Di nivîsa beriya vê de min anî ziman ku di dîrokê de navê xwe tûran wekî kurd derbas dibe û Tûranistan (Xorasan a mezin) jî beşek ji welatê kurdan ê kevn e. Yekem car Firdevsî hezar sal berê li ser dîroka tûr nivîsiyê ku ew faris e û dîroka kurdan kiriye malê farisan. Piştre tirkên nijadperest di destpêka komara tirk de xwedî li çîroka wî derdikevin û koka xwe bi hema tûranî ve girê didin. Bi vî awayî tûr ê bêxwedî mayî carna dibe faris, carna tirk. Di ve nivîsê de ez ê hewl bidim ku nasnameya wan a rast li ber çavan raxim.
Xala balkêş di çîroka Fîrdevsî de heye ku bala pir kesan nakşînê; ew dinivîsê; “Sê kurên Ferîdûn ê faris e bi navê; Selm, Tûr û Îreç hebûn. Welatê Îranê û deşta egîdên dest bi rim jê derdikevin, text, tac da lawê xwe yê biçûk Îreç. Rojhilat da tûr û rojava jî da selm. Selm siwarî şandin cem tûr û serê wî ye bêmejî bi tiştên vala tijî kir.” Di van hevokan wî de çima pesnê Îreç heye û Tûr jî bêaqil destnîşan dike? Di vir de aşkerê xûya dike ku kînekî wî li hember Tûr heye. Kînawî ji kurdbûn û dijberiya Tûr ê ya li hember desthilatdariya farisan e.
Beşek ji çavkaniyên kurdbûna wî destnîşan dikin wiha ne:
Faîk Bûlût dibêje: “Çîroka qewma Tûran û welatê `Tûrahya` yê di Şahnamê de, bi ya di pirtûka pîroz a Zerdeştiya Avesta de hev nagire. Navê Tûra yî yekem car, dan ser ariyên koç nekirinî û li Maveraûnnehîr manî. Piştre ew qewîm pir bû û di wateya Tûran de cudabûn pêk hatin. Welatê Tûran di destpêka qirna navîn de ne cihê tirkan, mekanê qewm û komên din bû.” Tespîteka rastê û `Ariyên koçnekirî` kurdên piştre wek oxuz û turkmen bên binavkirin in û `qewm û komên din` jî êl û zendê kurdên bi navên cuda ye li Xorasana mezin jiyane. Li ser dîroka wan gelek belge hene.”
Ferîtûn û Tûr
Gotinên di Avesta de jî Selîm Temo wiha radigîhîne: “Navê Tûran, di Avesta de, xaka ji sê lawên Thraetaona (Ferîdûn) yekê bi navê Tûra hatî dayîn tarîf dike.” Bi vî awayî em fêr dibin ku koka çîroka Firdews, Avesta ye; heta mirov dikarê bêje Heredotos ê (çîroka saka) jî û di ve serdemê de çîrokên bi vî awayî gelek in… Piraniya wan ji hev kopî girtinê. Yên ji alî tirkan ve hatine nivisîn tofana Nûh jî tevê kirine û mirov dikare bibêje ku beşek ji tofana Nûh beşek jî ji Fîrdewsî (an Avesta) kopî kirine û ji xwe re kokekî pê bigirin dirust kirine. Lê di bingeha hemiyan de efsane û dîroka kurdan heye.
Li gorî ve çavkaniyê Tûr kurd e
Profesorên tirk ku niha dixwazin tirkan bi Medan re girêbidî jî dibêje: “Nivîskarê akadî Bel-Usur ya jî bi navê xwe yî din Berosus, di pirtûkên bi navê `Babylonîaka-Chaldaika` ya 2500 salan beriya zanînê nivisî de qala 8 qralên Medan yên ku welatê Babîl dagir kirine dike û dibêje ew ji koka-neteweya Tûran bûn. Li gorî dîtina Rawlînson, `Tûriya` di Zend-Avesta de derbas dibe, navê Tûran ê ku dane ser neteweya saka/îskît ye. Dibe ku nivîskar Tûr tirk dihesibîne û di vê xelekê de dixwazê kurdan bi tirkan re girê bide lê dîsa jî bi dîtina min ew girêdan xaleke pir girîng e. Lewra koka qralên Med bi Tûr ve girê dide. Li gorî lêkolînên min kirî, tekiliya komên bi navê arî-med-saka-oxuz-turkmenan ya yekser bi hev re heye û piştre mirov dikarê li ser binivîse. Li gorî ve çavkaniyê Tûr kurd e. Hema nivîskar bi berdewamî: “Di Avesta û hinek çavkaniyên nivîskarên îranî û ereban de bi hinek qralên Med (Keyanî) û koka wan re Tûranî hatiye gotin. Heta îraniyan qralên Med an Keyanî ji Xorasanê û Tûrkistanê tanîn û ji xwe re dikirin qral. Bi vî awayî tê piştrast kirin ku Med û Tûranî yek miletin. Wekî Heredotos jî dinivîsê navûdeng, eselat û mêraniya kurdan hebûyê ku gelên din, ew wek otorîteyekê pêbawer dikirine serokên xwe.
