Mecnûn şivan e li zozanên Şerevdînê. Her roj Leyla xwe dibîne û her du jî şad û bextewar in. Her dem bi hev re bûn. Ji bo ku bala Leylayê bikişîne û kêfa wê bîne Mecnûn tiştên pir ecêb dikirin.
Destana Leyla û Mecnûn destaneke evînî ye û li tevahiya Rojhilatanavîn bi nav û deng e. Li her herêm û welatan bi pir versiyonan hatiye vegotin. Li gundê me Karaziyan jî bi vî şeklî hatiye vegotin.
Leyla keça serokê eşîra Bêrtiyan e. pir zengîn e û xwediyê keriyên miyan e. Mecnûn ji berî ku bê dinê bavê wî dimirê û ew sêwiyê Karaz e. Di pênc saliya wî de diya wî bi destê wî digire û dibe cem bavê Leylayê. Û xwe davêje bextê axa ku xwedîtiyê lê bike. Dibêje: “Axayê min! Kesekî min tune ye, ev sêwî bila li ber berxên te be. Tu lê xwedîtiyê bike. Sêwiyê min emanetî xwedê emanetê te.’’ Bavê Leylayê di serî de bi destê wî digire û destê xwe li ser serê wî digerîne. Rûn dide ser nan û dide destê Mecnûn ê sebî. Dilê wî pê dişewitê lê xwedîtiyê dike.
Eşîra Bêrtiyan havînan diçûn zozanan, cihê bilind û hênik. Malbata Leylayê jî her sal di meha nîsanê de ji beriyê ber bi zozanên Serhedê ve diçûn. Berî ku herin zozanan deh panzdeh rojan konên xwe li Kaniya Spî vedidan û li wir bi cih dibûn. Di vê demê de Mecnûn ê biçûk jî dibû şivanê berxan. Roj hefteyan. Hefte mehan, meh jî salan diqewtînin. Dem tê û Leyla û Mecnûn mezin dibin. Leyla dibe keçeke xamaya wek Nêrgiza Qetin û Xezala Sîpanê Xelatê, Mecnûn jî dibe xorteke çeleng.
Hêj di zarokatiya xwe de, Leyla û Mecnûn nêzîkî hev dibin, ji hev hez dikin. Tim û daîm bala wan li ser hev e. Bi şev dema ku tenê dimînin, dikevin nav xewn û xeyalên hev ên bihuştî. Di dewiya şevên dirêj de siba zû dihatin cem hev û di tenhatiyek de bi dil û can hev hembêz dikirin. Bi destkirina rojê re ew hevalên xwe yên dinan tev bi veşartokê, bi çirê dilîstin. Bi kêf û coş dem diborandin. Dema ew her du tenê bimana bi pêncokan dilîstin. Carcarnan jî navber didan lîstika pêncokan û bi bi eşq û şewq li çavên hev bi saetan dinêriyan. Mîna ku zanibin ê roj hebe nikaribin li cem hev rûnin û li hev mêze bikin. Hesretê ji dilê xwe derbixin.
Mala Leylayê îsal dîsa ji beriyê berê xwe dabûn zozanan û li Rûteken bi cih bûbûn. Ê li vir panzdehkî bimana û ber bi zozanan ve biçûna. Êdî dema Mecnûn a kar û xebatê hatibû. Bavê Leylayê ji diya Mecnûn re got: “Ez diwxazim Mecnûn îsal bi me re bê zozanan, ji me re şivaniyê bike. Lewra êdî mezin bûye; heta niha zarok bû, tenê dema ku em li Karaz bûna me dikir ber berxan.’’ Diya Mecnûn xwest ku bi Mecnûn bişêwire. Mecnûn ji ber ku ê her roj Leylayê bibîne û hesreta wê nekişîne ji diya xwe re got: ‘’Ez pir dixwazim bi wan re herim, bixebitim û pere qezenc bikim.’’ Û Mecnûn mîna ku here şahiyê bi kêf û coş bi wan re berê xwe da zozanê Şerevdînê.
