Ji hilbijartinan re çend roj man. Herkes li qadan polîtîkayên xwe vedibêjin. Di hilbijartinên herêmî de proje û polîtîkayên derbarê xizmetgûzariya bajaran de tên vegotin. Lê li Tirkiyeyê wekî her tiştî hilbijartin jî li gorî şert û mercên xwe nayên kirin. Siyaseta giştî û heremî tev li hev bûne. Ji bo wê divê hilbijartinên 31’ê Adarê jî asayî neyên dîtin. Encamên wê jî asayî nînin.
Dema em li gotin û kirinên faşîzma AKP-MHP’ê dinêrin jî ev rastî bi zelalî derdikeve holê. Îktîdarê aboriya Tirkiyeyê têk biriye. Di aliyê siyasî û civakî de di nav qeyranê de ye. Ji derve jî xitimî û tecrît bûye. Dixwaze deng û rewşa xwe biparêze û ji vê hilbijartinê bêyî hêzê winda bike, derkeve. Ji bo vê divê cardin dengê kurdan heta niha piştgirî dabûn AKP lê di encama rûyê wê yê faşîzan de dûr ketine, cardin bigire.
Li gorî vê stratejiyê jî ji serê pêvajoya hibijartinê heta niha bi riya hin kes û derdoran gotegotin pêvajoyek nû ya çareseriyê belav dike. Bi taybetî li ser hind kesên demek di nav têkoşîna gelê kurd de cih girtine û bawermend dixwaze vê gotegotê di nav kurdan de belav bike. Wekî hilbijartina berê zêde li ser CHP’ê jî êrîş nake. Bi zorê be jî xwe digire.
Lê gotinên wî yên esasî û kirinên wî niyeta wî ya esasî radixe ber çavan. Ev çi ne; Yek behsa dagirkirina Başûr û Rojava dike. Dibêje ku dê ji Ûrmiyeyê heta Efrîne korîdorek heta 30-40 kîlemetreyî fireh ava bike. Bêguman ev niyeta wî, îktîdar û hevkarên wî ya esasî ye. Faşîzma AKP-MHP dixwaze komkujiya kurdan e sed sal berî niha hatibû destpêkirin, temam bike. Hemû hêza xwe ji bo vê xerc dikin.
Kirinên wî jî gotinên wî temam dike. Faşîzma AKP-MHP li hemberî têkoşîna gelê kurd a destanî derbên giran xwarin. Ligel îxanetkariya PDK’ê jî nekarî têkîşona Tevgera Azadiyê bişkîne. Bi xwe hate asta şikandinê. Ji ber ku bi hêza û PDK’ê nekarî niha li dû alîkariya ji derveyî ye. Ji bo vê jî çend rêbazan bikar tîne. Yek, YNK jî bi gefan bîne ser xeta îxanetkar a PDK’ê. Didu, Iraq û Sûriyeyê bike hevkarê xwe. Sisê jî destûr û alîkarî ji DYA û Ewropayê bigire.
Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Derveyî Hakan Fîdan bi vê armanca hefteyên borî çû DYA’yê. Her wiha Serokfermandarê tirk Yaşar Guler jî tev li vê lijneyê kirin û çûn Iraqê. Armanca van serdanan destûr û piştgirî girtina ji bo şerê li dijî PKK’ê bû. Çiqas daxwaza xwe bi dest xist hêj nediyar e. Lê xuya ye ku bi Iraqê re gihîştine hemfikiriyekê. Li aliyekê jî amadekariya leşkerî dikin.
Lê wekî her dem bûyî, encama pêvajoyê dê têkoşîn diyar bike. Heman plan ji bo dagirkirina Şengalê jî hate kirin lê di destê wan de teqiya. Di encama têkoşîna gelê kurd de komployên wan parçe parçe bûn. Ji bilî têkoşîna tevgera azadiyê, gelek hevsengiyên din jî hene. Tirkiye ji bo piştgiriyê ji DYA û Ewropayê bigire niha xwe nêzîk van hêzan dike. Lê li aliyê din bi Rusya û Îranê re tê hember hev.
Di siyaseta îro de yek alî nîne. Di nav plan û projeyan de gelek dest hene. Ji bo wê her projeya tê çêkirin naçe serî. Lê tiştek teqez heye ku faşîzma tirk dê êrîşî gelê kurd bike û êrîşên tevkujiyê bidomîne. Ji bo vê dixwaze ji hilbijartinê bi hêz derkeve, li ser vê yekê hêza xwe nîşanî hêzên derveyî bike û ji wan piştgiriyê bigire. Bi vê boneyê qelsbûna faşîzma AKP-MHPê ji bo gelê kurd gelek girîng e. Faşîzmek qels zû bi zû nikare dest bi êrîş û tevkujiyê bike. Êrîş bike jî dê derbên girantir bixwe.
Bi vê boneyê pêwist e hemû gelê kurd vê rewşê bibîne û li gorî wê tevbigere. Li hemberî hewilanên tevkujiyê amadekariyên xwe bike. Hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo vê yekê derfetek e. Bi dengekê her kurdek dikare kulmek li AKP-MHP’ê bixwe û qels bike. Derfeta pişta xwe rastkirinê ne de faşîzmê. Her kurdek xwedî wijdan divê 31’ê Adarê ji faşîzmê re bêje ne, xwedî li îradeya xwe derkeve û li dora DEM PARTI’yê bibe yek.