Li cihê Ferîdûn Keykubad
Li ser hema babetê çavkaniyeke din a girîng jî dîroka belûcan a ji alî Axwend Salîh Zengenê Belûc ve, di sala 1659’an de hatî nivîsîn ku xalên balkêş radigîhîne: “A/Efrasyabê paşayê Tûranê ji ber nêzikî û xizmatiya bi pîşdadiyan (malbata xwemalî ya med û persê ya bi navê `Pîşdadî` hatiye nasîn, paşatiya xwe li Med û Parsê damezirandiye û şeş pişta fermanrewayî kiriyê) re xwe fermanrewa û mîratgirê eslî yê selteneta Med û Parsê dizanî. Zêde bi Tûran zor bû ku Keyqubad ji bo fermanewatiya Med û Parsê hatiyê hilbijartin. Ev jî ji ber wê bû ku di warê eslî de ji bereya Tûrê bû û zincîra êla Tûraniyan jî digihê Pîşdadiyan. Ji ber vê sebebê, Efrasiyab paşatiya Keyqubatd qebûl nekir û dest bi dijberiyê kir. Keyqubad berî her tiştî xwest Efrasyab ji holê rake. Di encamê de, şer di navbera Tûran, Med û Parsê de dest pê kir. Hêzên Efrasiyab şikandin û aştî kirin. Keyqubad bi eskerên xwe ve ji Belx a paytexta selteneta Tûranê ve geriya Med.” Ji ve çavkaniyê jî derdikevê holê ku Tûr xwe mîratgirê seltenata Medan dizanê û li dij Keyqubad û farisan serhildanê dike; bajarê Belx paytextê wan ê. Niviskar, A/Efrasyab û Tûran yek dibîne lê di cîhê Ferîdûn de ew navê Keykubad dinivîse. Dîsa derdikevê holê ku ew şerekî kurd û med/kurd-farisan e. Dibê ku di vî şerî de kurdên zaravên din diaxivin bi farisan ve tevhev êrîşî kurdên kurmancê-Tûranî jî kiribin? Welatê kurdên girêdayî Tûr, piştî wî şerî didin êlên Zengenê yê ku alîkarî danî Medan û îro wek belûc tênî zanîn. Yanî Tûranî ji welatê wan ku Sîstana (Sakaistan-Tûranistan) îro ye hatine derxistin. Bi vê yekê re girêdayî, hevalên min ê pakistanî berî ku min nas bikin, ji min dibipirsin ku ez ji Sistanê me? Biqasî ez dizanim, belûc esmer, ez kejim lê ew dibêjin: “Tu û ew kopiya hev in!” Balkêş e û tê wê watê ku hîn li ser rûyên min şopa nevîbûna Tûr heye ku ew min wiha dişibînin. Di vê çavkaniyê de jî derdikevê holê ku tu tekîliya Tûr û tirkan nîne.
Dîrokzanê fransiz Renê Grousset ku li ser dîroka Îranê pispor e, îdîayeke cuda davêje hole: “Tirk ne Tûranî ne. Îranî bixwe, bi îraniyên zerdûştî pêjirandî re dibêjin Tûranî. Dîrokzanê îranî Zebîhullah Safa ji yaştên Avesta yên 13, 17 û 19 radigihînê ku “Tûranî û Tûran” ji bo qralên Keyanî (Med) dihatê bikar anîn, ew ne ji bo tirka ye. Ew dîtin jî nêzikî ya `Turkmen` a ye ku min nivisî bû.
Dehaq ji med û sakayan e?
Xaleka din a girîng jî dîtina H. C. Rawlînson a li ser efsana Dehaq/Azî Dakaqê ku dibêje: hinek lêkolînêr wî bi qralê Meda yê dawî bi Afrasyap re yek digrin. Dema navê wî aşkerê dike, di Avesta de navê cîhên `Vaekeret` ya jî `Dahako Sayanem” derbas dibin. Bi van navana ew dixwazin rêzêçiyayên li Xorasanê û Elbrûz dest nîşan bikin. Li van çiyana Medî rûdinin (Kurdên wir jî hema tiştî dibêjin) û faris bi wan re dibêjin `miletê Mar`. Aryan, navê Azî Dehaq didin ser sakayên li welatê Medan. Yanî, Dehaq ji med û sakayan e. Lê dîrokzanê îranî wî wek mar û erebekî ji Yemen ê bi me didin naskirin. Ew ji kînê wan a bi hezaran salan dibin desthilatdariya Medan de mayî tê.” Ew çavkanî dixwazê bibêje ku Firdewsî dîrok berpaşkî kiriyê, hem bûyera Dehaq ne rastê, hem jî ya Tûr! Wekî me ji Zengenê jî neqil kirî şeş piştên Medan hebûn û yê dawî Azdiyak bû.
