13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê bi balafirên şer li Şêladizê 2 welatî kuştin

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta tirk li sînorê Şêladizê ya ser bi Dihokê, welatiyên ku ji bo komkirina giyayên biharî berê xwe da bûn herêmê bombebaran kir û 2 welatî kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rojnewsê ji herêmê ragihandî, duh êvarî 4 welatiyên xelkê gundê Dêwke ya ser bi bajarokê Şêladizê ya ser bi parêzgeha Dihokê, ji bo komkirina giya berê xwe dabûn çiyayê Zêbarî ya girêdayî Şêladizê. Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta tirk her 4 welatiyên ji bo komkirina giya vedigeriyan malê, bombebaran kirine û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan Seîd Mubarek Dêwîkî (35) û Araza Ferec (29) jiyana xwe ji dest dan.  Salih Mubarek û welatiyekî din birindar bûn.