav avêtiye. Pêşiyên me, vala vala “ba” pîroz nekirine. Nîşaneya hewa ango bayê ya zindîbûniyê û pêwendiya wê ya bi ruh re çêkirin çavdêriyek balkêş e. Dema mirov van rastiyan berbiçav dike, di navbera vê rewşa mirov a arkeîk û felsefeyê de dûrbûniyek pir zêde nîne.

Vegotina ji madeyê re fîzîk û ji enerjiyê re jî metafîzîk ji bilî têgînbûn û navlêkirinê ji çavdêriya destpêkê ku ev herdu tişt hevseng didît pir ne cuda ye. Di zimanê Kurdî de ev herdu tişt yek tişt in. “Ba” û “bû” zincîra pêvajoya hebûnê û mantiqê wê rave dike. Peyva “bû” ya zimanê Kurdî li Greka kevin dibe fîzîk. Ev kok yek tov in.” ~ Fr/Îng physîo+ +bedenî, gewde, fîzîkî < Yûnaniya kevin: phýsîs φύσις beden, hebûna zindî +sis < Y.kevin phýō φύω bîh, mezinbûn, çêbûn, werimîn, bilindbûn, bûyîn << Hawr *bheuə- bû, werimî, bijkivî, çêbû.” Weke em ji ferhengên etîmolojî yên zimanên Hînt Awropa fam dikin, “bû” û “bhaû” yek kok in. Tişta ku zimanê Kurdî li vê zêde dike, raya peyvê ya orjînal e. Koka van peyvan “ba” ye. “Ba” çêker e. Mijara ku Hz. Îsa bi pifdanê çêdibe jî mêjiyê xwe ji vir digire. Aha tişta ku em jêre dibêjin ruh û derbasî nav dînên yek xwedayî jî bûye ev rastî bi xwe ye. Felsefeyê ji vê rastiyê re got metafîzîk. Hebûn ji madde û enerjiyê pêktê. Aha di zimanê Kurdî de ji vê hevsgengiya hebûnê çêdike re “bû” tê gotin. Bû hem made û hem jî enerjî ye. Felsefeyê nukulek lê daye û piçekî ji hev dûr kiriye. Tişta em dibêjin fîzîk û metafîzîk jî ev rastî bi xwe ye. Metafîzîk û fîzîk çiqasî ji hev qut in, mijarek nîqaşê ye. Di vê xalê de spekulasyonên hatine peyda kirin, bi giranî ji aliyê dînan û felsefeyan çêbûye. Çavdirêya destpêkê û navlêkirina wê bêtir nêzî rastiyê ye. Zimanê Kurdî ji vê destpêkê gelek tişt anîye roja me ya îro. Xwendinek nûjen jêre divê. Hênase û xweda û pêwendiya wê ya bi hev re li gel Platon, enerjî ango ruhê di qefesa tiştekî de cih dibe weke îdea, lê hatiye mêzekirin. Qefes sexte ye û ruh orjîn e. Tişta rast ruh e. Platon pêxemberê gavên pêşî yê dînên yekxwedayî ye. Platon bê hemdî xwe xwedayê Hûrriyan pîroz dike. Xwedayê bayê! Platon pir ne dûrî çiyayên Kurdistanê yên bi “ba” û “bahozê” tijî ne. Dubendiya ruh û made ku dîn û felsefe wê bi argumanên cuda tarîf dike, di dubendiya meşhûr a Adem û Hawa de hîn barîz anjî kifş e. Teolojî ango çîrokên afirandinê yên ji axê ber bi bayê ve pêşve diçe ku ji hatçûyên Sumer û Hûrriyan îlham digire, dibe ku bi Încîlê rabibe ser piyên xwe. Ji axê ber bi bayê ve hilkişandin bandoriya felsefeya Grekê nîşanî me dike. Em ji bîr nekin ku dema Încîl dihate nivîsandin li nîvgreva Grekê pir çûbû û hatibû. Çîroka Meryem û Îsa ya bi nefes û pifdanê ve girêdayî vê rastiyê piştrast dike.

Ji mîtolojiyê ber bi dînên yek xwedayî ve antropomorfîzm tê gotin û ji bilî yekxwedayekî panteon li mirovan tê belavkirin. Adem û Hawa mara xwedaya jin a bi mirov re ye. Hawa antropomorfiyek xwadayên berê ye. Dema mirov li teslîsa zewaca Adem mêze dike, hinartinek xwedavendên kevn ên Sumerî heye. Lîlît û Hawa di rastiya xwe de ji mîtolojiyên kevn hatine girtin. Di vir de tişta balkêş ev e ku asta xwadavendiya jinê daxistine asta jinek ji rêzê ya hevjîna Adem. Melekê Tawis û lîlît li hemberî vê înşa ango çêkeriya dînê yekxwedayî ku asta herduyan jî dadixe jêr, derdikevin. Peyva Kurdî “hewî” ji vê kevnariyê tê û bi îhtîmalek mezin bi navê hawayê re yek kok e. Hawa hewiya Lîlît e. Di vê îmalata ji xwedavend ango xwedayan daxistina asta mirov de zayend pir ne girîng e. Hawa û xwedayê bayê ji heman rayê tên. Tewrat di vê mijarê de îmalatek mûhteşem e û ji nêz ve mîtolojiya Sumer şopandiye. Çîroka afirandina mirov a Êzdiyan û çîroka Lîlît û Adem pir dişibe hev. Mijara çêbûna nifşên mirovan a ji cinan û şeytên tasfîrek Samî ya dereng e. Di dînê Yezdan de ev çîrok hîn safî û hîn şînber e. Yahûdî her çiqasî ser binixwîmînin û Adem û Hawa têxin pêş jî, Tewrat di vê xalê de bi nakok e. Ji xweda daketina melekan û ji melekan jî daketina mirovan zîvra (evrîm) pêvajoya teolojîk a dînên yekxwedayî ye. Kuliyata Sumer weke xweda-melek û mirov tê dabeşkirin. Yezdanî hîn dunyevî ye û xweda têkelî vê mijarê nakin. Mijara çêbûna mirov ango nifşê mirov ji Adem û Hûrrî û Hawa didin destpêkirin û nivşê mirovan ew çêdikin. Yezdan, Hawa napejirînin û li şûna wê hûriyek bihuştê bi awayek sergirtî dikin hevjîna Adem. Ez bawerim ev bi xwe jî reformeke û tirsa dînên derdor nînbe, ew Ademê hanê Melekê Tawis bi xwe ye. Sergirtin û nixumandina çîroka afirandinê ya mirov hem di dînê Yezdan û hem jî di dînê Yahûdiyan de heman tişt e. Teslîsa Xiristiyantiyê ya bi navê bav, kur û ruh el qûdis teslîsek malbatî ye. Meleka Xiristiyantiyê bi çîroka Îsayê hatiye pifdan û tişta pifdan lê hatiye kirin tê pîrozkirin. Bi îhtîmalek mezin ev Meryem bi xwe ye. HZ. Îsa ayeta Furkan el Meryam a Tewratê dike teslîsa bingehîn a dînê Xiristiyantiyê. Birêz Ocalan movika teolojîk a ji Sumer tê weke dîsk ango şikandina movika yekemîn, bi pevçûna Mûsa û Meryem dide destpêkirin. Tişta ku jêre dibêje şikandina zayendî, bi teslîsek şolî û xûman derbasî Dînê Xiristiyantiyê dibe. Ruh el Qûdis dayîka Meryem e. Ev mijara ruh di pêngava nivîsandina Încîlê ya bi zimanê Grekî de bi sê aliyan dibe mijarek gotûbêjê; tasfîra teolojîk, tasfîra tibî û tasfîra felsefê.  Nefes an jî ruh ku di roja îro de mîna psîko tê bilêvkirin, çavkaniya xwe ji pişikê digire. Lebeta nefesê hem di hêla zanistê de û hem jî di hêla dînî de hîn jî tê nîqaşkirin. Pişik- mêlak tu têgîn û navên pir balkêş in. Bila pişik li kêlekê bimîne û em li ser peyva mêlak bisekinin.