Belgeyeka dîrokî ya gîrînge
Di çavkaniyên Asûr û Grekiyan de qralê kurd Afrasiyap (584-552 bz) kurê qralê Medan, Key-Xusrewê (625-584 bz) bixwe tê destnîşan kirin. Hinek çavkanî jî diyar dikin ku Afrasiyap Tûr an Al-Ûrangû bi xwe ye. Heger ew rast bin, li ser kevirên Yenîsey û S. Zengenê li ser vî qralî agahiyên giranbiha didin. Zengenê dibêje: “Şeş piştên Medan li ser text rûniştin: Keyqubad, Keykawus, Tûs ku bi navê Key-Xusrew/Keyxusro jî tê nasîn, Ferîbûrz, Keyaskar û Azdiyak in . Helbet ew agahî pir girîng e, bi nakok e lê hinek çavkanî Afrasiyap û hinek jî Keyxusro wek Tûr didin nasandin û bi vî awayî derdikeve ku hem farisan hem jî tirkan dîroka xwe li ser ya kurdan helçinîne. Li ser girêdana Afrasyab ê bi oxuzên re wekî berê me anî ziman ku ew kurdin, Kaya wiha dinivisê: “Destanên oxuzan yên heta serdema sakayan diçin, destnîşan dikin ku oxuz fermandarekî di arteşa Afrasyab de ye. Hinek jî dibêjin Afrasyab, Alper Tonga (Alp Urangû) ye û li Îranê vî navî didin ser wî. Heger ew dîtin rast bê, aşkerê girêdana Tûr, oxuz û kurdan derdikeve holê. Ne dûr e ku arteşa Afrasiyab ji hêza zendan pêk dihat û Oxuz jî fermandar/serokekî êlekê bû. Navê Alp Ûrûngû li ser kevirên Orhûn derbas dibe û di helbesta dayî nivîsîn de dibêje “Min êlxan Alp-Urûngû yê kurd im” û ew bi xwe serokê. Li ser hema kevirî qala zenda qereçorî û yên dibin sîwana wan de jî tê kirin ku belgeyeka dîrokî ya girîng e.
Peyva Tûr êlên koçber pênase dike
Piştî van çavkaniyan û yên din ku nehatinî nivîsandin, ez digihêjim vê encamê ku ew qewma di bin desthilatdariya Tûr de ku yê piştre wek oxuz-turkmen bên binavkirin kurdên îro beşek ji li dervayî Welat (ji Xorasanê bigire heta naenda Anatoliyê û Efrînê) dijîne! Seferoglu yê tirk ji van dîtinan piştrast dike û dibêje: Destana Efrasiyap, destaneka milliya kurdan e. Heger destana kurdan be, kurdan bi kurd-farsan re şer kirine. Ispateka din jî ji alî dîrokzanê danmerkî Nyberg Christensen ve tê: Komên wek tirk-tûranî tênî qebûl kirin hemî îranî ne. Peyva Tûr êlên koçber tarîf dike û hemî Aryenî ne. Bi vî awayî gelek belge nîşan dikin ku Tûr jî yên dibin desthilatdariya wî de jiyanî jî kurd in û piştre ew ê ji alî tirk û ereban ve wek oxuz û turkmen bêne binavkirin.
Gelek çavkanî radigîhînin ku kurd-tûranî û turkmen-oxuz yek in û tu eleqeya wan bi tirkan re nîne. Dizanim ku ew babeta ji alî dîrokzanên faris û tirk ve tê şêlandin, berpaş kirin; pêwîste dîrokazanên kurd hinek zêdetir serê xwe bêşînin û hemî rastiyan derxin holê.
Kurd ji alî cemavêrî, dîrok, ziman, çand û şaristaniyên avakirî ve miletekî pir mezine lê em hîna ne di wê zanîna xwe de ne!
ÇAVKANÎ:
Şahname, Firdevsî, Stenbol 1956, rûp: 120
2- Xorasan`dan Nasil Geldik, Faîk Bûlût, Ozge yy.
3- Xorasan Kurtlerî, Selîm Temo, Alfa, rûp: 62
4- Medler ve Turkler, prof. Mehmet Bayrakdar,Akçax, Ankara-2013, rûp:35 û 53
5- Medler, rûp:144, 152
6 – Kurdgalnamek (Kurdbêjname), Axwend M. Salîh Zengene Beluç, Azad, rûp:25
7- Medler ve Turkler, rûp: 244
8- Medler, rûp: 325
9- Kurdgalnamek, Axwend M. Salîh Zengene Beluç, Azad, rûp:54
10- VIII. ve X. Asırlar Arasında Türkistan Coğrafyasında Oğuzlar, Çetin Kaya, rûp:24
11- Anadolunun îlk turk sakinlerî KURTLER, Ş. Kaya Seferoglu, 1982 Ankara, rûp: 56
12- Zerdüst-Proto-Kürt bir peygamber-M. Siraç Bilgin, Rewsen-1997-Stockholm-188