Eva çendek e, mêvanek hatiye mala cînara min. Me bihîst ku mêvanek xerîb hatiye, em jî vala nesekinîn û em bi hevdu şêwirîn gelo em dikarin çawa mêvana cînara xwe bi kêfxweşî pêşbaziya wê bikin û hinekî jî nas bikin. Ji gava yekê/î xerîb berê xwe bide herêma me, weke ku me ji xwe re pêlîstokek dîtibe di nav xwe de dibin û tînin.
Ji ber wê jî hevaltiya me û cînartiya me di nav hev de pir qewîn e. Kesek nikar me ji hevdu cuda bike, em gelek caran ketin di nava nepakiyê de lê dîsa jî dest li ser destan hêza me mezin dike. Jiyana me jî ev e.
Niha mêvana cînara me hetiye serlêdana wê, em nizanim ew ê çiqas li van deran bimîne. Em hemû cînar rojekê li hev civiyan û çûn mala cînara me, dema ku em gihîştin ber derî, me dît ku sêniyek çingo li ser destê jinekê, li ser wê sêniyê, tu çi bixwazî heye, heta bigire bastêq û guzên Qaqizmanê jî daniye li ser wê sêniyê.
Cînara me ya xanim li ber derî li ser doşegek qalind rûniştiye, tu dibêjî qey li ser textê qesra bavê xwe rûniştiye. Lê madê wê ne wek berê xweş e, rabû xêr hatina me kir, ji me re cîh nîşan da ku em rûnên. Me hemûyan wisa li çavên hev nihêrt, hema em jî rûniştin.
Mêvana wê vir de û wê de şinge şinga wê ye, diçe û tê, ji me re xwarinan, çayê, qehwe û di mala cînarê de çi heye tîne li ber me datîne.
Ez hêdîka xwar bûm, bi dengekî nizim; Lê lê cînar, eva kî ye? ji ku derê hatiye? Te qet behsa wê ji me re nekirîbû heta niha? Got; dayê, eva çendî çend salan berê me hevdu naskiribû, pişt re her yek zewicî, hinek çûn xerîbiyê, hinek jî wek vê winda bûn, me bi salan hevdu nedît.
Wê jî li hemû deran pirsiye ka ez li ku derê me, bi gote gotan hate ber derê min. Niha jî wek jina malê li cem min e. Lê ya ku min fêm kir, ew ji xwe re li kesekî digere, ji xwe li der û dora me tijî mêr in, hî hî hî î, kenekî bê mane lê girt û got; Em hemû bêmêr in, ka bêjin eva hanê wê çawa li van deran ji xwe re mêrekî bibîne?
Dayê kenê wê nasekine, em dibêjin hinekî huş be, eybe wê jinik bibihîze ew ê li ber xwe bikeve. Got; Naa na, ew li ber xwe nakeve, di hemû gotinan de bersivên wê hene, dema tu devê xwe vedikî, bersiva wê li eniya te dikeve, derheqê her tiştî de hemû tiştan dizane, dema ku behsa serpêhatiya xwe dike, tu dibê qey tenê ew heye û hemû gotinên wê rast, kirinên wê baş û jiyana wê ji ya hemûyan xweşiktir e.
Filan kesî ez xwestim, devê wî xwar bû, bêvan kesî ez xwestim çepilên wî dirêj bûn. Hemû kes ji wê xirabtir in û ne baştirin. Dayê rebenê, dema me hevdu naskir ne wek niha bû, Em wisa ketibûn di nava gotebêjan de, me jibîra kir ku mêvana cînara me hinekî nas bikin.
Hat li cem me rûnişt, got; Binêrin, ev çendeke ez hatime ba hevala xwe, ne xwarina wê xwarin bû, ne mala wê mal bû, ji xwe re wisa dijiya, niha min hemû tiştên wê guhert, ew êdî li cem min e. Ez ê wê xweşiktir bikim filan û bêvan.
Di vê navberê de jî çend cure xwarin çêkiriye, anî li ber me danî, em wisa li çavê cînara xwe dinêrin gelo wê çi biqewime…li vir çîrokeke me ya din dest pê dike ez ê wê çîrokê di nivîsa were de ji we re binvîsim, heta wê çaxê bimînin di xêr û xweşiyê de…