Peyva melek a qaşo Erebî, Îbranî ye. Peyvek nomînalîzasyona ferîştah a Avestayê ye. Hemû lêkolînvan dibêjin ku ev peyva Îbranî ji aliyê Yahûdiyên serdema koça Babîlê ji Avestayê hatiye girtin. Balkêşe ku hevoka اَشْهَدُ اَنْ لاَ اِلهَ اِلاَّ اللهُ وَاَشْهَدُ اَنَّ مُحَمَّدًا عَبْدُهُ وَرَسُولُهُ Erebî “Eşhedû enla îlahe îllallah we eşhedû enne mûhammeden abduhû we resûluhû” elçî ango qasidbûna pêxamber Hz. Mûhammed tarîf dike ye. Peyva eşhed, şahîd û eşteh-eştaha Avestayê yek kok in. Di zimanê Erebî yê pêngava Tevhîdê de kombînasyonên hatine çêkirin pir balkêş in. Îctîhad-îştîha-cîhad-cehd-şehvet-îştah ji aliyê Bedeviyên kevn jî nayên zanîn. Di peyva Yaşhtha de bi awayek sergirtî rayên mîtolojiya Sumer-Aşûr xwe dide der. Raya îştar di peyvê de heye. Hawarî ji xwedê re tê kirin û li cîh cîhan weke pesna xwedê jî tê famkirin.  Li gorî vê çavkaniyê (Muîn, Mezdiyesnâ ve Edeb-i Fârsî, I, 201; Ebu’l-Kâsımî, Muhsin, “Evistâ”, DMBİ, X, 442.) duayek ji bona xwarin û bereketê ye. Înana-Îştar ji xwe xwedavenda zêdehî û bereketê ye. Çavkaniya “Yaşta” ya herî kevin duayên Majiyan ên berî xwarinê ne. Di Yaştên Avesta de jî hîyerarşiya pîrozên kevin û duaya xwarinê bi hev re cîh digirin. Hîyerarşiya ji dîn ber bi polîtîka ve di Avestayê de kifş e. Ji xweda ber bi melek û rêvebir ve daketin, guhertinên di Avestayê de hatine kirin jî radixîne ber çavan. Bêgûman em Avestaya bi zimanê Pehlevî û guherînên Sasaniyan têde kirine dixwînin û qala wê dikin. Rewşa Avestayê ya orjîn em nizanin. Tişta Îslam û Kuran bandor kiriye ev Avesta ye.

Îslam di gelek ayetên xwe de rexmî pir zelal e jî, ji aliyê şopdarên wê ve baş nayê zanîn. Ger li Îslamê bi şêweyek zanistî bê mêzekirin, wê girîngî û cudahiya wê baştir kifş bibe. Kadîr Misircîoxlû û kesên mîna wî dihizirin, provakator in. Ev zîhniyeta hanê nahêle Îslam baş bê famkirin û xeta Sûûd ango Mûavîye didomînin. Îslama Siyasî aha ev in. Ger Mîhraça pêxember Hz.Mûhammed bi şêweyek etîmolojîk û civaknasî bê lêkolînkirin, ragihandina hevpeymana Medîne û erêkirina wê ye. Pirsgirêka qewmê Yahûdî û cîhgirtina wê ya teolojîk a nav Kuranê tê safîkirin. Rêzdayîna ji hemû pêxemberên berî xwe, mijara nekirina şîrk a li hemberî xwedê û çareserkirina pirsgirêka mabedên Mescîd- î Haram û Mescîd-î Aksa ye. Li gel xwedê cihê pêxemberên Yahûdî çiye, di çûna Mîhracê de tê safîkirin. Mîhraç Avestayî ye û bi awayek ser nixumî Yezdanê rojê têde heye. Dîn wisa hev bandor dikin. Ger Mîhraça pêxember Hz. Mûhammed baş bê famkirin, ti carî pirsgirêka Fîlîstîn û Îsraîl weke heyî dernakeve. Tewratê têra xwe zanistên civakî bandor kir û di nav zanistên civakî de veşartî ye. Ger em niha bêjin peyva “laîkos” û “me-laîke” yek peyvin wê gelek kes matmayî bimînin. Teolojiya Tewratê ya melek û xwedê bi etîmolojiya “laos” ku koka xwe ji “gel” digire tê entegrekirin. Mantika laîkos ango laîktî ji mantika melek û xwedê hatiye girtin. Karên xweda û karên gel li gorî baweriya Êzidiyan jî ji hev tê cudakirin. Karê Melekê Tawis dinya û civak e. Ger ne wisabûna wê peyva laîk hêsanbûna. Mijara laos û laîk tişta em jê famdikin rave nake. Cîhana îlahî û sekuler bi navberkariya melekan ji hev tê cudakirin. Jixwe melek ji bo vê ne û di her dînî de xweda û civak ne heman qad in. Pêxembertî li gorî melekbûnê gavevêtinek cîddî ya sekuler e. Mirovekî mirov û ras raste tevlî karên polîtîka dibe li pêşberî me ye. Laîokos û dîn li hemberî dewletê tên cudakirin û sînorên wan tên diyarkirin. Xwedayê daketiye erdê û li erdê dimeşe êdî dibe dewlet. Dewlet, di her zemanî û di her mekanî de giştî ye. Li Rabîa dewletê zanist zêdekirin, nayê wê wateyê ji kevneşopiya dewletên berî xwe qut bûye. Rabîa dewletê çar tiştin. Zayendperestî, dînperestî, nijadperestî û zanistperestî ye. Dewlet her demê perest e. Ji ber vê jî laîktî ne cudahiya navbera dewletê û dîn e, berevajî vê fermîkirina cudahiya dîn û civakê ye. Yanî şûna dînê berê êdî dewletê girt û dîn û civak ji hev qut kir.

