13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel bi hesret li heviya 4’ê Nîsanê ye

Biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan anî ziman ku gel 4’ê Nîsanê rojbûna xwe dibîne û bi hesret li benda 4’ê Nîsanê ne û got:  “Amara li benda mêvanan e.  Deriyê me ji her kesî re vekirî ye.”

Gelê kurd ji sala 2004’an heta niha her sal di 4’ê Nîsanê de bi navê “Rêwîtiya Rojê” berê xwe didin Amarayê. Tevî hemû astengî û qedexeyan bi hezaran welatî ji Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe didin Amara û Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îsal jî tê payîn ku bi deh hezaran kurd berê xwe bidin Amara û tev li Rêwîtiya Rojê bibin. Têkildarî meşên salên borî û pêşwazîkirina îsal Parlamenterê DEM Partiyê û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Omer Ocalan pirsên me bersivand.

Çima kurd Meşa Amara ew qas girîng dibînin. Wateyek çawa didin meşê. Hûn çawa şirove dikin?

4’ê Nîsanê ji bo hemû kurdan girîng e. Di 4’e Nîsana 1949’an de Rêberê Gelê Kurd li gundê Amara yê navçeya Xalfetiya Rihayê ji dayik bû. Kurd bi maneviyatek mezin nêzî vê rojê dibin. Wekî rojbûn û cejna xwe dibînin. Ji ber vê yekê lêxwedîderketinek mezin heye û her sal di 4’ê Nîsanê de amadekariya gelê kurd heye. Ez jî wê rojê pîroz dikim. Rojbûna Rêzdar Ocalan ji bo gelê kurd wekî mizgînî û cejnekê ye. Ji 2004’an heta 2016’an jî her sal bername dihatin amadekirin û her kesî li gorî 4’ê Nîsanê xwe amade dikir. Di 40 salên dawî de têkoşînek bêhempa heye. Têkoşîna azadiyê ji siyaseta kurd re pêşengî kir û rê vekir. Rêber Ocalan li çar parçeyê Kurdistanê û bi taybet li bakurê Kurdistanê, hemû kurd gihandin hev. Fikir û bawerî gihandin hev. Hemû bajar, eşîr û baweriyên kurdan anîn ba hev. Bû rêberekî neteweyî. Ji ber bi fikra Modernîteya Demokratîk ji bo xwe kir rêber. Ji ber vê yekê gelê kurd ked û têkoşîna Rêber Ocalan dibîne û li 4’ê Nîsanê xwedî derdikeve.

Gel xwe di Rêber Ocalan de dibînin. Bi hezaran kurdên dihatin serdana gund, bandorek mezin li ser me û malbatê jî dikir. Bandorek pir mezin li ser Rihayê jî kir. Newroz jî cejna kurdan e û 4’ê Nîsanê jî cejna kurdan e. Gel rojbûna Rêzdar Ocalan wekî berdewama Newrozê dibînin. Newroz li hemberî Dehaq û zaliman pîrozbahiya serkeftinê ye. Em dibêjin serhildana Rêber Ocalan jî li hemberî zalim û nemrûdan û fîravûnan serhildana mazlûman e.

Gelê kurd rastî û heqîqeta xwe di hebûna di rojbûna siyaseta Rêber Ocalan de dît û dibîne. Kurd li çar parçeyê Kurdistanê a cîhanê li 4’ê Nîsanê xwedî derdikeve. Malbata Rêzdar Ocalan ne eşîr e û ne dewlemend e. Malbatek xizan û demokrat e. Di 50 salên dawî de bi taybetî di 45 salên dawî de têkoşînek bêhempa heye. Rêber Ocalan ev têkoşîn û serhildan bi rêxisti nû pergalî kiriye. Ji ciwanên 15 salî heta kal û pîrên 77 salî dihati ev roj pîroz dikirin û wekî rojbûna xwe didîtin.

