12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rizqê xezalê û pênc tiliyên mirovan

Burjuvazî bi serçopî û koçên xwe ve, newekheviya nav çînan, newekheviya nav serdest û bindestan, newekheviya nav jin û mêran, wek xalek xwezayî û motorên pêşketin û serfiraziyê dibînin.

Li zanîngeha Uppsalayê, di dersek e li ser wêje û dîrokê de mamoste wiha digot: “… li cîhê sûnd û dijûn  hebin, li wir derew û peyvên vala gelek in.”

Îca li warên çareseriya pirsgirêken civakî, aborî û polîtîk dispêrin rêgeyên moral, exlaqî û mîna çarenûsê nîşan didin, nerastiyan ji hoperlorên li ser avaniyên taybet, gasîn û alavên medyayê, di ser serê xelkê re di dibistan, avahiyên cur bi cur, mal û kolanan de dibarînin, olan vedidin. Têgeh û hevokên wan, îro roj, zêdetir bûne.

Yek ji van hevokan – ji bona kirasekî li newekheviyê bikin û wê wek qederê nîşan bidin – dibêjin; ’çi ajal (heywan) nikare bi qasî xezalê zû bazde lê ew ji rizqê xwe pê ve naxwe!’ Çaxa mirov van gotinan dibihîze, dikare ji guhê mirovan re xweş bên. Gelo ev hevok raste         yan na?

1- Di nav ajal û ajal, ajal û mirovan, mirov û mirovan de newekheviyek heye. Ev newekhevî biyolojîk e û li xwezayê têra xwe belav bûye. Zanyariya  biyolojiya modern û nemaze Charles Darwîn di vê mijara de xaleke girîng bi me digihînin.

2 – Rast e, ji rexê biyolojîk ve mirov jî ajalek e. Di jiyan û hebûna xwe de ajal li gora xwezayê tev digere. Cardin jî, gelo mirov û ajal heman tişt in? Na. Xezal  şert û mercên xwezayê saz nake û li gorî xwezayê dijî. Lê mirov mercên jiyanê diafirînin, xwezayê diguherînin û wê kambax jî dikin.

3 – Darwîn wiha dibêje: ’Ne yê herî bi hêz û ne jî yê herî jîr in ên li jiyanê dimînin. Lê yên herî zêde adepte dibin dikarin bijîn. Ji xwe hûn jiyana ajalan baş dizanin.

4 – Hinek dixwazin vê rastiya xwezayê, ji civatê re bikin mal. Ango dixwazin ’sosyalDarwinîzmê’ saz bikin. Ji herkesî bêhtir û hevalbêndên wî ramana ’sosyal Darwinînîzmê’ pejirandine.

Balkêş e, li seranserê cîhanê, ji bona newekheviyê meşrû bikin, di nav desthilatdaran de pêşberkek xurt heye. Balkêş e, li seranserê cîhanê, ji bona newekheviyê meşrû bikin, di nav desthilatdaran de pêşberkek xurt heye. Delal û berdevkên sermayê û desthilatdaran di karên xwe de jêhatî ne. Karê ku meşrûtiyeta newekheviyê di nav komelanên xelkê de belav belav bikin. Û dibêjin; ’Pênc tiliyên mirov ne yek in!’ Bala xwe bidê propagantîstên newekheviyê, behsa bê ka van pênc tiliyan bi hev re çi kirine û çi afirandine, çi carî nakin. Evan simsaran ji me re nabêjin ku van ’pênc tiliyên ne mîna hev’, bi hev re, di encama kar de mejiyê mirovan jî bi pêş ve birine. Di wahzên wan de, em çi carî li rastiya ku van pênc tiliyan û xwezayê bi hev re, hemû dolemendiyên mirovatiyê afirandine, rast nayên. Ma hewce heye ku ji bona vê rastiyê veşêrin ji heft kaniyên xapandinê avê deynin ber xelkê?

Burjuvazî bi serçopî û koçên xwe ve, newekheviya nav çînan, newekheviya nav serdest û bindestan, newekheviya nav jin û mêran, wek xalek xwezayî û motorên pêşketin û serfiraziyê dibînin. Loma jî çavsor, qetla Jîna Emînî, kolberên li ser sînorên Kurdistanê, bombardimanên li çiya û deştên Kurdistanê -ji London heta Tahranê- rewa dibînin.

Gelek pêşengên ter’iqet û dezgehên olî yên dewletê, nemaze li welatên paşketî û nîvpêşketî, newekheviya jin û mêran, ji bo pêşveçûna civakî mîna pêdiviyekê dibînin. Ev çi fale, me hîn jî fêm nekiriye. Rastiya jiyanê tiştekî din e; li welatên ku di encama Şoreşa Endusturî û têkoşîna tevgera karkaran de jinan, wekhevî bêhtir bi dest xistine.

Li welatên Skandinavya û YE’yê debatek xurt di derheqa wekhevî û newekheviyê de hîn jî didome. Nivîskar û rojnemevana siwêdî Nina Bjork di berhema xwe ya ’Om man älskar friheten’ de, derheqa newekheviyê de kêm zêde wiha dibêje: ’ Li gor serdestan, ji bo ku jiyana hejar û kesên bêderfet hesantir bibe, pêwîstî bi newekheviyê heye û ji bona di warê moral de xwe mafdar derxin, ev parezerên newekheviyê pişta xwe dispêrin xwedîlêderketina hejaran. Her wiha, li gorî wan gerek karker hîn bêhtir kar bikin. Gelo moral û exlaqê bi vê mijarê re li hev dikin, dê kîjan bin?’

Ji niha ve bêhna genî tê pozê mirov

Îcar ev xala hanê ne pirsgirêka îro bi xwe ye. Ji roja dubendî û pevçûna çînayetî dest pê kiriye, pirsgirêka newekheviyê, bi kirasên jê re hatine fesilandin ve derketiye pêşberî me.

Rê bidin bê ka zanyarê alman Karl Marks çi dibêjê: Pêvajoya jiyana civatekê ku xwe dispêre hilberîna maddî, heta ku wek berhema mirovên azad, yên li hev kombûne neyên dîtin û heta ku ne di bin kontrola wan ya bi plan û zanebûnê de be, dê mirov nikaribin xwe ji xêliya mîstîk xelas bike…’