Li gorî agahiyan, li banliyoya Drancy a herêma Parîsê saet di 06:00 de serdegirtin li malên endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin. Di dema serdegirtinê de mal hatin talankirin û 6 Kurdên ku navê wan nehate hînbûn hatin binçvakirin. Ev serdegirtin di heman demê de pêk hat ku li Belçîkayê serdegirtin li saziyên medyayê yên Kurd hate kirin.
Hêjayî gotinê ye Fransayê hefteyên derbasbûyî 3 penaberên Kurd bi rengekî îllegal radestî Tirkiyeyê kiribû û bûbû sedem ku bêne girtin.