Kadîr Misircioxlû û mijara wî ya Yahûdîtiyê antîsemîtîzm e. Kevnariya Yahûdîtiyê û girêdana wê ya bi mîtolojiyê re paş guh dike û mijarê têra xwe şilû dike. Di dînên Semavî de ya mîtolojiyê bi îmalata dînên yek xwedayî dide guherandin dînê Yahûdî ye. Yahûdîtî nînbûna dibe ku Îslam jî nînbûna. Misircioxlû dînperestiya Îslamê dike.  Dîn ji dîrokê qut şîrovekirin, têra xwe şaş e. Dînê ku Adem û Hawa li gorî em niha fam dikin, afirandiye Yahûdîtiye. Mijara “goîm” (centîl-gentîle) ku ne Yahûdî ne û zarokên Adem û Hawa ne; dîsa berevajî vê Hawa û Şeytan ku Misircioxlû jêre dibêje Riza Nûr, mijarek kevin ku diçe heta pêngava Sumeran. Dibe ku bandoriya Zerdeştiyê jî be. Riza Nûr wergera Ahûra Mazda ye. Awira rojê û Ahûra Mazda bi rengê nomînalîzasyonê wergerandine Riza Nûr. Şaxeki din ku pir bal dikşîne jî Abdûrahman Dîlîpak e. Modernîzasyon ango lêgerîna ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Îslamê re çare dîtin, bi şêwazê wî ne gengaz e. Bêgûman mijara me ne rexneya Dîlîpak e. Analîzên kovarên derve bi bernameyên Îsmaîl Hakî Aydîn, Abdûlah Çîftçî, Hamza Yavûzoxlû û Ramazan Kûrtoxlû tên kirin balkêş in, lê li gorî me pirsgirêk hîn kûrtir e. Nûjenkirin anjî modernkirina zayendîperestî, dînperestî, olperestî û nijadperestiyê dikin. Rabîayek modern in. Nijadperestiya di ser dîn re tê kirin, qaşo li hemberî hêzên global e. Lê ew bi xwe jî têra xwe ji wir timar bûne. Bi taybet pirsgirêka Dîlîpak a Gender (cender) manîdar e. Dema mirov li tevahî resim mêze dike, zayendîparêziya civakî ji nû ve tê înşakirin. Goîm û gender weke mirovên ne Yahûdî di nasnameyên cîhanê de gelemperî tê karanîn û li gorî van kesan ev jî leyîstokek Yahûdiyan e. Malbatên navdar ên Yahûdî û pêwendiya wan a bi entelektuelîzma Avrûpa re heye, weke xwediyê vê xefikê tên nîşankirin. Nasnamaya Yahûdî weke nasnameyek jorîn û nasnameyên din jî mîna nasnameyên jêr tên pênasekirin. Yanî Yahûdî li milekî û hemû mirov li milekî.

