12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûr-Rojên Berxwedanê

Hasîp Yanliç

Ev pirtûk wek peywirekê li ser milên min bû… Sûr-Rojên Berxwedanê têkoşîna di nava Sûrê de qewimiye, ya 115 rojan berdewam kir, di nava taxekê de 115 rojan berxwedana wan e.

Bêjin ji rêhevalan re bila dil rehet bin, xwesteka wan pêk hat. Hem lêhengiya wan a ku navê wan dinya tije kir û hejand, dinya pêhesiya, bû senaryo û fîlm hate weşandin, bû helbest li ser zimanê keç û xortan, bû destan û pirtûk. Dayikan navên pitikên xwe kir, Çiyager, Zîlan, Berxwedan, Sînem, Lezgîn, Sûr.

Ev pirtûka ku min amade kir di rastiya xwe de Şêrên Sûrê bi xwîna xwe nivîsand, qelendê berxwedanê, qelendê Sûrê bi xwîna xwe ya sor û bi fedayitiya xwe dan.

Min jî roportaj bi kesên ku birîndar hatibûn dîlgirtin û hatibû zindankirin re li zindanê de kir, niqaşên me yên rojan li ser berxwedana Sûrê berdewam kir û min gelek nîşe girt.

Û piştî ku ez ji zindanê hatim berdan jî gelek caran li Dadgeha Amedê wek tercumanê sondxwarî yê kurmancî ji hevalên girtî yan jî yên ku li derve ne re tercumanî kir.

Di zindanê de hevalek me hebû, ez ê navê wî li vir nenivîsîm, ji ber ewlehiya wî, ji destpêkê heta dawiya Berxwedana Sûrê li ber xwe da. Ew ê were bîra we dema digotin li Sûrê avahiya dawî jî hate rûxandin wek li Cizîra Botan hemû ciwan di binê avahiyê de man û Sûr xilas ‘paqijkirin’ bû.

Hema wan nizanî bû di jêrzemîna wê avahiya ku dawiyê hate xirakirin 5 heval saxbûn û hîna jî çekan wan di destê wan de bû. Wî ciwanê kurd ê sivîl û rêhevalên wî xwe gihandin çiyayên azad, hem jî teva du rêhevalên xwe yên birîndar… Min bi wî re jî gelek roportaj kir û ji devê wî di nava pirtûkê de gelek bûyer nivîsand. Bi kîjan baweriyê xelekên ku dijmin vedabû parçe parçe kirine yek bi yek di pirtûkê de min bi cih kiriye.

Dîsa ji bûyera ku Tahîr Elçî çawa hat şehîdxistin, Heval Heqî û Mazlûm çima di wê kuçê re hatin û li koma polîsan re rast hatin. Yek bi yek û ji du roj berê ve li pirtûkê hatiye cih kirin. Ew mijar jî zelal e di pirtûkê de.

Di pirtûkê de civîna ewil a YPS’ê li ser biryara Berxwedana Sûrê ew mijar jî hatiye zelalkirin. Di nava Sûrê de çend kes hebûn çend kes şervan bû çend kes sivîl bûn, di civîna ewil a Sûrê û civîna dawî ya berxwedêran kirine û li wir çi axifî ne hatiye zelalkirin.

Dîsa di pirtûkê de dijminê xwînxwar çawa dayika Fatma dema ku destmêj digirt şehîd xistiye, hevserê wê yê ku 65 salî, li dû dayika Fatma çi zêmar gotiye. Rewşa malbatên sivîl û zarokên di nava bombe û topan de mabûn çi hîs dikrin hatiye vegotin.

Ji bo birîndar û malbatên sivîl ji nava Sûrê derkevin çawa biryar hate girtin. Walî çawa soz da û çi kir. Ew wêne dîsa li ber çavên me ye, dema birîndarên ku li ser soza parlamentera me S.Y û walî ji Sûrê derketin û pêşî çawa bêbextî kirin û ew birîndaran tazî kirin û li ber dîwar fotoyên wan servîs kirin, berxwêdêran çawa bertek dan ew mijar jî berfirehî di pirtûkê de cih girtiye.

Hîna gelek bûyerên girîng hene û ew jî hemû di pirtûkê de hatine nivîsandin.

Ev pirtûk ji bo bîrgeha Sûrê (memory) wek belge ye, wek şahid e û wek tarîx e, tarîxa şerê di nava bajêr de ya cihanê ya herî dûdirêj ajotiye. Sûr-Rojên Berxwedanê ji bo şoreşgerên cihanê perspektîf e, sirûş-îlham e.

Hew paragrafekê tenê ji pirtûkê li vir binivîsîm ê din jî hûn bi xwe birîndar bibin, şer bikin, ji kêmînan bifilitin, bitêkoşin…

 Ev jî ji bûyerek nava Sûrê ye

‘Ewilî hevalê Lezgîn derbasî wî aliyê kuçeyê bû, paşê jî hevalê Ferît û hevalê Çiyager bisedya hevalê Delîl re derbasî wî alî yên din bûn. Ji ber ku perde nikarîbûn bikaşandana, dîwarê nêzî hevalê Botan lê bû bi alîkariya balyoz ve qul kirin û şehîd Botan birin revîrê û li wir teslîmî axê kirin. Nasnameya wî jî xistin hundirê qavanozekê û danîn ber serê wî. Hevalê Delîl bi 17 parçeyên bombeyê ve birîndar bûbû, Hevalê Lezgîn jî hestiyê destê wî şikiya bû, ji ber derman û êşbir jî nema bû êdî wan bi ûsûla xwe pansuman dikirin. Bi şûjin û tayê lihêfê birîn didirûtin. Dema kêl diavêtinê nalanala birîndaran bilind dibû, dayika ku birîna wan didirût, bi wan re dixeyidî û digot;

‘Ma hûn ne şervan in, ewqasî jî negirîn…’

Di vê pirtûkê de beşa bi navê Gelo Ez Mirî Me di 2 pêşbirkên çîrokan de hêjayî xelata yekemîn hatine dîtin.

Ji bo heval rast fahm bikin hevalên berxwedêr çawa bi lêhengî û bîrdozî li ber xwe dan bê zanîn, vê pirtûkê bixwînin bidin xwendin li der û dora xwe bîr û baweriya wan nav û têkoşîna wan belav bikin. Pirtûk li Swêdê welatê xeribiyê ji weşanxaneya KurdPedê (Kurdiska Pedagogiska Centrum) ve hate weşandin.

*Kesên ku bixwazin vê pirtûkê bixwînin dikarin ji hasip@hotmail.com kurdped@hotmail.se an jî li ser malpera weşanxaneyê https://kurdped.com/ peyda bikin.