Tîmên Ewlekariya Peravî ya Îtalyayê ragihandin ku ji keştiya noqî binê avê bû 23 kes hatin rizgarkirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA), trajedî li peravên Sar ên Maltayê rû da. Hate ragihandin ku 6 koçberên hatin rizgarkirin ên rewşa wan giran e, sewqî nexweşxaneyek li girava Lampedûsayê hatin kirin.
Li gorî agahiyan, di trajediyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan zarokeke di navbera 4 û 8 salî de ye. Tevahiya şevê tîmên peravê li windayan geriyan. Li gorî gotinên kesên sax man, 15 kes hîn winda ne ku 3 ji wan zarok in. Ji Gîne, Bûrkîna Faso, Malî û Peravên Diranên Fîlan 46 koçber êvara Yekşemê ji peravên bajarê Safakesê yê Tûnisê bi rê ketibûn.