Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Ziman a Arî (ARÎ-DER), Navenda Çandê ya Baharê (BKM), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Odeya Avahîsazan ên Êlihê, Akademiya Dîwan û Yenî Sahneyê li Êlihê starta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rêxistinên bajar û navçeyan ên Êlihê û gelek kes amade bûn.
Girseya qelebalix ku cil û bergên netewî li xwe kirin ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guney bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Di meşê de li def û erbaneyan dan û stranên kurdî stran.
Girse piştî gihişt Parka Yilmaz Guney, li vir daxuyanî dan. Li ser navê girseyê Rêvebera ARÎ DER’ê Havva Can daxuyanî da. Havva Can anî ziman ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye û wiha got: “Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekîtiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.”
Can anî ziman ku gelê kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha axivî: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Alî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.”
Havva Can da zanîn ku di 15’ê Gulana 1932’an de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, diwarê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir û wiha dirêj kir: “Ev tovê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî. Ev roja dîrokî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e ku yekem car kovareke bi kurdî bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye. Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin, ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e’. Di sala 2006an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”
Havva Can bilêv kir ku jêderk û çavkaniya hawara zimanê kurdî qasî dîroka kurdan qedîm e û ev tişt gotin: “Bêguman jêderk û çavkaniya bingehîn a vê rastiyê jî jinên kurd in. Dema ku em dibêjin “jin jiyan e” em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in.
Di dîroka gelê kurd de, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî û nirxên kurdewar gelek jinên kurd di asta pêşengiyê de têkoşîn û xebatên girîng meşandine, berdêlên mezin dane. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî, Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Alî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.
Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in.
Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku “em xwedî li zimanê dayikê derkevin”; divê em di heman demê de bibêjin ku “em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derkevin.”
Îsal em ê bi diruşma ‘HER DEM KURDÎ HER DER KURDÎ’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Evdilah OCALAN û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna jinên kurd û hemû neteweya kurd e bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wî li her derê belav bikin. Di vê çarçoveyê de; bi armanca belavkirin û xurtkirina hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî, ji îro heta 1ê hezîranê dê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê miting, meş, daxuyaniyên girseyî, belavkirina bi sed hezaran belavokan, bernameyên gel, konser, mîhrîcan, şahî, panel, form û hwd. bên lidarxistin.
Em bi boneya salvegera 92yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Evdilah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku:
EM TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ BILIND BIKIN! EM HER DERÊ BIKIN DIBISTAN Û ZANÎNGEHÊN ZIMANÊ KURDÎ! EM HER DEM Û LI HER DERÊ. BI KURDÎ BIAXIVIN, BI KURDÎ BIXWÎNIN, BI KURDÎ BINIVÎSÎN Û BI KURDÎ BIJÎN! JIN JIYAN AZADΔ
Bernameya Êlihê wiha ye: Di 15’ê Gulanê de dê çîrokên bi muzîk bên guhdarkirin. Di 16’ê gulanê de muzîk bê guhdarkirin û şanoya kurdî bê temaşekirin. Di 17’ê gulanê de panela ziman, di 18’ê gulanê de belgefîlm bê demaşekirin û di 19’ê gulanê de bernameya sertîfîkayê pêk bê.
Amed
Di 13’ê Gulanê de dê belavok bên belavkirin û panel bê dayîn. Dîsa dê merasima sertifika pêk bê. Di 14’ê gulanê de li qada Pazarê xebatên kurdî bên kirin. Dê Çirokbêj û dengbej bên guhdarkirin. Di 15’e Gulanê de dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokên giştî yên DBP’ê Keskin Bayindir û Çigdem Kiliçgun Uçar daxuyaniyek girseyî bidin.
Dê li Bismil Pasurê di 12’ê Gulanê de hem panel bên lidarxistin û hem ji bo zarokan şahî pêk bê. Li Farqînê di 13’ê gulanê de panel, di 14’ê gulanê de festival, di 15’ê Gulanê de belgeyan bidin peşbira sertifikayan pêk bînin. Li Licê dê die 18’ê gulanê de atolyeya jin û zarokan amede bikin. Dê li Piranê di 19’ê Gulanê de atolyeya jin û zarokan amade bikin. Dê li Hezro di 25’ê gulanê de bi pêşengiya jinan bernameyekê amade bikin.
Wan
Di 12’ê gulanê de li navçeya Miksê li tenişta Gora Faqiyê Teyran bernameya taybet. Di 13’ê gulanê de dê jin daxuyaniyê bidin, meşekê li dar bixin û şeva dengbêjan li dar bixin. Di 14’ê gulanê de dê Dayikên Şemiyê ziyaret bikin. Dîsa dê merasima sertifikayan amade bikin. Di 15’ê Gulanê de dê daxuyaniya girseyî bidin û meşekê li dar bixin. Di 16’ê gulanê de peşbirê li dar bixin. Di 17’ê gulanê de foruma ziman. Di 19’ê gulanê de gotubêş, di 21’ê gulanê de bernameya ziman a ciwanan, Di 14’ê gulanê de li Erdişê pîrozbahî, di 15’ê Gulanê de li Erdişê meş û daxuyanî, di 16’ê gulan û 24’ê Gulanê de li tax û gundan civînên gel. Di 23’ê gulanê de bernameya ciwanan a ziman. Di 25’ê gulanê de mîtînga ziman.
Îro jî li Wanê têkildarî 15’ê Gulanê der barê bernameya 15’ê Gulanê de belavok belav kirin.
Enqere
Têkildarî bernameya 15’ê belavok belav kirin. Dê di 19’ê gulanê de jî konserekê bidin.
Sêrt
Dê têkildarî bernameya 15’ê Gulanê belavokan belav bikin û di 17’ê gulanê de panel û konserekê pêk bînin.
Cizîr
Dê di 12’ê gulanê de diwana dengbêjan pêk bînin û merasima sertifikayê pêk bînin. Di 13’ê gulanê de panelekê li dar bixin. Di 14’ê gulanê de merasima danasîna cil û bergên kurdî. Di 14’ê gulanê de ji bo zarokan dê atolyeyekê pêk bînin. Di 15’ê Gulanê de meşekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin.
Stenbol
Dê bi merasimekê Sertifikayan bidin
Semsûr
Di 14’ê gulanê de belavokan belav bikin û di 15’ê Gulanê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Tetwan
Dê belavokan belav bikin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Piştî daxuyamiyê dê bi def û erbaneyan bigerin û stranan bistrên.