Ji bo Leyla û Mecnûn jiyaneke bihuştî dest pê kiribû. Lewra êdî ê her roj li cem hev bûna, qet ji hev dûr nemana. Mecnûn şivan e li zozanên Şerevdînê. Her roj Leyla xwe dibîne û her du jî şad û bextewar in. Her dem bi hev re bûn. Hal û hereketên Mecnûn bala Leylayê dikişandin. Ji bo ku bala Leylayê bikişîne ser xwe û kêfa wê bîne Mecnûn tiştên pir ecêb dikirin. Carnan xwe ji diyarê dara bilind bi hêt davêtin xwarê û bi saetan toqlanî davêtin. Xwe ji diyarê zinarê bilind bi hêz davêt û mîna cengbazê şareza li ser lingên xwe tîk radibû ser piyan. Van hal û hereketên Mecnûn, Leyla dikirin nav kelecanê; dilê wê werg lêdida hew diman ku ji qefesa singê wê derkeve. Mecnûn di nav şivanan de herî ê jîr û jêhatî bû. Di pêşbaziya hespan de her dem di pêşiya tevahiyan de hespê wî mîna tîra Rustemê Zal dihat; ew jî li ser hespê rewan tîm tîk li piyan bû. Di gulaşê de tu şivanî nikaribû pişta wî bidana erdê. Leyla bi Mecnûn îftîxar dikir.
Van rojên bi kêf û şadî pir dom nekir. Rojeke înê bû, di germa nava rojê de Leyla û Mecnûn li binê dara biyê tên cem hev û bi hev şa dibin. Şivan û bêrîvan xeberê digihîjin xwediyê êlê bavê Leylayê. Bav jî bi çepilê Mecnûn digirê û berê wî dide Karazê. Mecnûn bi dilê birîndar û per û baskên şikandî ber bi gund ve dimeşe. Ew ber bi Karaz ve dimeşiya lê dilê wî li zozanan bû. Lewra dilê xwe li ba Leylaya xwe hiştibû.
Leyla li zozanê Şerevdînê û Mecnûn li Karaz li binê dara qijkê bû. Ji hev dûr û bi hesreta hev û du bûn; mîna erdê hişk û ziwayê ku li benda baranê ye. Roj li wan dibû sal, gav û saet derbas nedibûn. Dilê wan kul bi êş û jan bûn. Çavên wan ji giriyê sor bûbûn. Leylayê berê xwe dida ezmanê şîn, dia û niyaz dikir ku demek zû sar û serma bê. Û berê konan bidin beriyê û li Karaz konên xwe vedin. Bigihêje ezîzê ber dilê xwe. Mecnûn jî li bin dara Qijkê rûdinişt û diket nav xewn û xeyalên Leylaya xwe. Û pê bawer bû ku Rojek bigihîje Leylayê. Van rojên dirêj û bi derd û kul êdî ber bi dawîbûnê vediçûn.
Dia û niyazên Leylayê qebûl bûbûn. Êdî dem payîz bû. Beytok, quling û leglegan şêwr û mişewra xwe kiribûn refê xwe girêdabûn, zozan terk kiribûn berê xwe dabûn beriyê. Piştî teyrên koçber, êla bavê Leylayê jî zozanan ber bi deşta Amedê ve diherikiyan. Qonaxa wan a pêşî li Karazê bû. Bi qasî panzdeh bîst rojî warên wan vir bû. Lewre Karaz ji bo çêra pez ciheke xweş û bi bereket bû. Dar û devî mêrg û kanî zaf bûn. Dema ku oba mala Leylayê ji Sîhacê kir xwarê, Mecnûn ji kêf û kelecanê dikir bifre û xwe bigîne evîna xwe. Êl hat li Elîbegan konên xwe vedan. Leyla û Mecnûn mîna ax û baranê gihîştbûn hev. Lê tenê ji dûr de li hev dinêriyan û hesret ji dilê xwe der dixistin. Lewra ji tirsa bavê Leylayê newêrabûn nêzî hev bibin. Bi şev heta sibê xewn nediketin çavên wan. Her dem li hêviya hev bûn. Balgîfê hidûdî nedida wan, doşek û lihîf dibûn mar û dûpişk û dihatin wan.