Bi salan bi deh hezaran gelê kurd çûn Amara û tu pirsgirêk derneket. Lê piştî OHAL’ê êdî qedexe kirin. Çima qedexe kirin. Çi hat guhertin?

Heta 2016’an bi sed hezaran kurd di 4’ê Nîsanê de hatin Amara. Lê tu pirsgirêk derneket. Bi organîzasyonek mezin wekî mihrîcan û festîvalekê dihat pîrozkirin. Wekî cejnekê konser dihat dayîn. Ji Kurdistan û metrepolên Tirkiyeyê mirov dihatin kon vedidan. 10-12 salan dihatin li Elîgor, Xalfetiyê diman û tu pirsgirêk dernediket. Ji ber ku Rojbûna Birêz Ocalan çareserî diafirand. Di 4’ê Nîsana 2009’an de dema girse ji Bêrecûkê dihat Xelfetiyê, polîs û leşkeran êrîşî girseyê kir û Mahsûm Karaoglan û Mustafa Dag bi guleya polîsan hatin qetilkirin. Wê demê desthilatê xwest meşa gel a Amarayê asteng bike û 2 ciwanên kurd qetil kirin. Piştî wê heta 2016’an tu pirsgirêk derneket. Bi hezaran meraq dikirin ku gundê Amara ku Ocalan lê ji dayik bûye û pêşengiyê ji cîhanê re dike cihekî çawa ye. Lê mixabin dewletê darbeya 2016’an kir hincet û li dijî kurdan kir qedexe pêş xist. Ji hemû xebatên kurdan re pirsgirêk û astengî derxist. Ji 2016’an heta niha polîtîkaya qirkirin, parçekirin û bêdengkirin didome. Lê dîsa tevî hemû astengiyan xwedîderketina gel a Rêzdar Ocalan zêdetir bûye.

Hefteya 4’ê Nîsanê hemû çalakiyan qedexe dikin. Bi taybetî çima wê hefteyê li Riha û navçeya wê hemû çalakiyan qedexe dikin?

Dewlet û desthilata Tirkiyeyê ji bo 4’ê Nîsanê neye pîrozkirin, beriya 3-4 rojan li Rihayê OHAL’ê ilan dike. Bi van qedexeyan dixwaze meşa Amarayê asteng bike. Lê tevî hemû qedexeyan bi hezaran mirov berê xwe didin Amara û gelek mirov xwe digînin Xalfetî û navçeyên Rihayê. Ev tiştê tu dewlet dike ne li gorî aqil, zagon û qanûnan e. Di tu qadan de cihê van qadexe û astengiyan tune. Bi van qedexeyan hezkirina ji bo Ocalan zêdetir, gurtir û mezintir dibe. Ji ber ku rêya Rêzdar Ocalan rêya heqîqetê ye. Aqilekî kolektif û sentez e. Ne tenê şexsek e. Rêbertiya Rojhilata Navîn û paradîgmayê dike. Bi tecrîd û qedexeyan aqil li dervê civakê dimîne. Aqil li derveyî jiyana civakî û kolektif dimîne. Dewlet bi hêzaxwe aşkere li dijî kurdan siyaseta qedexe înkar û parçekirinê dimeşîne. Ev siyaset çareseriyê pêş naxe. Bêtir pirsgirêkê mezin û kûr dike. Ji ber vê yekê divê qedexe rabin.

Di salên dawî de Amarayê dorêç dikin. Di hefteya salvegerê de zextek çawa li ser gundê Amarayê heye?

Di 3-4 salên dawî de konseptek taybet pêş dixin. Riha ne cihekî leşkerî ye. Li Xalfetî bax û baxçe hene. Lê 3 roj berê wekî cihekî OHAL û operasyonê pênase dikin. Leşker li dora gund konan vedidin. Bi hezaran leşker tînin li dora gund û gund dorpêç dikin. 2 rojan wekî cihê operasyonê bi nav dikin. Ev bandora xwe li ser gundan dike. Gundî di van rojan de nikarin kesixandina daran û cotên xwe bikin. Di 3 salên dawî de aqilê dewletê bi her alî li dijî jiyanê ye. Bi awayekî hişk û tund nêzî gundiyan dibin. Em dizanin bi van dorpêçan û ewlehiyê nikarin hezkirina gel a li dijî Rêzdar Ocalan bişkînin.

