Geşedanên li başûrê Kurdistanê diqewimîn rê li ber gelek metirsiyên mezin vedike. Ger di vê pêvajoya wisa girîng de aliyên kurdistanî di çarçorveya parastina destkeftî û statuya herêma Kurdistanê de gavên bi cesaret navêjin, wê bihêlin ku dagirkeriya dewleta tirk li herêmê berfirehtir bibe.
Deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ji 23’yê nîsana 2019’an û vir ve li başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava êrîşkariya berfireh de ye. Di çarçoveya vê hevkariyê de PDK’ê gelek tawîzên mezin dan dewleta tirk a dagirker û hişt ku di serî de MÎT’a tirk gelek saziyên şerê taybet li herêmê bên bicîhkirin. PDK bi vê siyaseta xwe ya dij-kurd ve qasî destê dewleta tirk li herêmê xurt dike her ewqas jî gef û êrîşên li ser hebûn û destkeftiyên gelê kurd zêde dike. Lewma wisa lê hatiye ku êdî rêveberiya PDK’ê ango malbata Barzanî bêyî bi dewleta tirk a dagirker bişêwire nikare tu biryaran bigire. Mînaka vê ya herî ber bi çav me di mijara hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de dît.
Di serî de divê em bibêjin ku dewleta tirk a dagirker pir bi zanebûn û bi awayekî plankirî li herêmê PDK’ê li gorî berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne. Ev jî aşkere dike ku di bin navê tifaq û hevkariyê de rêveberiya PDK’ê bi her awayî ketine bin bandora deshilata dagirkeriya dewelta tirk. Lewma êdî nikare li herêmê bêyî ku bi wan bişêwire ti gavan bavêje. Ev jî bi xwe re gefên mezin li ser hebûn û nasnameya kurdan dide avakirin. Ji ber van gefan hilbijartinên herêma Kurdistanê jî pêk nayên.
Hilbijartinên parlamentoyê yek ji pîvanên herî bingehîn ên rewabûna hikumet û parlamentoyê ye. Lê ji ber helwesta şaş a PDK’ê ev hilbijartin di dema xwe pêk nehatin. Deshilata PDK’ê û hevkarê wê dewleta tirk ji ber ku dibîne di vê pêvajoyê de ger hilbijartin pêk bên wê zirarek mezin bide berjewendiyên wan ên li herêmê bi hemû hêza xwe li dijî hilbijartinan derdikevin. Tevî hemû zextan jî Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku hilbijartin di 10’ê hezîranê de pêk bên. Piştî vê biryarê PDK’ê wek gefekê got; “Ez beşdarî hilbijartinan nabim.” Lê vê nêzîkatiyê tu bandor li ser biryara Dadgehê û partiyên din ên kurdistanî nekir. Lewma komîsyona hilbijartinê xebatê xwe yên amadekariyê hilbijartinê temam kir û heta lîsteya partiyan jî hate aşkerekirin. Vê her çendî bi PDK’ê mezin dabe wendakirin jî wisa diyare ku dewelta tirk a dagirker bi vê rewşê keyfxweş e. PDK’ya ku li herêmê her ku diçe wenda dike, bêhtir dikeve hembêza dewleta tirk û li gorî berjewendiyên wê tevdigere.
Dewleta tirk a dagirker li herêmê ne li dijî Tevgera Azadiyê tenê, li dijî partiyên din ên Kurd jî PDK’ê bi kar tîne. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî di hilbijartinên Kerkûkê de hate dîtin. PDK’ê di vê hilbijartinê de kurd dan milekî û li ser daxwaza dewelat tirk bi tirkmen û ereban re tifaq çêkir. Tevî ku di hilbijartinan de wenda kir jî ji bo Walî ji aliyê YNK’ê ve neyê diyarkirin serî li her cûre qirêjiyê da. Niha jî li beramberî qebûlkirina Walîtiya Kerkûkê dixwaza YNK’ê jî bikşîne nava xeta xwe ya dij-kurd. Bêguman ev hemû planên dewleta tirk a dagirker in. Lê ev lîstik ji gelek aliyan ve deşîfre bûye. Ji ber vê yekê di serî de rêveberiya YNK’ê û partiyên din ên Kurdistanî ji bo hilbijartin di dema xwe de pêk bên zextê dikin.
Pir zelal e ku PDK roj bi roj li herêmê wenda dike. Herî dawî Neçîrvan Barzanî bi armanca paşxistina hilbijartinên palamena herêma Kurdistanê li Bexdayê bi aliyên cuda re rêze civîn pêk anîn. Wisa diyare di van civînan de tişta ku dixwest bi dest nexistiye. Bêguman metirsiya bi destê PDK’ê li ser destkeftiyên gelê kurd tên avakirin ji aliyê partiyêndin ên Kurd ve jî tê dîtin û li dijî vê siyaseta PDK’ê bi yek dengî helwest nîşan didin.
Di van çend rojên dawî de derbarê hevkariya PDK’ê û dewleta tirk a dagirker de gelek îdiayên mezin tên nîqaş kirin. Bi taybet tê gotin ku PDK ji bo hilbijartinan paş bixe dibe ku provokasyonan jî pêk bîne. Yek ji van provokasyonan jî ew e ku dixwazin pêşmergeyan bibin pêşiya eskerên dewleta tirk û ber bi qadên gerîla ve rêkin. Ger gerîlayên azadiyê bersiv bidin van êrîşan û di encam de pêşmerge bên kuştin, PDK vê weke şer bi nav bike û daxwaz paşxistina hilbijartinan bike. Bêguman aliyên ku van îdiayan parve dikin ne kesên ku wisa ji rêzê ne. Kesên ku li ser siyaseta PDK û herêmê xwedî zanyarin van dibêjin. Ev jî eşkere dike ku li ser maseya rêveberiya PDK’ê û dewleta tirk a dagirker planekî bi vî rengî heye.
Di vir de tişta ku em nîqaş bikin û li ser bisekinin yek jê ew ku PDK dîsa ji bo parastina berjewendiyên malbata Barzanî û hevkarên wê dixwaze xwîna kurdan birjîne. Ger ku bi rastî jî li herêmê titşekî wisa biqewime û di navbera aliyan de şer derkeve wê ev bi tamamiya gelê kurd windakirineke mezin peş bixe. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker bi destê MÎT’ê li herêmê ev demek dirêje di nava hewldanên provokasyonê de ye û dixwaze zemînê ji vê re amade bike. Di gava ewil de ji bo şer bidin despêkirin li herêma Metînayê bi awayekî veşartî ku em bala xwe bidinê ne çapemeniya şerê taybet a dewleta tirk û ne jî ragihandina PDK’ê qet bahs nakin dest bi êrîşek berfireh kirin. Ev êrîşên ku bi plankirî dixwazin pêş bixin ji ber berxwedana gerîla ya serketî heya niha bêencam maye. Weke tê gotin bi provokasyonan pêşmergeyan jî bikşînin nava şer wê demê rewş wê bi tamamî bê guhertin.
Li hemberî vê provokasyonê ne tenê Tevgera Azadiyê divê hemû aliyên kurd hişyar bin. Bi taybet li hemberî siyaseta qirkirinê ya di navbera Hewlêr, Enqere û Bexdayê de tê kirin divê herkes xwedî helwest be. Divê bê zanîn ku gelê kurd bi hemû pêkhatiyên xwe ve ji her demê zêdetir bi hêze û dikare bi awayekî xurt li himberî neyartiya PDK’ê û dijminatiya dewleta tirk derkeve.