Rojeke serê sibê zû bixewendina dîkan re, Mecnûn xwe gihand ber kona bavê Leylayê. Helbesteke bi dengê nizim xwend. Werg bi nizim dixwend ku tu benîadem nedibihîst. Ji bilî Leylayê lewrê Leyla li hêviya wî û dengê wî bû.
Ez hatim bi dizî û bi dilê birîndar
Di vê şefeqa sibê de!
Min xwe avêt bextê te Leyla min
Tu ji Serhedê heta vir hatî
Di serçavê min re!
Derkeve te bibînim mîna rojê
Ku şewqa xwe dabû deşt û çiyê
Tu jî şewq bide dilê min ê birîndar!
Derkeve ez bibînim bejna narîn
Bila sar bibin birînên kûr
Di vê şefeqa sibê de Leyla!
Were! Were Leyla min
Bila bibe qurban vî canî ji te re
De hadê were bila biqede ecr û cefa
Bila derkeve ji dil arê tenûrê
Leyla Leyla min!
Bi dengê Mecnûnê ji dilê birîndar, Leyla şiyar bû ji xewa şêrîn. Hinek çavên xwe firikand û ji nav nivînên nerm û germ derket. Mîna erdê hişk û birîngoyê ku li bendê baranê ye ber bi Mecnûn de baz da. Xwe avêt hembêza Mecnûn û di şefaqa sibê de bûn bedenek. Man li benda rojê. Ê roja pîroz bi eşq û evîna xwe pêşwaz bikirana. Lê hêj roj derneket û şewqa xwe nedabû deşt û çiyan, beko û ewan derketin ser kar. Evîna wan a pîroz derd û kul bûn ji fitne û fesadan re. Xeber bi lez û bez gihandin bav û birayên Leylayê.
Bav û birayên Leylayê yên ku şûr û mertal, ên ku tîr û kevan hildabûn bi ser wan de girtibûn. Ên ku xencerên xwe li hewa bilind dikirin; ên ku bivir û dasên xwe diseqandin. Tev bi yek derbî bi ser wan de girtibûn. Kevir û kuç mîna teyrika biharê bi ser wan de dihatin xwarê. Êdî ne cihê revê û ne jî cihê veşartinê ji wan re mabû. Bazgurê yezdan bûn ku bike du çûk. Yezdan daxwaza wan qebûl kir û her du çûkên evîndar firîn ser dara qijkê. Li ser guliyên darê demek li derodora xwe nêrîn. Ji vir gund xweş xuya dikir. Hêj ji van dîmenên bihuştî têr nebûbûn, bav û birayên Leylayê têgihîştin ku ew çûk Leyla û Mecnûn in. Bi tîr û riman, bi kevir û kuçan êrîş birin ser wan. Tîr û rim, kevir û kuç mîna teyrik û tofana biharê bi ser de dihatin. Mêze dikin dar li wan starê nake. Ê bav û birayên Leylayê wan bikujin. Bazgurî xwedê dibin ku wan bike du stêrk û bi ezmanan bixe. Û salê carekî li ser dara qijkê bigihîjin hev.
Yezdan daxwaza wana ji dilên birîndar dibihîze û daxwaza wan bi cih têne. Wan dika du stêrk û bi riyê ezman dixe. Ji wê rojê vir de êdî dar, wek dara ziyaretê ji alî gundiyan ve hatiye parastin. Kes pelek çolê jê nabirê. Tu kes zirarê nade darê. Dar bûye xeml û rewşa Karaz. Gundî tev bi xweşikbûna wê dilxweş in û şanaz in. Li siya wê rûdinin û dem û dewranên xweş derbas dikin. Şevên zivistanên dirêj li bendê ne ku li ser dara qijkê Leyla û Mecnûn hev hembêz bikin….