Her tişt bi demê re tên guhertin nifşê berê yên niha navsere ne tê baş bîra wan dema em zarok bûn. Dema em zarok bûn yek ji tiştê ku herî zêde ji me re wekî îşkenceyê dihat serşûştin bû. Îca ne me serê xwe dişûşt dayika me serê me dişûşt. Di nava tirsa ji wê sabûna wek kevir a ku di ser serê me re wekî gundorê heriyê diçû û dihat û şewata çavê me ji kefa wê sabûnê de me dikir hewar û qêrîn. Piştî wê jî mîratê lûfik, lûfikê wek têla sîfê firaqan laşê me sormoro dikir. Bi her qêrîneke me re jî tasek li serê me diket. Welhasilî heta ku dayika me serê me dişûşt me bi girî, çinvin û carnan qêrîn çend deqeyên wekî salekê dirêj derbas dikir. Qaşo bi ava sarogermo serê me dişûştin lê hingî ava wan germ bû piştî serê me dişûştin dûman ji laşê me diçû. Rehma Xwedê li wan dayikan be û rewanê wan şad be. Min behsa berê kir tevî hemû zor û zehmetiyan xweş bû. Niha tama tiştekî nemaye. Tiştê herî zêde mirov diêşîne jî berê xelk diçûn xerîbiyê dixebitîn ji bo xaniyekî ji xwe re bikirin lê niha xelk xaniyê xwe difiroşin ji bo ku biçin xerîbiyê.