13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan banga  li dijî zilmê rabin kirin

Çalakgerên Nobeta Edaletê yên Êlihê bang li hemû dayikan kirin û xwestin li dijî zilmê rabin.

Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 66’an de didome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê.  Di çalakiyê de ji çalakvanan Horî Acar axivî û got ku heta agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan negirin dê çalakiya xwe bidomînin. Horiyê, wiha domand: “Deriyên girtîgehan vekin bila kesek li wir nemire. Vê zilmê bi dawî bikin. Edaletê pêk bînin.”

Piştre jî Horiyê wiha bang li hemû dayikan kir: “Divê her dayika li dijî neheqiyê li cem me cih bigirin.”

Çalakiyê bi dirûşman dewam kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê