12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê operasyon

Li Çiyayê Qereçox a herêma Mexmûrê îro serê sibehê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hate destpêkirin

Îro serê sibehê li çiyayê Qereçox û gundê Elîreş yê girêdayî Herêma Mexmûrê, bi tevlîbûna hêzên Hevpeymana Navnetewî, Dij Terora Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek leşkerî hate destpêkirin.

Fermandarê xwebexş ê pêşmergeyan Xazî Feysel ragihand ku operasyon li ser daxwaza wan pêk hatiye û got: “Li herêmê niha dema birîna genim û ceh e. Ji ber vê jî li herêmê metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heye, lewma operasyon hatiye destpêkirin.”

Hêjayî gotinê ye her sal bi hatina dema dirûtina genim û ceh re, çeteyên DAIŞ’ê li gelek cihan agir berdidin zeviyên cotkaran.