12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk Şehba û Şêrawayê topbaran kir

Artêşa tirk gundê Şewarxa yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrînê topbaran kir.

Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê belav kiriye, artêşa tirk gundê Şewarxa yê bajarokê  Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kiriye. Heta vê seatê der barê ziyan û encamên vê topebaranê de tu agahî nehatine bidestxistin.

Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî saet derdora 12:00’an gundê Dar ê girêdayî Efrîn-Şehbayê topbaran kirin.

Piştre êrîş berfirehtir bû û gundê Meyase yê Şehbayê jî saet derdora 14:30’an de hat topbaran kirin.

Di heman demê de gundên Minbicê jî hatin bombekirin. Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê artêşa tirk û hêzên paramilîter gundê Kawiklî yê dikeve rojavayê Kantona Minbicê topbaran kirin