Bertekên li dijî şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku di nava şert û mercên tecrîdeke mutleq a ku di cîhanê de mînaka wê tune ye, bi desteserkirina mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re didome. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku yekane saziya ku dikare serdana Îmraliyê bike û di wateyekê de berpirsyariya tecrîdê jî digire, bi helwesta xwe rê li ber dewamkirina tecrîdê vedike.
Ajansa ANF’ê li ser îşkenceya li Îmraliyê û helwesta CPT ya li Îmraliyê bi yek ji parêzerên pêşeng ê Îtalya Ezio Menzione re axivî.
‘Mînaka vê tecrîdê tune ye’
Ezio Menzione diyar kir ku zêdetirî 25 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê ragirtin û ev tecrîd di salên dawî de kûrtir bûye. Ezio Menzione got, “Hema hema giravek ji bo Abdullah Ocalan hatiye veqetandin. Bi salane hin girtiyên din anîn wir. Ev asta tecrîdê ji aliyê exlaqî ve li derveyî mirovahiyê ye û ti bingeheke wê ya rewa nîne. Her welat bi tecrîdê dizane, lê ne bi vê asta tecrîdê de. Tecrîdkirina rêzdar Ocalan li derveyî sînorên mirovî ye. Nikare bi malbata xwe re têkilî deyne û biaxife, tiştekî nemirovî ye. Her wiha ne rewa ye ku nikarin bi parêzer û malbata xwe re têkilî daynin. “Divê ev rewş bi rêyên qanûnî bi dawî bibe.
‘Niha dema darizandinek nû ye’
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2003’an de têkildarî şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist. Ezîo Menzione got, “Bi biryara AÎHM’ê re, bi hinceta darizandina Ocalan bêedaletî ye, bi pêşniyara darizandineke nû, ji bo çareseriya hiqûqî rê nîşan da. “Niha dema darizandinek nû ye ku hem rewabûna qanûnî hem jî pîvanên exlaqî li ber çavan digire”
‘Divê CPT têkildar bibe’
Parêzerê Îtalî, helwesta CPT ya li hemberî şert û mercên Abdullah Ocalan rexne kir. Ezio Menzione got, “CPT der barê şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û rewşa Birêz Ocalan de xwedî nêrînekê ye. Lê xuyaye ku ew eleqeyeke têrker nîşanî mijarê nade. CPT her çendî rayeya bicihanîna biryar û nêrînên xwe tune be jî, ji bo parêzvaniya guhertinê xwedî bandoreke girîng a siyasî û exlaqî ye. Lê belê divê em CPT’ê mecbûr bikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê rake. Divê ev berpirsiyariya me ya hevpar be. “Eger hemû welatên destekê didin CPT’ê erkên xwe pêk bînin ev yek dikare pêk were.
‘Biryarên DMME’yê’
Menzîone, da zanîn ku bêdengiya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Her wiha bi bîr xist ku Tirkiye bi salan e guh nade biryarên AÎHM’ê. Parêzer got ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye hem biryarên AÎHM û hem jî Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê binpê bike û ew yek bê bersiv bimîne. Ezio Menzione got, “Tirkiye bi salan biryarên DMME’yê binpê dike. Di rastiyê de, welatê ku herî zêde binpê dike, ji Rûsyayê jî zêdetir ew e. Tevî ku gelek dozên Rûsyayê hene , dem bi dem van biryaran bi cih tîne. Li aliyê din Tirkiye, çi der barê Ocalan de, çi der barê Osman Kavala û çi jî dosyayên din, van biryaran bi cih nayîne. Divê em amûrên siyasî û hiqûqî bibînin ku Tirkiyeyê neçar bikin ku biryarên bi vî rengî bi cih bîne. “Dibe ku em cezayan an darizandinên li derveyî hiqûqa Tirkiyeyê binirxînin”