Çima mafê ger û geştê qedexe dikin? Tirsa wan ji çi ye?

Li welatê hiqûqê û welatê demokratîk her kes dikare di navbera gund, navçe û bajaran de bigerin, geştê bikin. Lê mixabin em nikarin li Tirkiyeyê qala demokrasiyê, hiqûq û mafên mirovan bikin. Ji felsefe û paradigmaya Birêz Ocalan ditirsin. Ji ber ku di felsefeya Birêz Ocalan de siyaseta civakî, sincî û polîtîk heye.  Ji vê siyasetê ditirsin. Ji ber vê yekê qedexeyan zêde dikin. Sedema vê yekê jî meseleya kurd a nehatiye çareserkirin heye.  Hêzên serdest dixwazin her tiştî bi şer û tundiyê çareser bikin. Divê civaka Tirkiyeyê jî vê yekê bibîne. Ev şerên bi deh salan didome, hemû aboriya Tirkiyeyê têk biriye. Rantek mezin di şer de heye. Dijmanatî gelan ji hev dûr dixe. Tirkiye heta niha gavek erênî neavêtiye. Eger meseleya kurdan bi rê û rêbazên demokratîk û muxataban re bê çareserkirin, dê li Tirkiyeyê demokrasî û aramî pêş bikeve. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk dê di jiyanê de bêtir bê fêmkirin. Welatê me wekî baxçeyê gulistanê ye. Hemû reng û hemû deng têde hene. Em nikarin bi yek deng, yek reng û yek baweriyê nêzîk bibin. Lê mixabin siyaseta heyî vê yekê dixwaze.

Di sala 2019’an de li gel hûn dîsa wekîl bûn destûr nedan hûn jî biçin gundê xwe. Destûrnedayîna te ya çûna gund tê çi wateyê?

Ez wê demê hem parlamenter û hem jî welatiyê Rihayê bûm. Rêzdar Ocalan apê min e. Dema em diçûn Amara 3 kîlometre dûrî Amara, li Erehê nokteya lêgerînê danîbûn. Nehiştin ez biçim gundê xwe. Ne tenê li dijî meşvanên Amara, li dijî welatiyên Amara jî heman nêzîkatî hebû. Nexwestin gel li fikr û felsefeya Rêzdar Ocalan xwedî derkevin. Hêzên serdest çiqas astengî û qedexeyan dîne jî nikare fikrên Rêzdar Ocalan li Rojhilata navîn asteng bike û nikare biguherîne. Eger fikr û ramanên Rêzdar Ocalan li Rojhilata Navîn têkeve meriyetê dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Lê li Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye û Lubnanê jî hemû pirsgirêk çareser bibe. Em nikarin biçin gundê xwe ji ber ku li  Tirkiyeyê hiqûq tuneye. Ji ber ku em wekî welatiyekî nikarin biçin gundê xwe. Bi her awayî siyasetek tund li ser Rêzdar Ocalan tê meşandin. Li hundir tecrîda hişk tê meşandin. Demekê li derve destûr nedidan ku civak û siyasetmedar qala Rêzdar Ocalan bikin. Dixwestin li derve li ser paradigmaya wî tecrîdê dînin. Nedixwestin gundî û xizmên wî jî di 4’ê Nîsanê de biçin gund. Li hundir tecrîdê giran dike. Li derve jî naxwaze qes qala ramên wî bikin. Lê di salên dawî de jin, ciwan gelê cîhanê bêtir li qadan li Ocalan xwedî derdikevin.

Her sal welatî ji bo 4’ê Nîsanê daran diçînin. Ev tê çi wateyê?

Ne tenê 4’ê Nîsanê, li derveyî 4’ê Nîsanê her tim çûn û hatina Amarayê didome. Mirovên ku li dû fikra Rêzdar Ocalan tên gund wêneyan dikişinin, diçin ser gora dayik û bavê Rêzdar Ocalan. Çûn û hatin her tim zêde ye. Amara bûye cihekî maneviyatê. Gel dibîne ku 25 sal li Îmraliyê li dijî tecrîdê berxwedanek heye.

Îsal di pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” gelê kurd 4’ê Nîsanê pêşwazî dike. Wekî malbat ji bo pêşwazîkirina gel û mêvanên amadekariyek we heye?

Di 2024’an de heta niha ji bo azadiya Birêz Ocalan gelek xebat hatin meşandin. Li cîhanê, Ewropayê, metrepolên Tirkiye û Kurdistanê gelek xebat hatin kirin. Di çarçoveya hamleyê de me jî li ser navê DEM Partiyê di Meşa Azadiyê de cihê xwe girt. Şaxek ji Wanê û şaxek ji Qersê Meşa Azadiyê dest pê kir, gund bi gund, bajar bi bajar di 15’ê Sibatê de em gihiştin Xalfetiyê. Li her derê li Rêzdar Ocalan xwedîderketinek pir mezin heye. Ji ber vê yekê îsal wekî malbat ji bo pêşwazîkirina mêvanên Rêzdar Ocalan heye. Îsal gelê kurd dê dîsa di 4’ê Nîsanê de berê xwe bide Amarayê. Dema mêvanên birêz Ocalan bên, em ê jî wekî malbat li gund bin. Em ê amadekariya pêşwaziya wan bikin. Gundekî mezin û welatparêz e. Her çiqas astengî hebin jî gel dê xwedî li vê rojê derkeve û berê xwe bidin Amarayê. Em ji bo 4’ê Nîsanê em bang li gelê xwe dikin. Em dibêjin cihê mêvanên Rêzdar Ocalan li ser ser û çavan heye. Em dibêjin deriyê Amara ji hemû mêvanan re vekirî ye. Em 4’ê Nîsanê li hevî û benda gelê xwe ne.

Ji bo 4’ê Nîsanê 75 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang û peyama we çi ye? Di vê pêngavê de îsal li gorî salên din çiqas girîng û bi wate ye?

Di dîroka kurd û Kurdistanê de rêberekî wekî Rêzdar Ocalan ku hemû civakê hembêz dike nehatiye dinyayê. Ji bo berjewendiya hemû civak û neteweyan têdikoşe. Ji bo hemû baweriyan têdikoşe. Ji ber vê yekê pêwistî heye ku lêxwedîderketin xurttir be. 3 salan tu agahî ji Rêzdar Ocalan tune e. Pêwist e em rol, misyona xwe bi cih bînin u bi tifaqek mezin tev bigerin. Rêzdar Ocalan di van şert û mercan de nikare erka xwe pêk bîne. Divê em tecrîdê bişkînin û Rêzdar Ocalan azad bikin. Em deyndarên Rêzdar Ocalan in. Em deyndarên kesên bedel dane. Civaka kurd jî divê li nirx û siyaseta xwe xwedî derkeve. Rêzdar Ocalan hemû hebûna xwe daye gelê kurd. Ji bo azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn bedelek mezin hatiye dayîn. Ji bo em sala 21’emîn winda nekin divê em xwedî li van bedelan derkevin.

Omer Ocalan kî ye?

Di sala 1987’an de li navçeya Xalfetî ya Amarayê ji dayik bûye. Di nava tevgera ciwanan de cih girt. Demek dirêj di nava siyasetê de cih digire. Di salên 2007-2011’an de li Zanîngeha Enqereyê Zankoya Ragihandinê beşa Rojnamegeriyê xwend. 2014-2016’an de bû Hevserokê DBP’ê ya Mêrdînê. 2018’an heta niha parlamenterê HDP û DEM Partiyê ye. Zewicandî ye û bavê 2 zarokan e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê