12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwe parastinê’

Çalakiya TAJê ku li Şengalê ji bo kampanya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwe parastinê’ didome.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xwe parastinê’ di 8’ê Adarê de çalakî dabû destpêkirin. Rêzeçalakiyên jinan ên ji bo kampanyaya xwe parastinê didome. Îro jî li Meclisa Dîgurê ya Şengalê ji bo jinan derbarê kampanyayê de civîn li dar xistin. Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îbrahîm û berdevka TAJÊ Rîham Hico civîn bi rêve bir.

‘Ji fermanê heya niha çarenûsa hin jinan ne diyar e’

Rîham Hico di serî de gringiya kampaniyayê û giringiya xwedî lê derketinê nirxand û wiha got: “Weke ku tê zanîn di fermana sala 2024’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û qirkirinek mezin pêk anîn. Fermanek anîn serê civakê. Ji zarok ta pîr û kalan qetil kirin, xwezaya Şengalê, Qubeyên me teqandin. Şengal bi hemû tiştên xwe êş ji destê DAIŞ’ê kişand. Lê herî zêde ya ku êş kişandiye jinên Êzidî ye. Jinên Êzidî di pazaran de hate kirîn û firotin, hate tecawizkirin. Mixabin ta niha jî çarenûsa pir jinan ne diyar e.

‘Deh sal tijî tekoşîn û berxwedan’

Riham bal kişand ser armancên wan ji kampanyayê û da zanîn ku ewê ji bo dîsa ferman neyê serê civakê wê asta tekoşîna xwe bilintir bikin. Riham Hico wiha domand: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di nava deh salên ku tijî tekoşîn û berxwedanî me da meşandin. Rêxistin kirina jinan karê me yê sereke bû. Jina Êzidî di van deh salan de xwe birêxistin kir, xweseriya xwe îlan kir, di her beşekî de pêşengiya kar û xebatan kir. Jina Êzidî çek rakir û li hemberî dijminan şer kir, xwe perwerde kir û li beramberî her kesekî ku li dijî civaka Êzidî sekinî, bû xwedî hêz û tekoşîn kir. Yek ji armancên kampanya me jî ew e ku civaka me dîsan di fermanan re derbas nebin û jenosîda ku hatiye serê me bê nasîn.”

‘Xeteriyên liser Şengalê berdewam dikin’

Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand êrişên li ser Şengalê ku ji aliyê dewleta Tirk ve didome û got: “Xeteriyên li ser civaka Êzidî û jina Êzidî dewam dikin lê yê ku pilanên dijminan vala derxîne dîsa civaka me ya Êzidî ye. Yê ku peymana 9’ê cotmehê vala derxist civaka me bû, dîsa em ê planên wan vala derxînin. Em ê xwe birêxistin bikin, xwe fedayî axa xwe bikin û ji bo parastina Şengalê çi ji destê kê were wê bike. Erka me ye îroj em axa xwe biparêzin.”

‘Aramiya Şengalê di qirika dijminan de maye’

Endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Zozan Simo derbarê kampanyayê de ji ajansa me re axivî. Zozan Sîmo wiha got: “Îro em weke xelkê Şengal kom bûne û nîqaş dikin. Dewleta Tirk, Îraq û PDK’ê li ser me dîsa lihevkirinan çêdikin, dixwazin aramiya Şengalê xirap bikin. Hemû dibin destek li dijî Şengalê. Aramiya me zora wan dibe. Em jî xelkê xwe kom dikin û wan hişyar dikin ku li dijî van planan agahdarbin û xwedî sekinekî bihêzbin. Piştî fermana ku me jiyan kir, em qebûl nakin ku tu kes planan li ser me çêbikin û bê agahiya me li hev kom bibin û biryara ji dêvla me bidin.”

‘Xiyanetkar û revok nikarin behsa Şengalê bikin‘

Zozan Simo wiha domand: “Ger ku dixwazin lihevkirinekê çêbikin bila bên vir, dayik û keçên ku di destê DAIŞ’ê de bûn beşdarî wê lihevkirinê bibin. Jinên ku ked didin beşdarî wê lihevkirinê bibin. Ne Muxtarên ku beriya fermanê bi çend rojan, mehan û salan reviya bûn û li wir malên mezin ji xwe re girtin û xwe û zarokên xwe ji fermanan xilas kirin. Dema fermanê xelkê Şengal li ber xwe dida û şehîd bûn, keçên Êzidî êsîr dibûn. Di wan deman de muxtarên êzidiyan li hewlêrê li ber televizyonan û li ser enternêtan temaşe dikirin, îroj nikarin biryara di derbarê Şingalê de bidin.”

‘Dema parastin û berxwedanê ye’

Zozan Simo di dawiya axaftina xwe de bang kir ku pêwîst e ji bo parastina Şengalê û baweriya Êzidiyatiyê her kes çi jê bê xwesetin bike û wiha got: “DAIŞ’ ji ku derê hat û êrîşî Şengalê kir? Ji Tirkiyê hat û ferman anîn serê civaka me. Îro dîsa ji tirkiyê diçin gel hikumeta Îraqê rûdinên û lihevkirinan li ser tune kirina baweriya Êzidiyatiyê dikin. ji bo wê jî divê civaka me hemû hişiyar bin û li xwe xwedî derkevin. Kes nabêje ew YBŞ’ û YJŞ’e ye, hemû zarokên vê axê ne û ji bo parastina wan pêwîste em her tiştî bikin. armanca dijminan ewe ku me weke êzdî tune bike, wê tucarî neghên armanca xwe. Em her hebûn û em ê her hebin jî.”

Çavkanî: JINHA

https://jinhaagency1.com/ku/rojane/li-Sengale-rezecalakiyen-ji-bo-kampanyaya-xwe-parastine-didome-44878