13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Panosê: Em ê teqez bi ser bikevin

Rêxistina DEM Partiyê li navçeya Panosê mitîng, li navçeya Dûtaxê civîna gel lidarxist.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Panosê ya Agiriyê mitîngek li dar xist. Bi sedan kes tev li mitîngê bûn. Girseyê di mitinge de bê navber dirûşm berz kirin û pankarta “Em ê teqez serbikevin” vekirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Panosê yên DEM Partiyê Kerem Kirtay û Rojbîn Kartal axaftineke kurt kirin. Namzetan diyar kirin ku dê serbikevin û gel vexwend ser sindoqan. Mitîng bi gerandina govendê ya li ber stranan bi dawî bû.

Dûdax

Li aliyê din Rêxistina DEM Partiyê ya Dutaxê li ser Cadeya Kaxizmanê hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Heval Bozdag û Sirri Sakik, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî hevdîtinê bûn. Girse, ji ber Rêxistina DEM Partiyê heta qadê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşiya û pankarta “DEM tê dewran dizivire” vekir.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê bang li girseya ku qad tejî kir, kir wiha got: “Ev salên dirêj in em bi gelên Tirkiyeyê re dijîn. Pirsgirêkeke me ya bi gelên Tirkiyeyê re nîne. Meseleya me bi kesên ku me înkar dikin, nelirêtiyê dikin û me tune dihesibînin re ye. Em ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin; li 9 salên dawî binêrin. Li kesên herî zêde qala tirkbûnê dikin binêrin. Ev feraset dê ewilî herî zêde zirarê bide gelên Tirkiyeyê. Kesên bi çeteyan re wêneyên wan hene ew in. Pişt re tên li ser turkbûnê dersê didin me. Pişt re tên li ser turkbûnê hewl didin derse bidin me. Vê yekê jî li ser gelên Tirkiyeyê dikin. Divê kes vê qebûl neke. Divê em hemû bertekê nîşanî vê yekê bidin. Hemû qala demokrasiyê dikin lê dema mesele dibe kurd û Kurdistan demokrasiyê paşguh dikin.”

Piştî axaftinan hevdîtina bi gel re bi dawî bû.