Li gorî Dîlîpak “gender” gelemperî homoseksueltiyê pênase dike. Ger ev nêrîna wî rast be, Yahûdî êdî nasnameyên bîyolojîk ên herî jor in û mirovên din jî li jêr in. Yahûdî bi fitrata mirovahiyê dileyzin. Ramazan Kûrtoxlû pisporê zad û genetîka zad e. Yahûdiyan zad hemû xirakirin. Nifşê mirovan ên dawiyê û mijarên Dîlîpak pêşdîtinên balkêş in. Dema mirov van kesan kom bike, mirov fam dike ku AKP çawa her hilbijartinên qezenc dike. Di qada tenduristiyê de jî Canan Karatay li pêş e. Bêgûman tiştên rast jî dibêjin, lê girêdana hemû pirsgirêkê bi zayendê ve girêdan pir şaş e. Yanî Osmanî, piştî Osmaniyan komar û rojhilata navîn û rewşa wê kevin û îro ne utopyayek pir baş e û başbû. Rojevek wisa afirandine ku mirov xweziyê li berê bîne. Sedemên hemû pirsgirêkan bi derve didin girêdan. Bi hemdê xwe an bê hemdî xwe îdeologtiya AKP’ê dikin. Tirsa zilam a fitratê gur dikin û bi xewnên xisandinê sor dikin. Modernîteya Kapîtalîst û êrîşên wê yên li ser çanda Rojhilata Navîn bi ser û pî ango kele paça nekare bê sekinandin. Kurê Ayet- ul Kursî Silêman Soylû û nizanim kurên homoseksueltiyê êdî pir eşkere hilkişiye nav qada polîtîkayê jî. Yanî mijar ewqasî girîng bûye. Gelo van kesan, bi civakê dileyzin an dixwazin ji pirsgirêkên civakê re çareyan bibînin? Ti kes nezane. Li aliyekî ev li aliyê din jî saziyên bi fonên Awropa timar dibin hene û li gorî van aliyên em qala wan dikin, raste rast bi fitratê dileyzin. Bernameya guldir guldir, Awropa Yakasi (Burhan Altintop) û her wekî din tirsa van aliyên em qala wan dikin hîn zêdetir dike. Ev alî HDP’ê jî tevlî vê leyîstoka giştî dikin. Teoriyên komplo ne, an rastî ne bila niha li vir bimîne. Lê tişta girîng û divê ti carî neyê paşçavkirin Gazalîtiyek modern li pêşberî me ye. Ya rastî ne Rojhilata Navîn dikare weke heyî bê parastin û ne jî Modernîteya Kapîtalîst. Rêbazê modernîteya Kapîtalîst a destwerdana Rojhilata Navîn dike, qirkirina çandî ye; lê rêbazê van aliyan jî têra xwe genî dike. Dema mirov li wan mêze dike, mixabin mirov rûyê pêxember Hz. Mûhammed nabîne. Tişta tê dînin rûyê Ebû Sufyan e. Benî Îsraîl rexne dikin, lê pir dişibin Mûsa. Derûniyek biçûk a Sultanên Osmanî di wan de heye. Desthilatdar in û eşrafê derdora Mekê ne. Di bin bangewazî û derûniya wan de teşedayîna Adem a Hawa heye. Rêber Ocalan vê pêngavê weke şikandina zayendî ya herî dawî şîrove dike. Îmalata Adem û Hawa berhemên vê serdemê ne. Mijara goîm û gender bi Yahûdiyan ve girêdan anjî weke çêkera Yahûdiyan dîtin, pir balkêş e. Yanî Yahûdî dixwazin ji bilî xwe û derdorên xwe hemû mirovan bixesînin. Xerakirina avaniya peyva zayendê û îcada têgîna gender ango zayendîparêziya civakî li gorî van aliyan şemitandina zayendê ye. Yanî Trans, yanî ji vir çûna aliyê din ango zayenda dine. Zilamtiya bi tayê pembo ve girêdayî û zayenda ne jidandî ku pênc hezar sale tê jidandin, gelo çima ewqasî ditirse? Wê demê zilamtî tiştekî civakî ye û hatiye înşakirin. Peyva mîna “erkek” ku ji koka ereksiyon tê û weke erkek di nasnamê de tê nivîsandin û bi zimanên Awropî jî mîna “sex” cihê xwe digire bê qusûre. Gelo li şûna van peyvan sîmgeyên zayendî li nasnamê bên wênekirin, çi ferqa wê heye? Ji serî de diyare ku nîqaş şaş tên kirin û destgirtinek statokoparêz li pêş e. Herdu alî jî têra xwe xwedî şaşîtî ne. Rabîa şaristaniyê û çar hespên mahşerê heta neyên rexnekirin û li şûna wan tiştên baş neyên dîtin, her nîqaş bi gûman e. Em weke zilam divê vê bi pejirînin ku jin çidike bila bike. Li hermberî kiryarên jinê xofa heyî, zilamtiya kevnar bi xwe ye. Ger li hemberî îdeolojiya kapîtalîzmê tekoşîn bê kirin divê ji çar rabîayên kapîtalîzmê bê destpêkirin. Hemû xerabî encamên van çar rabîayê şaristaniyê ne. Zayendîperestî, olperestî, nijadperestî û zanistperestî.

Di vê şibakeyê de Yahûdî hem erênî ne û hem neyînî ne. Hem hevdana hemî şaristaniyê ne û hem jî civakek têr pêxember in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê