Ne hişê me, ne rêgezên me, ne têgihîştina me, ne baweriyên me, ne gotinên me, ne kirinên me, ne wijdanê me, ne jî giyanên me li hev nakin! (Avesta, Gata 2/1,Yasna 45/2)
Weke ku Avesta diyar dike, ne di ramanê de û ne jî di rastiyê de, yên bêtawan û qenc qet nikarin bi yên zalim û xerab re bimeşin! Ji ber ku, mebestên xerabî û qencî ji hebûna dinyayê vir ve li hemberî hev in. Ev dijberî weke nakokiyên wêje, felsefe, huner û çandê xwe dide der. Ê zordar dizanin ku kesên ziman, dîrok, çand û hunera xwe zindî dihêlin qencî, ronahî û wijdanê jî zindî dikin, ji ber vê sedemê jî zalim pêşî êrişî ziman, dîrok, çand û hunerê dikin û ev êriş bi rastî êrîşa li dijî her tiştê baş e.
Kurdan ronahiya qencî û rastiye ku ji Ahûra Mazda tê bi banga Zerdeşt qebûl kirine. Wan ev bang bi dîrok, mîrasa xwe ya dewlemend a çandî û hunerî anîne ziman. Ji ber vê yekê, wêjeya kurdî di warên wek helbest û çîroknûsiyê de xwediyê berhemên kûr e. Dengbêjî jî nirxek e ku di dîroka devkî de derbasî muzîkê kiriye û hafizeya civakê diparêze. Dema ku kurdan hewl dan van nirxan biparêzin û bi pêş bixin, hêza xwe ava kirin, yek ji van jî Împaratoriya Mîtaniyan e. Ev dewlet di dîroka kurdan de xwedî li cihekî girîng e û heta niha jî navê wê tê bikaranîn û zindî ye.
Şaredariya Nisebînê yek ji wan şaredariyan bû ku navê Mîtanî bi kar aniye û bi fîgurê Ahûra Mazda tacîdar kiriye. Navenda Çandê ya Mîtanî ku li cihekî dîrokî weke Nisêbînê hatiye avakirin û bi motîfên hundirê xwe jî cihekî ku bi her wateyê xwe dîrokê dihesibîne, di sala 2008’an de bi panel, sempozyûm, çalakiyên çand û hunerê ku sê roj û sê şevan dewam kir, hat vekirin. Ev navenda çandê ji bo ku mîrasa kurdan bi navê Mîtanî û dinê wan ê kevnar bi navê Ahûra Mazda zindî bihêle, weke sembolekê hatiye avakirin.
Dema ku kurdan bi van gavan dest bi parastin û xwedîderketina li mîrasa xwe kirin, hin kes ji vê yekê aciz bûn. Zext û qedexeyên di sedsala dawî de berdewam kir û di van demên dawî de jî polîtîkayên hovanetir hatin meşandin. Serdema qeyûmê di warê çand û hunerê de, bi taybetî li bajarên kurdan, kêmasî û zordestiyên mezin pêk anî. Qeyûm navendên çand û hunerê yên kurdan desteser kir û çalakiyên wan navenda hatin rawestandin. Yek ji van jî Navenda Çanda Mîtaniyan bû ku bi nav û motîfên xwe sembola kurdan bû. Ya rastî bi vê çalakiya plankirî ne tenê cihek hatiye desteserkirin, sembolek hate desteserkirin dîrok, ziman, ol, çand û hunera kurdan jî hatin desteserkirin.
Êrîşên li ser mîrasa çandî ne tenê li qadên fizîkî, li qadên ziman û hunerê jî pêk hatin. Ev tê wateya qedexekirin an bindestkirina zimanê kurdî, qelskirina nasnameya çandî û ji bîrkirinê hiştina wî. Sansûr an jî astengkirina berhemên hunermendên kurd bandoreke bi vî rengî dike, eslê hunerê û azadiya derbirînê dixe xeterê.
Armanca van polîtîkayên bi zextî ew e ku gelê kurd ji nirxên xwe yên çandî dûr bixe û bibe sedema windakirina nasnameya xwe ya neteweyî. Lê berxwedana kurdan û îradeya wan a ji bo parastina mîrasa xwe ya çandî, li hemberî van êrîşan dibe asteng. Kurd bi îradeya xwe ya ji bo zindî hiştina çanda xwe û gihandina wê ji nifşên paşerojê re tên naskirin û têkoşîna wan paşeroja mîrasa xwe ya çandî misoger dike.
Yek ji saziyên ku vê temînatê dide şaredariyên kurdan e. Piştgiriya bûyerên çandî, parastin û teşwîqkirina hunermend û çalakvanên çandî pêvgirêdayiya gelê herêmê bi nasnameya xwe ya çandî re xurt dike, di heman demê de dihêle ku nifşên nû van nirxan qebûl bikin. Pêngavên wekî vekirina atolyeyên hunerî, cihên pêşkêşî û performansê eleqeya civakê ji hunerê re zêde dike û dewlemendiya çandî ya herêmê radixe ber çavan.
Moral û coşa ku şaredariyên kurd bi van projeyan pêşkêşî gelê herêmê bikin, ne tenê di warê huner û çandê de, di heman demê de bi ruhê hevgirtin û berxwedaniya civakî jî xwe dide der. Parastina azadiya çandî li hember rejîmên hovane dihêle ku mirov bi azadî bifikire û îfade bike, di heman demê de hêza berxwedanê ya civakan jî zêde dike.
Di encamê de, divê were zanîn ku hêza vê berxwedanê ji dîroka Mîtaniyan, ji ronahiya Ahûra Mazda tê û divê neyê jibîrkirin ku em ê di dawiyê de ya xwe bi dest bixin. Çawa ku me şaredariyên xwe stendin, em ê navendên xwe yên çandê, salon, navendên ciwanan û gelek tiştên din jî bistînin.
Em ê dîrok, ziman, huner, çand û siberoja xwe ya ku dixwazin bitepisînin, bi coşeke hîn mezintir bigihînin pêşerojê.