Çaxê we bi xêr delalno.
Îro dîsa di tûrikê me de çend zûgotinok hene û em ê dîsa bi we hêjayan re par vebikin.
De werin em dest pê bikin û pirsa xwe ya her tim bipirsin.
→ Gelo kî dikare 3 caran li pey hev bêje:
Heşt hirç
Her heşt hirç
Pişt bi pirç
→ Heke nikaribî wê bêjî ka vê biceribîne:
Heft hesp, heşt hesp
→ Heke ew jî nebû dê sedî sed ev çêbibe:
Fikrî sê cara fikirî
Ji bo tiştekî bikirî
Çavkanî: Pitrûka Zûgotinokan a ji berhevkariya Mihemedê Kurdo